Di daxuyaniya Milîsên Serpîl Polat ên HBDH’ê de hate gotin, “Li dijî komployoa navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya girankirî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê dewam dike, me li metropolên Stenbol, Îzmîr û Bûrsayê hin çalakî kirin.”
Li gorî daxuyaniyê di 6’ê Cotmehê de li taxa Ûlûabat a navçeya Karacabey a Bûrsayê febrîqeyeke paletê hate şewitandin.
Hate ragihandin ku milîsên wan 9’ê Cothemê jî li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Li gorî daxuyaniyê êvara 9’ê Cotmehê li Sîteya Pîşesaziyê ya Mermercîler a li Beylîkduzu/Yakûplû ya Stenbolê avahiya ‘Lîtera Tekstîl’ê hate şewitandin.