Navenda Ragihandinê ya QSD’ê şeva Sêşem-Çarşemê ragihand ku hêzên wê hewldana pêşketinê ya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir. Her wiha diyar kir ku êrîşkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.
QSD’ê serê sibê roja Çarşemê ragihand ku droneke Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Bu’asî li gundewarê Tebqayê êrîşî xaleke wan a leşkerî kiriye, di encamê de çend şervan birîndar bûn.

