Şoreşa Rojava ne tenê li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer kir; her wiha armanc dike ku destûrek nû û rêziknameyek civakî bi armanca avakirina civakek aştiyane û demokratîk biafirîne. Di vê pêvajoyê de, jinan di jiyana civakî de roleke pêşeng girtin ser xwe, têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê xurt kirin.
‘ARMANC AVAKIRINA CIVAKEK AŞTIYANE Û DEMOKRATÎK E’
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zureya Mustafa, ji ANF’ê re axivî û behsa girîngiya jinan di avakirina civakek azad û wekhev de kir û got, “Dem hatiye ku civaka me ji nû ve were avakirin. Ev tenê bi paradîgmaya demokratîk a Rêber Apo mimkun e. Armanca me avakirina civakek aştiyane û demokratîk e. Jinan her tişt afirandin û ava kirin; wan li dijî dîktatoriyê helwesteke xurt raber kirin.”
Zureya Mustafa, diyar kir ku sedsala 21’an dê bibe sedsala jinan û civakeke azad û wiha domand, “Em ber bi civakeke demokratîk û azad ve diçin. Jinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn gaveke dîrokî avêtine. Em ê bi rêya meclîs û saziyên nû hevgirtina civakî û wekheviyê xurt bikin. Rola pêşengiya jinan dê di tevahiya vê têkoşînê de berdewam bike.”
‘LI CIHÊ KU AZADIYA JIN NEBE, WEKHEVIYA CIVAKÎ PÊK NAYÊ’
Hevserokatiya Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Elmaz Romî jî, diyar kir ku Şoreşa Rojava semboleke nûjen a azadiya jinan e û wiha axivî, “Di Şoreşa Rojava de, jinan pêşengiya xwe di jiyana civakî de nîşan dan. Wan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke çalak girtin ser xwe û astengiyên mezin derbas kirin.”
Elmaz Romî, anî ziman ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rola jinan nas nake û got ku jin hîn jî di pergalê de ne xwedî cihekî diyarker in. Elmaz Romî wiha domand, “Jin di her warî de pêşeng in. Îro, jin li Sûriyeyê tên qirkirin, mafên wan tên desteserkirin. Hikûmeta nû jinan qebûl nake. Divê li dijî vê jin xwe bi rêxistin bikin û cihê xwe di destûra Sûriyê de bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku li cihê ku azadiya jin nebe, wekheviya civakî nayê bidestxistin.”