Dema ku nerazîbûnên gel ên bi piştî operasyona ÎBB û Îmamoglûyê derketin pêş, desthilatdariyê pêkanînên xwe yên li dijî demokrasiyê zêdetir kir. 302 kes ku piranî ciwan in hatin girtin û zextên li ser medya û medyaya dijîtal û pêkanîna ku her beşên civakê bi darazê tê tirsandin diqewime. Nivîskar û Lêkolîner Azîz Tûnç diyar kir ku bertek û çalakiyên derketine pêş, encama bêzarbûnên heta roja îro ne û got ku ev pêvajo bi pirsgirêka Kurd re jî girêdayî ye ku hîna nehatiye çareserkirin.
Nivîskar û Lêkolîner Azîz Tûnç têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivand.
Tûnç diyar kir ku zext, zordarî û bêhiqûqiyên ku bi salan in tê ferzkirin, di civakê de bêzarî çêkiriye û ev yek piştî operasyonên dawî derketiye holê û wiha got: “Yanî aliyek vî zext û zordariyên dij demokratîk ku tên berdewamkirin in. Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk nayê çareserkirin, mafê hemwelatîbûna wekhev a Elewiyan nehate dayîn, jin her tim rûbirûyê zext û zordariyê tên û daxwazên ciwanan nayê pêşwazîkirin, ev yek bûn sedem ku ev bertek derbikeve holê. Ya rast, baş jî bû. Ji ber ev berteka civakî ku derket, ne tenê ji ber ji erk dûrxistina Îmamoglû ye.
Tûnç bal kişand ser ‘Lihevkirina Bajêr’ ku di lêpirsîna ÎBB’ê de bûye mijarê sûcdarkirinê û wiha got: “Meseleya ‘Lihevkirina Bajêr’ ne rasthatin e ku di vê mijarê de derket holê. Bi temamî di nîvinga meseleyê de cih digre. Ji ber ku eger ne ji ‘Lihevkirina Bajêr’ ba, Îmamoglû bi ewqas ferqê qezenc nedikir. Yanî divê em meseleyê ne tenê ji derfetên ku dengên hilbijêrên Kurd çêbûne, bibînin. Dema DEM Partiyê li ser ‘Lihevkirina Bajêr’ piştgirî da Îmamoglûyê, ev zemînek çêkir ku gelek beşên cuda ên civakê beralî Îmamoglûyê bibe. Beşekî mezin a civakê ku ji ber sedemên cuda ji Îmamoglûyê yan jî CHP’ê dûr disekînin, lê tu têkiliyên wan bi Erdogan re nînbû, ji ber ‘Lihevkirina Bajêr’ beralî Îmamoglûyê bûn. Ji ber vê yekê formulasyona ‘Lihevkirina Bajêr’ bi serê xwe argumanekî pir girîng e ku hişt Îmamoglû bi ser bikeve. Jixwe dewlet jî ji ber vê yekê beralî vê derê bû. Bi taybetî hewl da êrîşên xwe li ser ‘Lihevkirina Bajêr’ bidomîne. Bi kurtasî ‘Lihevkirina Bajêr’ di vê êrîşê de wekî argumanekî pir bingehîn hatiye bikaranîn, ji ber ku meseleya Kurd di navîna hemû meseleyên siyasî yên li Tirkiyeyê de ye.”
Tûnc wiha berdewam kir: “Li welatekî demokratîk ne êrîşekî bi vî rengî li dijî Îmamoglû dibe, ne jî pirsgirêka Kurd hîna dimîne. Ji ber ku em di nava pergalekî dij demokratîk, faşîst û otokrat de dijîn, hem em pirsgirêkekî bi vî rengî dijîn û hem jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd dewam dike. Eger hûn ne di nava nêzîkatiyekî demokratîk de bin, eger hûn ji ber vê yekê êrîşî Îmamoglû bikin, hûn nikarin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de helwestekî rast raber bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, tê wateya pêşketina demokrasiyê. Bidestxistina mafên Kurdan e. Banga Birêz Abdullah Ocalan, daxuyaniyên siyasetmedarên Kurd û DEM Partiyê heye û naveroka wan bi temamî ev e; Ev pirsgirêk ne tenê nedayîna mafên Kurdan e. Berovajî herî kêm dihêle ku mafên Kurdan di astekî de were dayîn. Yanî divê şertê perwerdehiya bi zimanê dayikê û xweseriya di rêveberiyên herêmî de were qebûlkirin, rewşa girtiyan were serarastkirin û berdan. Nexwe ne pêvajoyekî ku li gorî talîmatên dewletê ku dibêje, ‘Vê bikin an vê bikin’ were tevgerîn.
Heta ku dewlet demokratîk nebe pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, wê êrîşên wekî li ser Îmamoglû dewam bikin. Ji ber vê yekê rasterast girêdanbûn di navbera êrîşa li ser Îmamoglû û neçareserkirina pirsgirêka Kurd de heye.”