Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Rojeva gel û meclîsê ne weke hev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li peravên Bodrûmê bota koçberan binav bû: 18 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê êrîşê gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Çam ê hat berdan: Bila hemû Kurd bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê çalakiya 4’ê Nîsanê: Ji bo meşa Amara û Gemlîkê bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê parzûngeha petrolê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyva Sor a Kurdistanê li wargeha Mexmûrê pêşdibistanek ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şahidekî di nava êsîrbûnê de: Avdan Mehmûd
Rojava

Şahidekî di nava êsîrbûnê de: Avdan Mehmûd

Ciwanê Efrînî Avdan Mehmûd ê ku salek 3 meh û 17 rojan li girtîgehê hate ragirtin, qala êşkence, birçîbûn û gefên kuştinê yên rû bi rû mane, kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xeteke ji Efrînê heya Şehbayê, ji Kilîsê heya Serêkaniyê û ji Reqayê heya Qamişloyê… Ev xet, çîroka rojên êsîrbûn, têkoşîna jiyanê ya dijwar û hêviya li hemberî hemû zehmetiyan a ciwanê Efrînî yê bi navê Avdan Mehmûd vedibêje.

Avdan Mehmûd diyar dike ku ew salek 3 meh û 17 rojan li girtîgehên cuda bi biçîbûn, êşkence, zexta derûnî, gefên kuştinê û lêpirsînên bi darê zorê re rû bi rû maye.

‘KOÇBERÎ, DAGIRKERÎ, ŞER… HEMÛ HATIN SERÊ MIN’

Avdan Mehmûd ê di sala 1993’yan de li bajarê Efrînê ji dayîk dibe û ji heft xwiş û birayan ê herî biçûk e. Ji sala 2015’an û pê ve di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih girt. Di sala 2018’an de li gel êrîşêndagirkeriyê yên li ser Efrînê li gel malbata xwe berê xwe dide herêma Şehbayê.

Avdan Mehmûd wiha qala wan rojan dike:

‘’Di sala 20189’an de Efrîn hate dagirkirin. Xaniyê me hate hedefgirtin û darên me yên zeytûnan hatin birîn. Xaniyên me dihatin talankirin. Koçberî, dagirkerî, şer û berxwedan ez bûme şahidê van hemûyan.’’

2024: HEVSENGIYÊN GUHERÎN Û DESTPÊKA ÊSÎRBÛNÊ

Di 28’ê 2024’an de li gel hilweşîna rejîma Esad li gelek herêmên Sûriyeyê hevsengî guherîn. Li serxeta Heleb û Şehbayê êrîşên komên girêdayî Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û Tirkiyeyê zêde bûn. Avdan Mehmûd ê ku di vê pêvajoyê de di nava welatiyên sivîl ên ku ji Şehbayê vekişiyan de bû, ji aliyên kesên çekdar ên girêdayî koma Sultan Murad ve hate revandin. 

Avdan Mehmûd wan rojan wiha bilêv dike:

‘’Ji ber ku ez Kurd bûm, wan ez hedef girtim. Bi awayekî komî em binçav kirin û bi rojan êşkence li me kirin.’’

PÊVAJOYA BIRINA KILÎSÊ Û LÊPIRSÎNÊ

Avdan Mehmûd ê ku piştê dîl tê girtin wî dibin bajarê Kilîs ê Tirkiyeyê, li wir wî teslîmî îstixbarata Tirk dikin. Avdan diyar dike ku li vir êşkenceya fîzîkî û derûnî lê tê kirin:

‘’Bi dehan caran pirsên weke ‘Ma tu Kurd î? Tu çima beşdarî QSD’ê bûyî?’ li min kirin. Dîmeênên min girtin û şantaj li min kirin. Ji min re gotin ku ‘Em ê te bikujin û teslşmî malbata te bikin’ û bi rojan ez di hucreyê de girtim.’’

Malbata Avdan Mehmûd di vê pêvajoyê de bi tu awayî agahî jê nestand.

GIRTÎGEHA EL RAIA: ‘XIRABTIRÎN GIRTÎGEHA SÛRIYEYÊ’

Piştre Avdan Mehmûd ji Girtîgeha El Raiayê re tê şandin. Şert û mercên girtîgehê wiha tîne ziman:

‘’El Raia cihê herî xirab bû. Kesên ku ev deh sal in li wir tên ragirtin, hene. Êşkence, miameleya xirab, birçîbûn… Hemû tiştên xirab lê hebûn.’’

Avdan Mehmûd ê ku piştî rehîngirtina nêzîkî salekê ji Girtîgeha Kilîsê tê derxistin, vê carê jî dişînin Serêkaniyê.

ZEXT Û ÊŞKENCEYA DERÛNÎ YA LI SERÊKANIYÊ

Avdan Mehmûd anî ziman ku ert û mercên li Serêkaniyê gelekî giran bûn û li wir zextê lê hatiye kirin ku dev ji QSD’ê berde:

‘’Armanca wan şikandina îradeya me û teslîmgirtin bû. Êşkenceya derînî gelekî zêde hebû.’’

‘EZ BI HEMÛ TIŞTAN RE RÛ BI RÛ MAM’

Avdan Mehmûd bi kurtasî wiha qala pêvajoya êsîrbûnê dike:

‘’Ez salek, 3 meh û 17 rojan girtî mam. Li girtîgehê ez bi êşkence, zexta derûnî, bêavî, bêxewî, şikandina îradeyê, tirsandin û çewisandin… Ez bi hemû tiştan re rû bi rû mam. Lê belê di dawiyê de ez gihîştim malbat û hevalên xwe.’’

RAWESTGEHA DAWÎN A ÊSÎRBÛNÊ

Avdan Mehmûdê ku ji Serêkaniyê tê derxistin, ji Hikûmeta Demkî ya Şamê re tê teslîmkirin. Zêdetirî mehekê li Reqayê hate ragirtin. Li vir jêre hate gotin ku wê pevguherîna dîlan were kirin.

Ji me re gotin ku ew ê me teslîmî malbatên me bikin. Me agahî stand ku wê pevguherîna dîlan çêbibe û piştre em berdan.’’

Avdan Mehmûd tiştên ku ku hatine serê wî bi van gotinan temam dike:

‘’Piştî van rojên zor û zehmet min bi tu awayî hêviya xwe ji winda nekir. Min xeyal kiribû ku ez ê rojekê bigihîjim malbata xwe. Ez a niha li ba malbata xwe me û kêfxweş im.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin

Belgeya ji gelek biryaran a 'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê' hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Azadiya Kurdistanê li Amed û Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku li Amedê kemînên wênegiriyê û sensorên deng ên artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji AKP’ê hîleyên hilbijartinê: 320 hilbijêr xistin avahiya emniyetê!

AKP ji bo hilbijartinan dîsa dest bi hîleyan kir. 320 hilbijêr xistin avahiya emniyetê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Wê nasname ji bo Kurdên bêyî nasname, bên dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevdîtina şandeya YPJ’ê bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?