Li gorî lêkolînekê ku psîkologên Zanîngeha Heîdelbergê ya Elmanyayê, guman anî ser wê teza ku digot leza mêjî beriya ku giran bibe di 20 saliyê de digihije asta xwe ya herî zêde.
Psîkologan encama lêkolînên berê nirxand, ku di lêkolînê ji milyonekî zêdetir mirov xwestibû ku wêne an jî peyvan rêz bikin, ku ev peywirek biryardayinê hewce dike.
Li gorî encamên lêkolîneke ku di kovara Nature Human Behavîour de hatî weşandin, dema helwestana giştî ya li peywira biryardanê, bi teqezî, bi temenê mirov re zêe dibe, lê norologê Nexweşxaneyên Zanîngeha Cinewê (HUG) û dîrektorê navenda bîrê, Gîovannî Frîsonî diyar dike ev qonaxên wiha ne ku li pey hev tên.
Norolog Frîsonî ku tevlî bernameya La Matînale ya medyaya RTS ya Swîsre bûyî got, ”Çend fenomen hene. Ya pêşî; têgihîna hişyarkarê, mînak dîmenek. Ya dî têkilî biryardanê bixwe ye. Piştre piştrastkirin tê û qonaxa çaran bersiv e: Pê li bişkokê kirin.”
Lêkolên Elman modêleke matamatîkî ceribandin û wiha li dema helwestanê hûr bûn. Lêkolan, bi vî rengî du qonax diyar kirin ku bi temenê mirov re diguhere: Piştrastkirin û kêrhatinên motorî.
Ji cihêtiyên şexsî bêrî, mêjiyên ciwan ên 20 salî, bi dilxwestinî qonaxa piştrastkirinê, bi vê re jî lezê diqevêzin. Ji 30 saliyê û pê de mêjiyê bi bêhna fireh zêdetir li qonaxa piştrastkirinê radiwestin û xebata zêhnî heta 60 saliyê digihije lezekê.
Ev lez piştre hêdî hêdî kêm dibe. Tenê piştî 80 salî performans bi maneya rastî kêm dibe. Li gorî lêkolînê, serdema zêrîn a zêhna me tenê çend 10 salan didome û bi kêmanî heta dema kariyereke profesyonel wiha didome.