Ji bo endamê Rêveberiya Qamişlo ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar (Metîn Dînce) ku 3’yê Îlona 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû û cenazeyê wî duh li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatibû veşartin, konê sersaxiyê hat vedan.,
Bi sedan şêniyên Qamişlo ku di nava wan de rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan jî hebûn, çûn serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Cudî hatiye vedan.
Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Şehîd Dijwar Qamişlo hat daliqandin û dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Di serdana sersaxiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Hisên diyar ku ew ê tu carî li hemberî sîxurên dewleta Tirk têkoşîna xwe lawaz nekin û got: “Hêza me şehîdên me ne, lewra wê tu kes nikaribe îradeya me lawaz bike. Em ê têkoşîna xwe li hemberî sîxurên dewleta Tirk xurttir bikin. Divê em destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin, xwedî li berxwedana wan derkevin.”
BERXWEDANA ZAPÊ HAT SILAVKIRIN
Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî di sersaxiyê de axivî wiha got: “Hêza me raman û felsefeya Rêber Abudullah Ocalan û şehîdên me ne. Gelê ku hêza xwe ji berxwedana Zapê digire tu carî nayê têkbirin. Em ê heta kêliya dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
Yek ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî got: “Em çiqas li ser nirxên şehîdan biaxivin jî em nikarin wan vebêjin. Tişta herî giranbuha ya şehîdan rihê wan bû, ew jî ji bo gel û parastina axa xwe feda kirin. Divê em jî xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin û xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeya “Şehîd Namrin” bi dawî bû.