Di 8’ê Kanûna 2024’an de bi hilweşîna rejîma Esad re, hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bûn. Tevî ku hilweşîna rejîmê bi temamî dawî li pevçûn û aloziyên li welêt neanî jî, civaka navneteweyî yekser bi Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) re têkilî danî û dest bi nîqaşên li ser avakirina Sûriyeyeke nû kir.
Di qonaxa derbasbûnê de Ebû Mûhammed El Colanî, her çend mîna serkêşê komeke çekdarî bê dîtin jî, aktorên navneteweyî li bendê ne ku veguhere kesayetek siyasî. Ev pêvajo bi nûçeyên komkujiya Elewiyan a li herêmên peravê re nixumî û rastî nerazîbûnên cidî ên navneteweyî hat.
Di nava vê nediyariyê de pêşketineke dîplomatîk a berçav li Şamê rû da. Serokê HTŞ’ê Colanî û Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî peymaneke ji 8 xalan îmze kirin ku mafên destûra bingehîn ên Kurdan jî di nav de hene. Ev lihevkirin ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê çi wateyê? Wê bandoreke çawa li siberoja Kurdên li Sûriyeyê bike? Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê têk çû?
Profesorê Dibistana Zanistên Civakî û Pisporê Rojhilata Navîn ê Parîsê Hamît Bozarslan li ser pêşketinên li Sûriyeyê rû didin ji ANF’ê re axivî.
Prof. Bozarslan, behsa peymana ku di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê HTŞ’ê El-Colanî hatî îmzekirin kir û got, “Peyman her çend pêşketineke dîrokî be jî, ji bo şîrovekirineke teqez hê gelek zû ye. Xala herî girîng ku Mezlûm Ebdî destnîşan dike, qebûlkirina rêgeza nenavendîbûnê ye. Tê zanîn ku wê Rêveberiya Xweser a heyî biguhere, lê sînorên vê guhertinê ne diyar in. Di sibrojê de dê rêveberiyek teng ku tenê herêmên Kurdan vedihewîne hebe an jî dê rêveberiyeke xweser a mezintir were avakirin? Diyar e ku di navbera HTŞ’ê û Kurdan de li ser vê mijarê ku xala herî mezin a aloziyê bû, lihevkirinek çêbûye.
Xaleke din a krîtîk a di peymanê de, veguhastina saziyên heyî ji bo dewletê ye. Ev nayê wê wateyê ku divê avahiyên heyî bi temamî ji hev bên xistin. Eger pêvajoya nenavendîbûnê di çarçoveya desentralîzasyonê de dewam bike, dikare xweseriya diyarkirî were domandin. Lê belê pêvajo nediyar e û di vê demê de zehmet e ku şîroveyên zêdetir werin kirin.
Li aliyê din, komkujiya Elewiyan a li Lazkiye nerazîbûneke mezin bi xwe re anî. HTŞ’ê berpirsyariya êrîşan negirt ser xwe. Ev yek nîşan dide ku ev kom an kontrola wan li ser mîlîsan qels e yan jî polîtîkayeke durû dimeşîne. Ne diyar e rejîmeke bi vî rengî di dema pêş de li hemberî Kurdan stratejiyeke çawa bimeşîne. Ji ber vê yekê pêwîste Kurd hişyar bin. Hebûna DYE’yê ya li herêmê, herî kêm heta niha ji bo Kurdan misogeriyeke girîng bû. Lê belê, ne diyar e ku dê ev çiqas bidome. Niha jî berdewamiya hebûna DYE’yê ya li herêmê ji bo Kurdan garantiyek e.”
Prof. Bozarslan, diyar kir ku eger ev prensîp bên cîbicîkirin, dê ji bo Kurdan bibe destkeftiyeke mezin û got ku ji ber ku ev tê wê wateyê ku di dîroka Sûriyeyê ya sed salî de cara yekeme ku Kurd weke yek ji hêmanên bingehîn ên welat tên qebûlkirin. Bozarslan wiha domand, “Ev jî diyardeyek e ku rewşenbîr û tevgerên siyasî yên Kurd li Sûriyê ev çend sal in armanca wê dikin. Ji aliyê dîrokî ve, bi taybetî di salên 1920’an û piştî wê de, Kurd di nava du radîkalîzma cuda de cih girtin: Ji aliyekî ve radîkalîzma Sûriyeyê ku armanc dikir bibe beşek ji civaka Sûriyê û ji aliyê din ve jî radîkalîzma Kurd ku armanc dikir bibe perçeyek ji Kurdistanê. Ev rewş gelekî girîng e, ji ber ku qebûlkirina Kurdan weke parçeyekî Sûriyê tê wateya naskirina nasnameya kurd û Kurdistanê. Pêşveçûneke bi vî rengî ji bo Kurdan hem li Sûriyeyê hem jî li herêmê ji aliyê dîrokî ve xwe bi cih bikin gaveke mezin e.
Li Iraqê jî pêvajoyeke bi vî rengî pêk hat. Di salên 2000’î de li Iraqê hem pêvajoyên “ji nûve Iraqkirin” û hem jî “ji nû ve Kurdistanîbûnê” bi hevdû re pêşketin. Eger Kurd weke parçeyekî Sûriyeyê bi mafên destûrî bên qebûlkirin, ev yek ji bo wan wê bibe pêşketineke dîrokî. Lê belê berdewamkirina pêvajoyê ne diyar e. HTŞ’ê niha qelse û hewl tê dayîn bi hêzeke mîna milîs veguhere dewletbûnê. Tê zanîn ku hin komên ku komkujiya Elewiyan pêk anîn di qirkirina etnîkî ya Efrînê de rol lîstin û ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin piştgirîkirin. Pêdivî ye ku HTŞ van koman bi tevahî ji holê rake, lê nayê zanîn ka dê bikaribe vê yekê bike an na. Ji ber vê yekê girîng e ku Kurd li ser pêşvebirina pêvajoya destûrî û avakirina Sûriyeyeke nenavendî bisekinin. Lê belê ji ber nezelaliya pêvajoyê divê bi baldarî tevbigerin.”
Prof. Bozarslan, da xuyakirin ku Suriyeya siberojê dê ne tenê bi rêgezên makezagonî pêk were û got, “Li herêmên cuda, avahiyeke pir tebeqe dikare pêk were ku tê de formûlên civakî û siyasî bên sepandin. Mînak hewceye Xiristiyan û Durzî bibin xwedî mafên nûnertiyên cuda, lê li herêma wan nifûseka wan a qelebalix tune ye. Li Sûriyeyê Kurdan avantajeke girîng bi dest xistin; Ev 12 sal in pergala rêveberiya xweser hatiye rûnişkandin û di warê sazîbûnê de li pêşiya komên din in. Gotina ‘çûyîna Şamê’ ya di nameya Ocalan de dibe ku li şûna têkoşîna çekdarî bal kişandibe ser girîngiya danûstandinan. Hemû hîpotezên Tirkiyeyê yên derbarê Rojava de têk çûne. Eger rêgezên vê peymanê werin bicihanîn, ev yek wê ji bo Kurdan bibe destketiyeke mezin.
Qebûlkirina statûya Kurdan a li Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve û rewabûna Mazlûm Ebdî nîşan dide ku polîtîkayên berê yên Tirkiyeyê têk çûne. Niha Kurd stratejiyeke bi baldarî li ser hebûna DYE’yê ya li herêmê û têkiliyên bi Şamê re dişopînin. Lê belê, veguherandina vê naskirinê di statuyek qanûnî de wê di diyarkirina siberojê de girîng be.”