Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xeteriya li ser Bendava Tişrînê û zêdebûna metirsiyên hilweşîna bendavê ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wî, peyamek pêşkêşî civaka navneteweyî kir.
Di peyama Rêveberiya Xweser de hate gotin: “Ji destpêka hilweşandina rejîma Esed di 8`ê Kanûna 2024`an de komên çete ku destekê ji dewleta Tirk digrin êrîşî Bendava Tişrînê û derdora wê dikin. Balafirên şer û yên bê mirov herêmên derdora bendavê bombebaran kir. Di encama wê de şer di navbera Mecisa Leşkerî ya Minbicê, QSD`ê û komên bi navê Artêşa Sûrî ya Niştîmanî de derket. “
Rêvenberiyê wiha got: “Êrîşên tund ku ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên girêdayî wê ve têne kirin, metirsiya li ser ewlekariya dezgeha bendava Tişrînê zêde kiriye û dîsa metirsiyek rasterast li ser jiyana bi sedan sivîlan li herêmê çêkiriye. Em hişyariyê didin ku her êrîşek li ser bendavê, yan hilweşîna wê, wê bibe sedema karestekê û rabûna lehiyên berferh, ziyanên mirovî yên mezin, wêrankirina binesaziyê û ziyaneke mezin a jîngehê. “
Di payamê de hate tekez kirin ku hilweşîna bendavê wê ne tenê bandorê li xelkê bike, lê dibe ku bandorên wêranker li ser tevahiya herêmê bike, di nav de binesaziya xizmetguzariyê û milkên giştî û taybet.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya destwerdana lezgîn û zextê li ser Tirkiyê ji bo “rawestandina kiryarên wê yên êrîşkar û misogerkirina parastina jiyana sivîlan û navendên jiyanî”. Her wiha ji bo pêkanîna aştî û aramiyê daxwaza agirbesteke berfireh li seranserî xaka Sûriyeyê kir. “
Rêveberiya Xweser di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku civaka navneteweyî û hêzên di dosyaya Sûriyê de çalak in, der barê giraniya rewşa herêmê de hişyar bin. Her wiha banga rawestandina karesateke mirovî kir ku eger bendava Tişrîn hilweşe dê zirarê bide bi milyonan kesan.