Pênc şoreşgerên 9’ê Gulana 2010’an ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Evînê ya Tehranê hatin darvekirin; Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Alî Heydaryan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan di salvegera 15’an a darvekirinê de têne bîranîn.
Li gel 15 salên di ser re derbas bûne têkoşîn û berxwedana van her pênc şoreşgeran di hişê gelan û lêgerîna azadiyê de ye.
Her pênc kesayet ne tenê girtiyên siyasî bûn, di heman demê de berxwedêrên bi rûmet bûn ku hewl didan aştî, azadî û wekheviya gelan biafirînin. Mîrateya wan îro di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de ya li dora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ji girtîgehan heta bi çiyê di nava berxwedanê de dewam dike.
Ferzad Kemanger sala 1976’an li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di nava Sendîkaya Mamosteyan û rêxistinên hawirdorê de çalak bû. Kemanger xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hînî zarokên Kurd dikir. Di heman demê de weke parêzvanekî mafên jinan û nivîskarekî dihate naskirin. Tebaxa 2006’an li Tehranê hate girtin. Li dadgehê destûr nehate dayin ku xwe biparêze û cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Şîrîn Elehmûlî bû yek ji sembolên têkoşîna jinên Kurd. Elemhûlî ku dema hate girtin bi Farsî nizanîbû, mafê darizandineke adîl jê re nehate dayin. Li girtîgehê li gel êşkenceya giran tawîz ji nasname û baweriya xwe neda. Bi berxwedana xwe bû sembolek ji bo jinan.
Alî Heydaryan û Ferhad Wekîlî ji pêşengên têkoşîna aştiyane ya ji bo mafên siyasî yên gelê Kurd bûn. Bi sûcdariya ‘gel li ewlehiya dewletê’ ya rejîma Îranê xwarine, ji pêvajoya darizandina wekhev bêpar hatin hiştin.
Mehdî Îslamiyan kesayetekî ne Kurd bû. Lê belê di têkoşîna wekhevî û azadiyê de di hevpariya gelên cuda de gihîşt hev. Darvekirina wî weke nîşaneya polîtîkaya dewleta Îranê ya ji bo bêdengkirina komên ji bawerî û etnîkên cuda hate dîtin.