Nûçegîhanê 10Haberê Furkan Karabay piştî derbarê lêpirsîna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de ku erka wî hat desteserkirin û hat girtin, nûçe çêkir û parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal hat girtin.
Karabey li emnîyetê di îfadeya xwe de bi “hedefgirtina karmendê dewletê” û “bi awayekî eşkere belavkirina zanyariyên derew di nav gel de” hat sûcdarkirin.
Piştî îfadeya li emnîyetê, rojnamevan Karabey bêyî îfadeya wî ya dozgeriyê bê girtin bi îdîayên nêzî hev û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. Dadgeriyê bi heman hincetan derbarê rojnamevan Karabey de biryara girtinê da.