Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk, lîderê Tevgera Nifşê Nû Şahsûwar Abdulwahîd serdana Tirkiyeyê kir û bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nûh Yilmaz re rûnişt.
Nehate zanîn bê Şahsûwar Abdulwahîd kengî çû Tirkiyeyê.
Tê gotin di civînê de mijara sereke, pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê, alîkarî û piştgiriya Nifşê Nû ya ji bo siyaset, planên dewleta Tirk yê li sînorê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê bû.
Hêjayî gotinê ye îro jî cîgirê duyem yê PDK’ê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kiriye û tê payîn bi rayedarên dewleta faşîst re bicive.