Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser Komîsyona Lêkolînkirina Tundiya li Jinê axivî ku wê li Meclîsê bê avakirin. Sakî bi bîr xist ku di 9’ê Cotmehê de ji bo pratîka desthilatdariyê ya 22 salan bê lêkolîn, bandora tundiyê û xisara ku afirandiye bê diyarkirin û guhertina bê kirin tespît bibe, wan daxwaza hevdîtineke giştî kirine. Sakî got, “Ev pêşniyara me bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. Tundiya mêr a ku zêde dibe, dibe sedem ku rojane herî kêm çar jin bêne kuştin, li Stenbolê 4’ê Cotmehê roja Înê du jinên 19 salî Îkbal Ûzûner û Ayşenûr Halîl ji aliyê mêr ê bi navê Semîh Çelîk ve bi hovane hatin kuştin. Jinên ku dibêjin êdî bes e, li gelek bajaran li hemberî kuştina jinan serî hildan û ji bo şermezarkirinê meşiyan. Li ser israra Koma DEM Partiyê û piştgiriya partiyên din ên li muxalefetê, piştî rojekê li Civata Giştî ya Meclîsê hemû koman ji bo avakirina ‘Komîsyona Lêkolînkirina Tundiya li Jinê’ helwesteke hevpar nîşan dan.”
EM Ê XWEDÎ LI PÎVANÊN TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN
Sakî anî ziman ku desthilatdarî ji bo tundiya mêr îdîa dike ku bûyerên yekane-mufretît in û destnîşan kir, desthilatdarî xwe nade ber hesabdayina polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinan ên 22 salan û got, “Di vê komîsyonê de tişta ku em ê destpêkê bikin ew e ku tundiya li jinê ji aliyê têkiliya xwe ya sîstema petriyarkal, serweriya mêr, şert û mercên şer, xizanî re binirxînin. Em gelekî girîng dibînin ku bi şênberî raxin ber çavan ku jêbirina navê jinan ji her deverê, asêkirina jinan bi malbatê re, nîqaşên nafaka, bicihneanîna qanûna bi hejmara 6284, destberdana ji Peymana Stenbolê û polîtîkayên bêcezahiştinê hêzeke çawa dide tundiya mêr. Armanca me ya herî girîng jî ew e ku di van mijaran de bibin xwedî helwesteke hevpar, xwedî li daxwaz û pîvanên tevgera jinê, tevgera femînîst derkevin, guhertinên siyasî û qanûnî di ber çavan re derbas bikin û guhertinên pêwîst bikin.”
EM Ê DI HER GAVÊ DE AGAHIYÊ BIDIN JINAN
Sakî destnîşan kir ku weke jinên ji tevgera jinên Kurd, femînîst û sosyalîst, li dijî tundiya mêr-dewletê û serweriya mêr, wê li her qada jiyana civakî têbikoşin û got, “Em dixwazin endamên komîsyonê û hemû rêxistiniyan bigihînin hev û karekî kolektîf bimeşînin. Bi daneheviyên jinên li cografya Kurdistanê û têkoşîna hevpar a jinên Tirkiyeyî em xwedî wê tecrûbeyê ne ku pirsgirêkê bêyî di nava mekanîzmaya burokratîk de asê bikin, bi perspektîfeke ku qadan û meclîsê digihînin hev binirxînin û li dijî polîtîkayên bi serweriya mêr, li ser bingeha azadî û wekheviya jinê bernameyekê ava bikin. Bi têgihiştina ku bi hemû jinan re em xurt in, em dixwazin karên komîsyonê bi xurtî bimeşînin û di her gavê de jinan ji karên komîsyonê agahdar bikin, bi hev re têkoşînê bimeşînin û bi hev re bi ser bikevin.”