Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê: Em ê bi gel re li dijî narkotîkê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê banga hevrûbûna Komkujiya Pirsûsê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna komkujiya Pirsûsê: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa bajarê Wanê ya DEM Partiyê: EM ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz li Wanê bi heybet hat pîrozkirin
Kurdistan

Newroz li Wanê bi heybet hat pîrozkirin

Newroz li Wanê bi awayekî bi heybet hate pîrozkirin. Beşdarên pîrozbahiyê xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derketin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Wanê Newroz her sal bi heybet tê pîrozkirin îsal mohra xwe li pîrozbahiyan xist. Bi deh hezaran kesan qada Newrozê ya li rex Keleha Wanê tije kir. Newroz bi dirûşma “Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” hat pîrozkirin û Newroz îsal bû Newroza dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina paradîgmaya wî.

 Welatiyên Wanê ji saetên sibê berê xwe dan qada Newrozê û saetên beriya bernameya Newrozê ku dihat plankirin saet di 10:00 de destpê bike li dora qadê kom bûn. Welatiyên ku li benda destpêkirina pîrozbahiyê bûn, di demeke kurt de qat tije kirin. 

 

Dihat payîn ku roja pîrozbahiyê baran bibare, lê gel guh neda baranê û herikîn qada Newrozê. Dema pîrozbahî dest pê kir li qadê bi derketina tavê coşa Newrozê zêdetir bû. Gelê Wanê bi rojane li benda pîrozbahiyê bûn. Her ku dem derbas dibû li qadê hejmara girseyê zêdetir dibû. Li çar aliyên bajêr gel diherikî qadê. 

Qad bi alên kesk, sor û zer yên DEM Partî û DBP’ê hat xemilandin. Li dora dîkê û li hinek cihên qadê pankartên;  ‘Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî’, ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratik’, ‘Bê Azadiya Jinê Sosyalîzm Nabe’, “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” hatin daliqandin. 

 Gotina Ocalan a ‘Azadiya min dikare li ser bingeha azadiya elê min bibe’ weke pankart li qadê hate daliqandin. Bi vêxistina agirê Newrozê re coşe girseyê derket lûtkeyê. 

Piştî axaftinên destpêkê yên li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, li gorî rêzê hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivîn. 

Di axaftinan de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan derket pêş. Di axaftinan de texrîbata rejîma zextker bi sala ye bi xwe re aniye hate vegotin û her wiha geşedanên têkildarî statuya Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên sereke yên axêveran bûn. Axêveran bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû û gelek kesan dan. Hêrs û berteka li dijî tayînkirina qeyûman hem di axaftinan de hem jî di helwesta gel de derket pêş. Jixwe dema hevşaredar Şedal û Zeydan derketin ser dikê, berteka li dijî qeyûman derket lûtkeyê. 

 Di dema axfaftinan û piştî axaftinan her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di dema vekirina posterê mezin ê Rêber Apo de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di heman demê de li gelek cihan posterên Ocalan hatin hilgirtin. 

Bi taybet jî beşdariya zêde ya ciwanan bal kişand. Vê jî bi xwe re coşa qadê hêj mezintir kir. 

Jinên ku qad tije kirin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Daxwaza azadî û aştiyê ya jinan, hem dema Dayikên Aştiyê derketin ser dikê hem jî di dema silavkirinê de bêhtir şênber bû. 

Di saetên pêş de hema hema girseya li qadê tu qet zêdetir bû. Li gel nava hefteyê jî bû, di nava rojê de sîrkulasyoneke zêde bal kişand. 

Coşa girseyê, dema hunermend derketin ser dikê derket lûtkeyê. Hunermend Fîkret Goyî, Arhat û Rojdayê bi performansên xwe rê li ber coşeke mezin vekirin. 

Piştî performansa Rojdayê, gel dîsa dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 

Wanê careke din dîrok nivîsand; Keleha Wanê ya dîrokî jî şahidiya vê kir. Gelê Wanê ku berteka xwe ya li dijî rejîma qeyûm nîşan da, li qadên Newrozê careke din îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê da. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Iraqê êrîşî Şengalê kir û dorpêç kir: Gel li dest bi berxwedanê kir
Nûçeya Pişt re Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê: Pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’

Hîndekara DEMOS û Zanîngeha Derby Dr. Nîsan Alici, destnîşan kir di gavên bingehîn ên wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên ji Amûdê daxwaza berdana girtiyan kirin

Malbat û zarokên dîlgirtiyên ji bajarê Amûdê bi çalakiyekê banga berdana dîlgirtiyên ku ji meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Aslan ê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin

Mehmet Emîn Aslan ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?