Serokwezîrê Malezyayê Enver Ibrahim diyar kir ku wê 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê di çarçoveya bernameya vegerandinê ya nû de li welatê wan vegerîne.
Ibrahim li parlamentê axivî û got, di 6-7’ê Kanûnê de bi sê keştiyên hêzên deryayî hezar û 500 kes, tevahiya meha Kanûnê jî zêdeyî 5 hezar 300 kes bi balafirê li Myanmarê bêne vegerandin. Hate ragihandin ku lêçûnên vegera bi balafirê wê ji aliyê Myanmarê ve bê dayin.
Malezyayê dawiya meha Îlonê nêzî hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerandibû welatê wan.
Rêxistinên Mafên Mirovan hişyariyê didin ku li Myanmarê şerê navxweyî heye, lewma vegerandin dibe ku jiyana koçberan bixe nava xeteriyê.
Biryara vegerandinê piştî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li Laheyê hate dayin ku Myanmar bi sûcê qirkirinê ya li dijî hindikahiyên Rohingyayê yên Misilman mehkûm kiribû. Rohingyayî beşeke girîng a ji wan penaberan e ku ji Myanmarê reviyan e.

