Dema ku dewleta Tirk 20’ê Çileya 2018’an dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, Mûfîda Koto piştî berxwedana 58 rojan cara duyemîn neçar ma koç bike. Mûfîda Koto hewl da li Şehbayê bi cih bibe, lê belê di 29’ê Mijdara 2024’an de ji ber êrîşên delweta Tirk û çeteyên wê yên SMO, careke din neçar ma koç bike. Mûfîda Koto niha li Qamişlo hewl dide ji xwe re jiyaneke nû ava bike.
‘ME HÊZ Û HEVGIRTINA GELÊ EFRÎN DÎT’
Mufîda Koto ew ji nafçeya Bilbilê yê girêdayê Efrîn niştecih bûbû. Jiyana wan li Bilbilê pir xweş derbas dibû. jiyanek bi aram û bê şer diqedandin. Mufîda Koto li ser xweşiya Efrîn û nexweşiya koçberkirina wan ji Efrîn ji ajansa me ANF’ê re axivî û wiha got: “Dema em li Efrîn bûn, me di her aliyê jiyanêde xwe bi rê ve dibir. Xaka me ya Efrîn ji bo me vîn û îrade bû. Her wiha daxwaza me ew bû ku wekheviyê di nav xwe de ava bikin û hemû netewan hembêz bikin. Min li Efrînê di Desteya Perwerdeyê de cihê xwe wek mamoste digirt. Kêfxweşiya me li Efrîn nedihat pîvandin. Em ê jiyanek xweş wek jiyan di Efrîn de jiyan nekin û ji bilî Efrîn jiyanek me yê din tune ye. Kêfxweşiya me li Efrîn ji bo zordaran xweş nehat, lewma xwestin bi hemû rêbazên xwe yên qirêj xaka me ji xaka me dûr bikin. Di şevekê de em di nav hev de runiştî bûn ji nişka ve dengê top û guleyan hat, em derketin me li ezmanê Efrîn mêze kir balafirên dewleta Tirk a dagirker wek mêşan digeriyan. Wê demê êrîş li Bilbilê dijwar bû û em neçar man berê xwe bidin navenda Efrînê. Em nêzî du mehan li navenda Efrîn man, lê di van her du mehan de me berxweanî, îrade, yekdestî û fedekarî di hundirê her welatiyek Efrîn de dît. Rastî ji bo me derketina Efrîn ne hêsan bû, ji ber ku Efrîn ji bo me jiyan bû. Yanî çiqas em bêjin hêz û îradeya me hebû û xurt bû, lê dijmin em koçkirin.”
‘JIYAN ME YA LI EFRÎN HAT XIRAKIRIN, ME LI ŞEHBA DA VEJÎNKIRIN’
Mufîda Koto di berdewamiya axaftina xwe de got, dema ew ji Efrînê piştî berxwedaniya 58 rojan koç bûn, berê xwe dan Şehba, Şêxmeqsûd û Til Rifetê û wiha behsa zehmetî û berxwedaniya gelê Efrîn kir: “Dema dijmin em ji Efrîna me koçber kirin me gelek zehmetî kişandin, ji ber me nizanîbû em ê bi kuve herin. Me her tiştê xwe li Efrîna xwe hiştin û em hatin Til Rifetê. Destpêkê em ketin nav gundên Til Rifetê me ew malên wêrankirî yên wan hemwelatiyan dîtin, em ketin wê ferqê de ku ev şerê li Efrîn ne tenê bi serê gelê Efrîn de hat, bi serê giştî gelê Sûriyeyê de hat. Vî tiştî hişt ku em hêzek nû di nava xwe de vejîn bikin û daxwaz û israra jiyankirininê di dilê xwe de biçînin. Em li Til Rifetê bi cih bûn, ji ber ku zarokên min hebûn û pir biçûk bûn em neçar bûn ku jiyanek nû li Til Rifetê ava bikin. Me bi îrade û bi hêviya vegera Efrîn jiyana xwe berdewam kir. Her wiha me her tişt vegeran wek Efrîn, sazî û dezgehên me hatin vekirin. Desteya me ya perwerdê û dibistanên me ji bo fêrkirina zarokan hatin vekirin. Ez dikarim bêjim me Efrîna mezin li pey xwe hişt, lê me Efrînek biçûk li Şehba ava kir. Raste cih û warê dayik û bavên me Efrîn e, lê piştî Efrîn Şehba ji bo me bû cih û war. Zarokên me yê ku di Efrîn de mezin nebûn tim digotin raste me Efrîn ne dîtiye lê Şehba ji bo me cih û war e. Ev yek bixwe dikare wê wateyê bide ku çiqas em bi Şehba ve hatin girêdan. Jiyana me ya ku li Efrîn hat pûçkirin me li Şehba carek din vejîn kir. Dema em çûn Şehbayê ew der bê kes mabû, xwezaya wir hatibû hişkkirin lê dema em ketin wir de her dayik, bav û jinek Efrînî derdora xwe şîn kir, Şehba ji qirkirinek xwezayî hat parastin.”
‘KOÇBERIYA ŞEHBA JÎ DESTPÊ KIR’
Mufîda Koto bi hestekê jiyankirî behsa duyemîn koçberiya ku bi serê wan hatî kir û wiha pêde çû: “Em li ser kar û xebatên xwe bûn, me bi tiştekî nizanî lê hema hevalan gotin, em qasî du seatan bi we re ne divê hûn ji Şehbayê bar bikin. Em ecêb man, gelo em ê kuve herin û çawa jiyanek din ji bo xwe zindî bikin. Em bê tiştek ji Efrîna xwe ya biçûk (Şehba) derketin û car din êşa dilê me vebû. Bîranînên pir xweş me li Şehba hiştin, raste bekî me bi zehmetî jiyan dikir lê beramberî wê jî îradeya me neşikest me ji bo xwe Şehba kir Efrîn. Raste em pir bi madiyetê ve negirêdayî ne, lê em ji jiyanê hez dikin. Em her tim dixwazin xwezaya me şîn be, ji bo me darek ku me li Şehba çandibû bû bîranînek. Di wê şeva tarî de em ji cihê me derxistin û me nizanîbû berê xwe didin kuderê. Bêhtir ji koçberiyê tirsa ku me li Şehba dît, me di koçberiya Efrîn de nedît. Li Efrînê me berxwedanî kir, lê li Şehbayê me nikarî tiştek bikira. Bi alîkariya Hêzên me yên QSD em ji Şehba bêyî ku zirarekê bibînin, derketin. Em gihiştin Herêmên Rêveberiya Xweser em hinekî bêhnfireh bûn, ji ber me got em gihiştin cihek bi ewle. Me çend rojan li derve xew dikir, ez dikarim bibêjim ku zehmetiya ku Gelê Efrîn dît kevirê hişk jî nikare tehemûl bike. Her ku me jiyanek ji bo xwe ava dikir, dijminan jiyana me xirab dikir. Ji bo Rêveberiya Xweser jî ev yek ne hêsan bû him êşek bû him barek pir giran bû. Di şevekê de nêzê 200 hezar malbat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Em bêjin ku derfeta Rêveberiyê jî nema têrê kir ku van koçberan giştî bi cih bikin. Em destpêkê li Reqayê di dibistanekê de rûniştin, lê ji ber hejmara pir mezin a welatiyan, hin koçber anîn milê CIzîrê.”
‘DIVÊ EM EFRÎNÊ TIM BIDIN ZINDÎKIRIN’
Mufîda Koto diyar kir ku alîkariya Rêveberiya Xweser ji gelê Şehba re pêşkêş kiriye ne kêm e, herî bêhtir himbêzkirina wan ji gelê Efrîn û bicihkirina wan di cihek bi ewle de alîkariyek însanî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rêveberiya Xweser em bi hemû hêza xwe hembêz kir û alîkariya me kir. Wek gelê Efrînê yê ku hatin koçberkirin, me zûtir xwe bi cih kir. Ev jî hemû bi saya alîkariya Rêveberiya Xweser e. Em niha di malekê de rûniştine. Em Kurd naxwazin ku qutkirin di navbera giştî netewan de çêbibe û em her dem bi daxwaza xwişk-biratiya gelan bang dikin, lê divê gelên din jî vê zilmê qebûl neke û bi me re bibin yek. Di dawî de ez dixwazim bêjim ku îradeya me pêwîste neşike û hîn bêhtir xurt bibe. Divê em bi berxwedaniya xwe Efrîn û Şehba xwe vegerînin. Divê em kar û xebatên xwe bidomînin. Her wiha mayîna gelê Efrîn li Sûriyeyê berxwedaniyek e. Her wiha pêwîste em di mejiyê zarokên xwe de tim Efrînê vejîn bikin û wê nedin jibîrkirin, ji ber ku cihê resen wê Efrîn be û ne tu cihê din be.”