Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo got, li gel peymana navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Veguhêz a Şamê jî binpêkirin dewam dikin.
Nivîskarê Elewî Azîz Tûnç anî ziman ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li gorî xwe pênaseyeke Elewiyan û Elewîtiyê ferz dike, hewl dide komkujiyan binixumîne û got, ev yek pêngavek ji bo Elewiyan nîne.
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3’emîn destnîşan kir ku Tirkiye niha xwe li ser tevahiya herêmê ferz dike, dixwaze hêza xwe nîşan bide û ji cîhana azad xwest ku li ber vê yekê rabe.
Endamê Parlamenta Federal ê Die Linke Ferat Koçak ragihand ku wê îdîayên têkildarî namzetê Keskan ê ji bo Şaredariya Kielê bixe rojeva Meclîsa Federal.
Nûnerê Bajarê Çewlîgê yê Odeya Endezyarên Înşaetê Ayetûllah Keskîn diyar kir ku li bajêr rîska erdhejek bi mezinahiya di asta navîn û mezin heye, lê belê bajar jê re ne amade ye.
Ziwatiya ku bi krîza avhewayê re zêde bû, lehî û kêmbûna xurekê bi milyonan mirovî neçarî koçberiyê dike. Pispor dibêjin, ewlehiya xurekê êdî ne tenê meseleyeke mirovî ye, her wiha meseleyeke aştiya navneteweyî ye.