Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Kampanya hilbijartinên xwecihî yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê wê bê şopandin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji Jin TV re axivî û bal kişand ser girîngiya xweparastinê ji bo jinan. Sozdar Avesta got, di nava civakê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye.
Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û girtiyên nexweş û got, “Sîstema tecrîdê dibe sedema nexweşiyan.”
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku xelkê Curnê Reş wê bi dengekî hîn bilindtir cara duyemîn bersivê bide desthilatdariyê.