Dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal ji hêla çalakvanan ve hatine weşandin, nîşan didin ku bi dehan malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê direvin, bêyî ti tedbîrên ewlehiyê hebin ku rê li ber derketina wan bigirin.
Dîmen nîşan didin ku malbat bi eşkereyî ji kampê derdikevin, bêyî ku ti hêzek parastinê hebe rê li ber derketina wan bigire.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di dawiya Çileyê de, piştî êrişên li ser cihên wan ên li derdora kampa Holê ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Demkî ve, rêveberî û ewlehiya kampê radestî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kirin.
Ji wê demê ve, çalakvan û dezgehên medyayê gelek belge belav kirine ku nîşan didin çawa derketina malbatên DAIŞ`ê ji kampê tê hêsankirin.
Çavkankniyên rêxistinên mirovî û şahidan ji AFP`yê re gotine ku piştî vekişîna QSD`ê û radsestkirina rêveberiya kampê, piraniya malbatên çeteyên DAIŞê yên ji neteweyên biyanî ji kampê derketin.

