Bidawîkirina xizanî û birçîbûnê ya bi temamî ji armancên welatên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo sala 2030’î ne. Lê belê li gorî Alvaro Larîo armancên li ser mijara birçîbûn û xizaniyê wê nikaribe bi cih bêne anîn.
Larîo birçîbûn û xizanî weke meseleyeke siyasî pênase kir û got, “Li cîhaneke ku têra her kesî dike çawa dibe ku bi sedan milyon mirov birçî dimîne?”
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) welatên bi pêş dikevin û yên kêm pêşketî ne, di nava çirava deynan de ne. Dema ku kêmasiya nezelalî û nelirêtiyê jî li vê zêde dibe hingî bicihanîna armanca li ser birçîbûn û xizaniyê zehmet dibe.
Di rapora pêşketinê ya dawî ya NY’ê de tê dîtin ku armancên pêşketinê di asta ji sedî 80’î de lawaz û paşdemayî ne.
Mînak, li gorî pêşdîtinên li qada perwerdeyê, ji ber razemeniyên kêm ên bi salan heta sala 2030’î nêzî 84 milyon zarok wê li derveyî dibistanan bimînin, 300 milyon zarokên xwendinê dewam dikin an jî ciwan jî wê bêyî ku hînî xwendin û nivîsandinê bibin ji dibistanê qut bibin.
Her wiha eger polîtîkayên heyî yên global neyê guhertin, wê pêkanîna armanca li ser wekheviya jin û mêr 286 salan dewam bike.
Daneyên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku armancên 2030’î di mijara jin û ciwanan de jî wê pêk neyên. Li gorî daneyên NY’ê eger pêşketin nebe wê heta sala 2030’î 340 milyon zarokên keç û jin di nava xizaniyeke giran de bin, 110 milyon jin û zarokên keç jî wê ji derfetên perwerdeyê bêpar bin.
NY’yê her wiha diyar kir ku guhertina avhewayê bandorê li ewlehiya xurekê ya ji bo zarokan dike, li gel hejmara heyî wê 131 milyon mêr û 246 milyon jin û zarokên keç li hemberî pirsgirêka xurekê têbikoşin.
NY’yê ragihand ku hejmara jinên li qadên şer li gorî sala 2017’an bi rêjeya ji sedî 50 zêde bûye, di sala 2022’an de gihîştiye 614 milyon jinan û diyar kir ku ji bo pêkanîna armanca xurtkirina jinê û wekheviya zayendî, her sal pêwîstî bi 360 milyar dolarên din heye.