Endama Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê psîkolog Bêrîtan Guneş Altin ji ANF’ê re axivî.
Bêrîtan Guneş Altin têkildarî ferzkirina perwerdeya bi zimanê Tirkî ya li ser zarokên li Kurdistanê got, “Ev yek tundiyeke û ji aliyê zanistî ve encamên xwe yên travmatîk hatiye tespîtkirin. Zarok bi zimanê dayika xwe cîhanê nas dikin. Hest û fikrên xwe bi vî rengî diafirin. Hişê warê xwe bi zimanê xwe yê dayikê qeyd dikin. Ya ku me dike em zimanê me yê dayikê ye, nasnameya me ye, şêweyê me yê fêhmkirina cîhanê ye. Niha zarokekî 5-6 salî li zimanekî derveyî zimanê xwe yê dayikê rast tê, ev yek dibe sedema bêwatebûn û valahiyeke cidî. Ev yek yekser tundî ye, divê bi vî rengî bê pênasekirin. Ji xwe weke tundiyeke mejî zimanê wan hatiye qedexekirin, di ser re tundiya fîzîkî jî li wan tê kirin. Axaftina bi Kurdî di asta dîtina tundiyê de tê pêşwazîkirin û ev yek dikeve mejiyê zarok. Bi rengekî travmatîk ji bo neyê binpêkirin timî hewl didin bi zimanekî cuda biaxive. Herî zêde ji bilêvkirina gotineke şaş ditirse û welê li zarok tê ku nikare xwe îfade bike. Mirov dema ku xwe bi zimanekî cuda îfade dike, li şûna tişta bibêje li ser şêweyê gotina wê difikire. Ji ber van hemûyan zarok ji dibistanê sar dibe. Li Kurdistanê rêjeya terikandina dibistanê gelekî bilind e. Di bin navê perwerdeyê de li tundiya psîkolojîk rast tên û ev rewş li dijî Peymana Mafên Zarokan e. Di peymanê de tê destnîşankirin ku di her şert û mercî de divê sûda ji bo zarokan li ber çavan bê wergirtin. Mafên ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatine qebûlkirin, çima bi destê zarokên Kurd, Suryan û Laz nakevin? Bi salan e em li vê pirsê dipirsin. Ev yek ji aliyê pêşketinan zarokan a psîko-civakî, avakirina nasnameya li ser paşeroja zarokan meseleyeke gelekî cidî ye ku bi peymanên navneteweyî hatiye parastin. Weke derûnnasekê ji bo pêşketina derûnî, mejî û şexsî ya zarokekî, ji bo diyarkirina paşeroja xwe divê bi zimanê ku xwe baş îfade dike û xwe rehet hîs dike, divê perwerdeyê werbigire.”
Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku ya ne serketî zarok nîne, lê belê polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên sed salî ye û got, “Yek ji rojevên me yên sereke ev e. Weke psîkologên Kurd, weke DER-MEZ’ê em hewl didin timî li ser vê yekê bisekinin. Em dibêjin, wernegirtina perwedeya bi zimanê dayikê bandorê li li tevahiya jiyana zarokan dike. Vê yekê nakin, lê belê dibêjin ku li Kurdistanê serketina akademîk kêm e. Ev ne surprîz e. Em bi salan e dibêjin, zarokên ku nikarin bi zimanê dayikê perwerdeyê werbigirin ji aliyê serketina akademîk, adaptasyona dibistanê û hurmeta kesayetiya akademîk ve kêm dimînin. Li gel pirsgirêka baweriya bi xwe her wiha bandorê li paşeroja zarokan jî dike. Di nava van şert û mercan de ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji zarokan hatiye standin, nabe ku zarok neserketî bêne îlankirin. Ev yek neserketîbûna sîstemê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin.”
Bêrîtan Guneş Altin destnîşan kir ku divê ev sîstema dibe sedeam travmayê bê guhertin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê afirandin û sîstemeke nû ya ku xwe dispêre ûsilên zanistî bê avakirin.