Di çarçoveya kampanya ‘Şandina pereyan ji bo girtiyan sûc nîne’ ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) li dijî hewldanên krîmînalîzekirina piştevaniya bi girtiyan re hate destpêkirin, pere ji girtiyan re hate şandin.
Çalakger li ber PTT a li kolana Cûmhûriyetê ya li Wanê li hev kom bûn û li gel nûnerên rêxistina civaka sivîl daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar axivî û tecrîda li ser Rêber Apo nirxand. Ûyar diyar kir ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û got, “Aliyekî din ê polîtîkaya tecrîdê ew e ku mirov nikarin pereyan ji xizmên xwe re bişînin ku ev yek nîşaneya tecrîdê ye. Em li ber polîtîkaya tecrîdê radibin û dibêjin ‘êdî bes e’.”
Ûyar ragihand ku ew dixwazin tecrîdê bişikînin û got, “Şandina pereyan ji bo girtîgehan sûc nîne.”