Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund dide êrîşên çeteyên bin avê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ku ser bi dewleta Tirk ve ne. Li xeta Minbic-Heleb û Minbic-Babê şerekî giran diqewime. Xet bi çekên giran tê bombekirin.
Hewldana komên SMO’yê ya ji eniyên bakur, rojava û başûr ên ji bo ketina nava bajêr yek bi yek hatin şikandin. Rêveberiya Kantona Xweseriya Demokratîk a Minbicê jî bersiv da dezenformasyonên rojên dawî yên têkildarî bajêr.
Ji rêveberên kantonê Ebû Şêxo Mihemed û Xalid Bekro diyar kirin ku li ser bajêr şerekî taybet tê meşandin û li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.
Herdu rêveberan gotin, îdîayên ku dibêjin bajar hatiye terikandin encameke şerê taybet a dewleta Tirk e û destnîşan kir ku gelên Minbicê ji aliyekî ve jiyana hevpar ava dikin, li aliyê din jî li hemberî şer li ber xwe didin.