Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 10 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nîlufer Koç: Di polîtîkaya derve de siyaseta dij bi Kurd dewam dike
Rojane

Nîlufer Koç: Di polîtîkaya derve de siyaseta dij bi Kurd dewam dike

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç anî ziman ku hem di nava dewletê de derdoreke êrîşkar heye ku çareseriyê naxwaze, hem jî di polîtîkaya derve ya Tirk de dijminatiya li Kurdan dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku di ser banga Rêber Apo re 2 meh derbas bûne, lê belê dewletê gaveke ber bi çav û şênber neavêtiye.

Nîlufer Koç ji ANF’ê re axivî û got, “Banga Rêber Apo di nava du mehên derbasbûyî de gelek pêşketinên girîng bi xwe re afirand. Hem li qada civakî nîqaşeke cidî bi xwe re anî hem jî di nava hemû derdoran de hêviyek afirand. Rêber Apo stratejiyeke welê danî holê ku her kesî tevlî vî karî dike. Pêvajoyeke welê ye ku hem bi aliyê Kurdistanî hem jî bi aliyê muxalefeta Tirkiyeyê her kesî tevlî dike. Lewma ma pêvajoyeke gelekî xurt û berfireh a du mehan li pey xwe hişt.”

Koç anî ziman ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de projeyek e û bi dewamî got, “Ji bo guherîna polîtîkaya dewletê ya sed salan a înkar û qirkirinê, projeyk pêşkêş kir. Ji bo karibe pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe divê bi rola xwe rabe û ji bo vê jî divê şert û merc bêne afirandin.

Dewlet di vê mijarê de bi demê re mijûl dike. Pêvajoyek ji du mehan di ser re derbas bû, lê belê hîn gaveke şênber nehatiye avêtin. Ya rast banga 27’ê Sibatê karê dewletê hêsan kir. Li gorî tecrûbeyên danûstandinê yên din, nêzîkatiyeke gelekî cuda hate nîşandan. Nêzîkatiyeke ku karê dewletê hêsan kir, ji ber ku aliyê Kurd li pişt gorina Rêber Apo sekinî. Gel ev yek di Newrozê de nîşan da. PKK’ê bi ragihandina agirbestê bersiv da vê yekê. Aliyê Kurd di vê mijarê de zelal e. Bi qasî zelaliya Rêber Apo aliyê Kurd jî zelal e. Pirsgirêk ew e ku dewletê di nava du mehan de gavek neavêtiye. Her wiha di nava dewletê de hin alî hene ku naxwazin şer bi dawî bibe. Şer nesekinî. Çekên kîmyewî têne bikaranîn. Her wiha aktorên ku wê tevlî avakirina civaka demokratîk bibin têne girtin. Êrîş û zext li ser muxalefeta li Tirkiyeyê û hêzên şoreşger heye. Li aliyekî bersiveke bi vî rengî tê dayin. Ev yek aliyê bi rîsk ê vî karî ye.”

Nîlufer Koç anî ziman ku dewlet bi dilxwazî tevlî vê karî nebû û got, “Welê tê fêhmkirin. Berxwedana mezin a Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe weke faktora navxweyî nîşan da. 10 sal in berxwedaneke mezin hate nîşandan. Hem li eniya gerîla hem jî li elilya gel û siyasetê berxwedaneke mezin hebû. Vê yekê zor da dewletê. Ya duyemîn jî li parçeyên din ên Kurdistanê vaye li Rojava, li Iraqê Kurd gihîştineke asteke xurt. Vê yekê pozîsyona Kurdan a li herêmê bi temamî guhert. Ya rast ji Şoreşa Rojava û vir ve di dîplomasiya navneteweyî de Kurd êdî veguherîn muxatabekî hevgirtî, cihê baweriyê. Vê yekê kir ku Kurd bi rengekî mezin qezenç bikin Kurd li Rojhilata Navîn veguherand aktorekî Ev yek di polîtîkaya derve de ji bo dewleta Tirk bû zextek.”

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê bal kişand ser dijberiya li Kurdan a di polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de û got, “Ya ku Wezareta Karên Derve ya Tirk dike, berevajî polîtîkaya navxweyî ye. Divê bê zanîn hem zimanê Devlet Bahçelî hem yê Tayyîp Erdogan û polîtîkaya derve ji hev cuda ne. Bi dîtina min ev polîtîkaya derve wê bi ser nekeve. Kurd li ku derê sîstemekê ava bikin zerarê nadin berjewendiyên kesî. Xwedî helwesteke gelekî demokratîk û lihevkirinê ne. Bi dîtina min ev yek baş tê pêkanîn û dîtin.”

Nîlufer Koç destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere demokrasiyê divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve û got, “Heta ku li Îmraliyê be çûn û hatina Îmraliyê wê di bin kontrola dewletê de be. Ev jî tê wê wateyê ku dewlet kengî bixwaze wê destûra hevdîtinê bide. Weke ku 26 sal in dike, dema dixwazin têkiliyên qut dikin. Eger Rêber Apo ji wir derkeve û bibe xwedî derfet ku karibe bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, ev yek wê guhertineke bingehîn bi xwe re bîne. Naxwe em ê li rewşa berê vegerin. Qonaxa derbasbûnê krîtîk e. Kilîda wê Rêber Apo ye lê belê divê her kes tevlî vê pêvajoyê bibe, xwe aktor bibîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê ji bo daxwazên xwe yên aştî û aboriyê li qadan bin’
Nûçeya Pişt re KCK: Di 1’ê Gulanê de em yekitî û piştevaniyê xurt bikin, têkoşînê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Eşrefiyê pevçûnên dijwar diqewimin

Komên çete bi tang û çekên giran êrişî taxa Eşrefiyê ya Helebê dikin. Hêzên Ewlekariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Şengalê meşiyan: Em ji bo tevlîbûna berxwedanê amade ne

Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?