Bi sedan parêzerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, ji ber ku serlêdana wan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebersivandiye, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) protesto kirin. Parêzerên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serokên baroyan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û siyasetmedar Ayla Akat Ata jî piştgirî dan çalakiyê. Parêzeran di çalakiyê de pankarta “Li Îmraliyê hiqûqê pêk bînin, bila tecrîd bê bidawîkirin” vekirin.
Li ser navê parêzeran Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak daxuyanî xwend. Çakmak, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq, maf û azadiyên sereke ji holê hatine rakirin.
Daxuyaniya Çakmak wiha ye: “Mînaka qedexeya hevdîtinên bi parêzer, malbat û vasiyî ya li Îmraliyê di cîhanê de tune ye. Îmrali veguherandine cihekî wisa derasyî ku pêvajoya îdarî û darazî ya têkildarî qedexeyên parêzer û malbatan de bi awayekî derhiqûqî ji parêzeran veşarî tê meşandin, parêzer nikarin pîşeya xwe pêk bînin, tevahiya têkiliyên bi cîhanê re hatine qutkirin, 42 meh in tu agahiyên hiqûqî û mirovî nayên girtin, venêrîneke hiqûqî û mirovî lê nayê kirin, ewlehiya hiqûqî û pêşdîtin li wir ji holê hatiye rakirin, di şert û merc û rejîmeke derasayî ve tê birêvebirin.
Li Girtîgeha Îmraliyê, her sê mehan carekê cezayên disiplînê li girtiyan tê birîn û bi vê yekê re hevdîtinên bi malbatan re tên qedexekirin û ev rewş bi salan e tê berdewamkirin. Lêpirsînên disiplînê, cezayên disiplînê û pêvajoya înfazkirinê ya têkildarî van, tevî hemû serlêdanên parêzean jî bi awayekî veşarî tê domandin; daxwazên ji bo qeydên UYAP’ê, delîl, bingeh û belgeyan tên redkirin.
‘PERGALA ÊŞKENCEYÊ PÊK TÎNIN’
Bi vê munasebetê, darizandin û pêvajoyên cezayê yên li Îmraliyê bi awayekî veşarî û taybet tên meşandin, li derveyî îtîraza destûra bingehîn û venihêrîna serlêdanê jî tê hiştin. Ceza bi awayekî periyodîk tên dayin û dema parêzer di van deman de îtîrazan dikin jî, ev îtîraz tên sekinandin û esas nayên girtin. Bi vê yekê re cezayên disiplînê li ser girtiyên ku têkiliya wan bi temamî ji cîhanê hatiye qutkirin re, li ser girtiyên ku tu alîkariya hiqûqî nagirin bi awayekî korsan tên teqezkirin. Rejîmeke cezakirinê ya ku qanûnan li gorî xwe dinirxîne û bingeha êşkence û muameleya xerab ava dike hatiye avakirin. Ji bo van cezayên disiplînê yên ku hatine plankirin, hincetên weke ‘di aktîvîteya sporê de volta avêtiye’ tên nîşandan û bi vê yekê re hevdîtinên bi malbat û vasiyan re tên qedexekirin.
BI DEHAN SERLÊDAN HATIN KIRIN
Li dijî van sepanên êşkenceyê yên bi rêya van cezayên disiplînê tên kirin û binpêkirinên mafan ên sîstematîk, di nava 9 salan de bi dehan serlêdan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin. Di 12 salên ewil de hevdîtinên bi parêzeran re yên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derqanûnî hefteyê tenê bi saetekê hate bisînorkirin lê belê bikaranîna vî mafî jî her tim bi hincetên weke ‘muxalefeta hewayî’, ‘keştî xerabe ye’ û hwd. gelek caran hate astengkirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha jî hevdîtinên parêzeran ên li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî hatine qedexekirin.
BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DIXIN MERIYETÊ
Ji vê dîrokê heta roja me, tenê di navbera mehên Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtinên parêzeran ên îstîsnaî çêbûne. Ji bilî wan tu hevdîtin nehatine kirin. Beriya niha hincetên weke ‘muxalefeta hewayî’, ‘keştî xerabe ye’ û hwd. pêşî li parêzeran digirtin lê ji Tîrmeha/2016’an ve Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi awayekî derhiqûqî her 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran dide. Biryarên qedexeyê her 6 mehan carekê bi awayekî periyodîk tên dayin û weke sepaneke sîstematîk di meriyetê de ye.
Qedexeyên behsa şert û mercên girtî tê de tên ragirtin li dijî qedexeya êşkenceyê ne û divê tavilê daxwaz û giliyên parêzeran ên ji bo hevdîtinê esas bên girtin û esas û bingehên biryarên qedexeyê ji parêzeran re bên şandin. Divê daxwaza parêzeran a ku çêkirina qeydên UYAP’ê jî ji hêla Dadgeriya Înfazê ve bi awayekî derhiqûqî tên redkirin. Li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran ku bi awayekî veşarî tên birêvebirin, ji venêrîna qanûnî re girtî, ji bingeheke qanûnî bêpar, yên rê li ber rewşên ragirtinê yên dermirovî vedike, yên pêşiya wan nayê dîtin û xwe dispêrin hincetên giştî û razber, di nava 9 salan de gelek serlêdan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin.
BERTEK NÎŞANÎ AYM’Ê DAN
Li dijî van muameleyên dermirovî yên me vegotin û yên mîna wan, ji sala 2015’an heta niha tevahiya serlêdanên li ser navê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo AYM’ê hatine kirin, bi demê re hatin vehêlandin û tên bêbandorkirin. Li djî qedexeyên hevdîtinê yên ji bo domandina rewşa agahînegirtinê (Incommunicado), cezayên disiplînê yên xapînok û tu bawerî pê nayê, qedexeyên parêzer û axaftina li ser telefonê yên derqanûnî û ji bingeheke madî dûr, di nava 9 salan de zêdetirî 50 serlêdan hatine kirin. Lê belê AYM’ê xwe ji bersivandina van serlêdanên li hemberî şert û mercên tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tên kirin dûr girt, biryar neda û di mijara domandina vê derhiqûqtiyê de roleke bibandor lîst.
Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn birêz Kadîr Ozkaya, di axaftina ku demek nêz kiribû de wiha got; “Yên ji heqiyê dûr dijîn, nikarin xwe ji neheqiyê xelas bikin. Bila kîn û hêrsa we ya li hemberî civakekê we ber bi bêedaletiyê ve nebe. Bibin dadgerên wisa ku mînaka edaletê bin. Tu sedem bila tu caran we ji heqiyê dûr nexe; bila nekin ku hûn ne bi edalet tevbigerin. Bêyî ku li nîjad, ol, ziman, reng û hwd. binêrin, dema zilmek hate kirin bi dilwêrekî mudaxile bikin. Ev yek, mecbûriyeteke ji mirovbûna me ye, deynekî jiyanî û wijdanî ye.”
JI BO KURDAN HIQÛQ NAYÊ CÎBICÎKIRIN
Lê belê dema mijara behsa xeberê dibe kurd, di pratîkê de gotinên Serokê AYM’ê nayê cîbicîkirin. Ev yek di biryarên AYM’ê yên têkildarî serlêdanên Roboskê, Qedexeyên Derketina Kolanan, Komkujiya Pirsûsê û Komkujiya Gara Enqereyê de bi eşkereyî hatin dîtin. Her wiha li dijî Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ku bi sala ye destûra bingehîn û qanûn lê hatine betalkirin, zêdetirî pêncî serlêdan hatin kirin lê heta niha jî AYM’ê ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinên mafan ên giran û ji bo tevdîran tu biryar nedan. Vê jî derbekî giran li baweriya bi hiqûqê xistiye.
TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
Weke encam; divê rejîma tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin û bingeha çareserî û guftûgoyê were pêşxistin. Ji bo Tirkiye veguhere dewleteke hiqûqa demokratîk, ji bo krîzên aborî û civakî yên heyî bên çareserkirin ev yek dê roleke girîng bilîze. Di vê çarçoveyê de hewceye AYM jî di mijarên guftûgo, aştî û lihevkirinên demokratîk de xwedî helwest be û bi biryarên biedalet ên li dijî Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê re dikare feydeyê bide çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê.
BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN
Weke encam; em bang li AYM’ê dikin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tên kirin berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Em rêgezên Destûra Bingehîn û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî bi bîr dixin û dixwazin ku AYM biryar û tevdîrên kul van binpêkirinên behsa xeberê ji holê radikin tavilê bide.”
HEWLDANA EDALETÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku wan li dijî Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ava kirine û dê tecrîdê ji hemû mirovahiyê re vebêjin. Turkdogan anî ziman ku wê tecrîdê ji hemû partiyên siyasî, rojnamevan, rewşenbîr, dîplomat û hwd. re vebêjin. Ozturk wiha domand: “Çawa dibe ku ev 43 meh in agahî ji birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê girtin? Weke ku tiştekî asayî be tevdigerin. Em vê qebûl nakin. Di hemû pêvajoyên aştiyê de Tirkiyeyê birêz Ocalan muxatab girt. Divê em pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Rêya vê jî ji Îmraliyê re derbas dibe.”
‘ABDULLAH OCALAN ÎRADEYA BI MILYONAN E’
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî bertek nîşanî AYM’ê da û ev tişt anî ziman: “AYM li gorî fermanên AKP’ê tevdigere. Li vî welatî, li Îmraliyê tecrîd heye. Ev 43 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Ji kesekê bi milyonan kes jê re dibêje îradeya min, tu agahî nayên girtin. Tu eleqeya tecrîdê bi hiqûqê re nîne. Bi biryarên siyasî tê domandin. Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke diyarker e. Gelo îro çima li Îmraliyê tecrîd heye? Ji ber ku desthilatdarî heyî dijminatiyê li kurdan dike.”