Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê yê Amedê rapora xwe ya li ser girtîgehên Amed, Erzîngan, Xerpêt, Meletî û Erzîromê amade kiribû li şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.
Rapor di encama serdanên 18’ê Çileyê yên li girtîgehan pêk hatibûn de hatiye amadekirin û hat gotin ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 86’an de ye û li dijî mafên bingehîn ên girtiyan binpêkirinên giran tên kirin.
Di raporê de hin tesbîtên wekî kêmasiya vîtamîn, girtina di hucreyên yekkesî, nebûna kontrolên tenduristiyê û destûrnedana girtiyan ji bo çalakiyên civakî hene. Hate destnîşankirin ku divê daxwazên girtiyên li girtîgehan li gorî maf û azadiyên bingehîn werin girtin.
Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yusuf Erdogan got: “Hemû mafên girtiyan bi taybetî jî mafê jiyanê û tenduristiyê berpirsyariya dewletê ye. Qedexekirina şekir, xwê û vîtamînan di her qonaxeke grevên birçîbûnê de helwestek e ku bi demê re di çarçoveya mafê jiyanê de weke êşkence û muameleya xerab tê dîtin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê daxwaên wan bên nirxandin û li gorî wê bên çareserkirin. Em bang li saziyên hiqûqî yên neteweyî, navneteweyî û mafên mirovan, bi taybet Wezareta Dadê dikin ku di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin.”
Saziyên ku di Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê yê Amedê de cih digirin ev in: “Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan şaxa Amedê, Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê şaxa Amedê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî yên Amedê.”