Alî Bozan diyar kir ku di encama rejîma qeyûman de, şûna projeyên ku rêveberiyên xwecihî li gor pêdiviyên gel pêş xistine, kiryarên di xizmeta armancên îdeolojiya rêveberiya navendî de digirin û bal kişand ser wê yekê di serdena qeyûman de polîtîkayên rant û kontrolê dikevin şûna demokrasiya herêmî. Alî Bozan, polîtîkayên qeyûman û encamên ku ev cara sêyemîn e tên sepandin ji ANF’ê re nirxandin.
Alî Bozan, guherîna di kalîteya xizmetên civakî ya di encama rejîma qeyûman de ku ev du serdem in li Kurdistanê tê sepandin û bandorên wê yên li ser gelê Kurd nirxandin û got: “Berî behskirina bandorên rejîma qeyûman yên li ser xizmetên civakî, divê ku em di serî de behsa rejîma qeyûman bikin ku li Tirkiyeyê veguheriye rejîmekê.
‘POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BÛ KARAKTERÊ MUDAXELEKIRINA CIVAKÊ YA REJÎMA QESRÊ’
DEM Partî û partiyên xwedî heman kevneşopiya sîyasî, ji 1999’an ve dest bi rêvebirina şaredariyan kir. Tecribeya 17 salî ya rêveberiyên xwecihî, di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûman qut bû. Polîtîkaya qeyûman ya ku di sala 2016’an de dest pê kirî, di serî de her çiqas wekî sepaneke li dijî şaredariyên HDP’ê xuya bike jî, bi demê re veguherî pergalekê ku em jê re dibêjin “rejîma qeyûman.” Armanca rejîma qeyûman ne tenê rêveberiyên şaredariyên desteserkirî bû. Destpêkê hedef desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê bû. Lê kiryarên piştî wê û nêzîkatiya desthilatê nîşan da ku qeyûm li her dera jiyanê bi cih bûye. Niha li kolanê hûn pirsa kesekî bikin ku ‘Gelo qeyûm tê gotin çi tê bîra we?’, wê serê ewil bibêje ‘Şaredariyên DEM Partiyê.’
Belkî ev aliyê herî hêsan yê vê meseleyê ye. Pêvajoya veguherîna vê yekê wekî rejîmê jî bi desteserkirina Şaredariyên DEM Partiyê dest pê kir. Û niha rejîmeke wisa ye ku mudaxeleyî jiyana rojane, jiyana kar, cîhana ramanî ya 85 milyonî dike. Ji ber ku pergala heyî hewl dide hemû aliyên jiyanê bixe bin kontrola xwe. Yê ku dixwaze her tiştî di bin kontrola xwe de bigire, qeyûmê herî mezin Erdogan e. Bi pergala hikûmetê ya Serokkomariyê re, wî rayeyên ku makezagon jî nade wî bi kar anîn. Bo nimûne, di hin mijaran de ku nabe ku ji bo wan biryarnameyên serokkomariyê werin derxistin, wî tim û tim biryarname derxistin. Tevî ku di meclisê de xwedî serdestiya hejmarî ye, wisa tevdigere ku heçko baweriya wî bi koma xwe ya di meclisê de jî nayê. Navê vê yekê rejîma qeyûman e.”
BANDORÊN POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ÊN LI SER RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û ARMANCÊN WÊ YÊN POLÎTÎK
Alî Bozan anî ziman ku armanca pratîka xizmetên rêveberiyên qeyûman a li ser civakê, bi temamî rant e û rêbazeke li dijî tunekirina îradeyê ya demdirêj e û wiha pê de çû: “Têra xwe eşkere ye ku armanca qeyûman înkarkirina îradeya gelê Kurd e. Desthilat li bajarên ku dilsoziya siyasî û rêhevalîya bi DEM Partiyê re xurt e û di warê temsîliyetê de vê datîne holê, bi siyaseteke zordar hewl dide rejîma qeyûman bidomîne. Yanî YSK mafê temsîliyetê yê namzetan erê dike û namzet jî dikevin hilbijartinê. Dema ku DEM Partî bi ser dikeve jî bi hincetên eletewş û derhiqûqî, tevî nerazîbûna gel qeyûman tayîn dike. Ev fêlbazî ye, fêlbaziya zordestiya qesrê ye. Li bajarên ku ji 2016’an heta niha qeyûm hatine tayînkirin binêrin; gel qeyûman wekî temsîlîyeta xizmetê nabînin. Ji ber ku kiryarên wan li holê ne, navê din ê qeyûman diz e; dizên îhaleyan, dizên rantê.
‘ARMANCA QEYÛMAN ÎNKARA ÎRADEYA GELÊ KURD E’
Meclîs tune ye, kontrol tune ye. Çavkaniyên şaredariyên wekî baxçeyê qesrê tên bikaranîn. Wateya xizmetên civakî çi ye? Pêşxistina projeyên civakî ma nayê wateya xwegihandina gel? Ma ne nûkirina binesaziya bajarî ye? Bajarên ku bi qeyûman tên birêvebirin li şûna ku nû bibin zêdetir paşve diçin. Zehmetkêşiya gelî xilas nabe. Rewşa rêyan li holê ye. Qeyûm bi çi tên zanîn? Li Amedê wek xwediyên odeyên zêrîn, li Mêrdînê wek îhaleçêkerên çerezan ên bi milyonan, li Êlihê wek şirîkên îhaleyan tên zanîn. Armanca qeyûman ne xizmet e, înkarkirina îradeya gelê Kurd e. Li cihê înkar heye xizmet nabe; dizî çêdibe, talan çêdibe.
Dewlet dibêje ku bila Kurd nezanin ka xwebirêvebirin çi ye, bila negihêje tema wê. Kurdan, di tecribeya 17 salî ya rêveberiyên herêmî de, bi zêdehî û kêmasiyên rêveberiyên şaredariyan, xwe û bajarên xwe bi rê ve birin. Derbarê ziman, çand, dîrok, jiyana rojane û kolanên xwe de biryarên xwe standin. Ya ku çavê dewletê ditirsand ev bû. Heger serdema 8 salî ya qeyûman nebûya, dê pratîkeke 25 salî ya bênavber û her sal bi daneheveke nû re xizmetê dike hebûya. Di pêvajoya 25 salî de, dê şarrdariyên bajarên Kurdistanê bi hişmendiya me ya şaredariyê veguherîban û dê ji nû ve hatibana avakirin. Vê yekê çavê dewletê tirsand. Çinku gelê Kurd, di warê parastina îradeya xwe de bibiryar e. Gelê Kurd li dijî her cure zilm û înkarê vê bersivê dide desthilatê: “Ez heme û tu dê temsîliyeta min qebûl bikî.”
BANDORÊN POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ÊN HILWEŞÎNER ÊN LI SER GEL, ÇAND û NASNAMEYÊ
Bozan diyar kir ku polîtîkayên qeyûman, dibin sedem ku gel ji projeyên çandî û civakî bêpar bimîne û ev tîyek bandoreke xirab li ser hesta aîdîyetê û pêşketina herêmî dike, û wiha dewam kir: “Ji ber ku gel di serdemên qeyûman de ji xizmetan bêpar dimîne, dewlet rewşa qutbûna têkiliya di navbera şaredarî û gel de wekî polîtîkayeke bizanebûn tê birêvebirin. Şaredarî di bin destê qeyûman de wekî çerxa dewlemendkirina alîgiran tê bikaranîn û ji bo gel projeyên vivakî neyên pêşxistin. Projeyên tên pêşxistin ne ji bo gel, wekî min berî niha got ji bo zivîrîna vê çerxa alîgiriyê tên pêşxistin.
Heger em werin ser meseleya fealiyetên çandî jî, ji ber ku qeyûm di esasê xwe de temsîliyeta înkarkirinê dikin, ji xeynî asîmîlasyonê tiştekî din nakin. Hewl didin çand û hijçendiya dewletê li Kurdistanê berbelav bikin. Tehemûlî ziman ê çanda Kurdan nakin. Qeyûmê Êlihê, çawa ku hat ser kar, serê ewil êrîşî zimanê Kurdî kir. Qeyûm li vir, tabelaya Kompleksa Werzîşê ya Jinan a bi Kurdî rakir û li şûna wê ya bi Tirkî danî. Dîsa li qeyûmê Şaredariya Êlihê, ji malpera şaredariyê ya ku bi du zimanî bû, ximanê Kurdî rakir. Ma ev yek rasterast ne înkarkirina ziman û çanda Kurdî ye? Li cihê ku înkar hebe, aîdîyet jî nabe.
‘QEYÛMAN BI RÊBAZÊN JI TALANKIRINÊ WÊDETIR ŞAREDARÎ BI RÊ VE BIRIN’
Gel, şaredariyan wekî navnîşana çareseriya pirsgirêkên herêmê nabîne. Derdê wê hebe naçe doza dermanî nake. Çinku dizane ku, qeyûm ne dermanê wî ye, li gor gel ew li dijî hebûna wî li şaredariyê hatiye wezîfedarkirin. Artêşên ku cihekê dagir dikin, ji bo ku gelê li eir ji çand û dîroka wan qut bikin, destpêkê avahiyên dîrokî dirûxandin û pirtûkxane dişewitandin. Nêzîkatiya qeyûman jî wiha bû. Li şaredariyan qedexekirina Kurdî, jêbirina navên şexsiyetên Kurd, sekinandina xizmetên civakî û dawîlêanîna projeyên çandî divê wekî kiryarên jirêzê neyên dîtin. Ji ber vê yekê her çiqas armanca yekemîn wekî rant xuya bike jî, ew aliyê şênber ê qeyûman e. Armanca sereke ziman, çand û dîroka Kurdî ye.”
‘KURD JI TÊKILIYA XWE YA BI DEWLETÊ RE GUMANBAR IN’
Alî Bozan diyar kir ku pergala hilbijartinê û şaredarî ji aliyekê ve têkiliya Kurdan a bi dewletê re nîşan dide û got: “Parlamenter di girtîgehê da ne. Li şûna şaredarên ku hatine hilbijartin, qeyûm tên tayînkirin. Kurd di vê pêvajoyê de ji berê zêdetir şik ji têkiliya xwe ya bi dewletê re birin û hebûna hilbijartinan bû mijara nîqaşê.
Her Kurdek pirsa ‘Heger parlamenter û hevserokên min hilbijartine nekarin karê xwe bikin çima hilbijartin heye? dike. Berê nerazîbûna li dijî qeyûman zêdetir di warê xizmetên şarederiyê de dihat nîşandan, lê niha zêdetir ji bo desteserkirina îradeyê tê nîşandan. Bifikirin, berî hilbijartinan, bi awayekî berbelav propagandaya ‘Dibe ku li şûna hevşaredarên partiya ku hûn hildibijêrin qeyûm were tayînkirin.’ tê kirin. Lê tevî van hemû propoagandayan gel diçe ser sindoqê û îradeya xwe nîşan dide. Loma, heger tayînkirina qeyûman aqlê dewletê be, ev helwesta ku ev 3 serdem in tevî tayînkirina qeyûman tê nîşandan, ew îrade ye ku niyeta dewletê baş dizane û vê yekê qebûl nake. Ev nîşandana îradeyê, di esasê xwe de ruhê berxwedanê ye; helwesteke polîtîk a eşkere ye.”