Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike
Rojane

Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike

Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Tirkiye mîna Îsraîlê ji bo heman ermancê rojnamevanan hedef digire.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nerazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike. Seroka Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîê, derbarê qetilkirina rojnamevanan ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘PÎŞEYÊ ROJNAMEVANAN HEDEF HAT GIRTIN’

Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku weke IFJ’ê li hember bûyera qetilkirina rojnamevan Daştan û Bîlgîn matmayî bûne û got, “Qetilirina hevrêyên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn teqez nayê qebûlkirin û binpêkirina mafên navneteweyî ye. Rojnamevan li herêmê ne aktor in, ew çavdêr in. Li wir çi diqewime dişopînin û bi rêya radyo û vîdeoyan ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan ji ber bi erka xwe radibûn hatin qetilkirin. Em ji hevrê, hempîşe û malbatên rojnamevan re sersaxiyê dixwazin.

Mijara ku me matmayî dike, ew e ku êdî her kes difikire ku mafê wan ê kuştina rojnamevanan heye. Her kes difikire ku dikare rojnamevanan bikuje. Çima? Ji ber ku bêcezahiştin heye. Ji ber ku kujer bê ceza dihêlin. Ez dixwazim hevgirtina xwe ya bi malbat, hevrê û hemû hempîşeyên herdu hevalên me yên rojnamevan re, diyar bikim. Her wiha dixwazim diyar bikim ku Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, li kêleka wan e. Niha divê edalet bê bicih anîn bi gotineke din divê lêpirsîn bê vekirin.”

‘NAXWAZIN SÛCÊN WAN ÊN ŞER DEŞÎFRE BIBE’

Domînîqûe Pradalîê, destnîşan kir ku sedema bingehîn a qetilkirina rojnamevanan nixumandina rastiyên sûcên şer in û wiha domand, “Mixabin ne tenê Tirkiye rojnamevanan qetil dike, Îsraîl jî li Xezeyê nêzî 130 rojnamevan qetil kir. Ev dewlet çima rojnamevanan qetil dike? Dixwazin yên şahidiyê ji sûcên wan re dikin, ji holê rakin. Dixwazin rê li pêşiya eşkerebûna binpêkirin û jenosîdên xwe ji hemû cîhanê re bigirin.”

‘QANÛNÊN PARASTINA ROJNAMEVANAN TÊRÊ NAKIN’

Domînîqûe Pradalîê, bi bîr xist ku rojnamevan bi qanûnên navneteweyî tên parastin û êrîşên li ser wan sûc e û wiha got, “Gelek peymanên ku parastina rojnamevanan dikin hene, bi taybetî peymanên Cenevre û Venedîkê. Lê diyar e ku ev ne bes in.”

‘DEWLETA TIRK BI ŞÊWAYÊ MAFYA ROJNAMEVANAN HEDEF DIGIRE’

Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku dewleta Tirk mîna mafyayê rojnamevanan hedef digire û got, “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Armanca wan yek e. Dixwazin pêşî li wan bigirin ku karê xwe nekin, raya giştî agahdar nekin. Divê her kes zanibe, rojnamevan nebin demokrasî jî nabe. Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e. Eger li pêşiya vê neyê girtin, di dema pêş de wê rojnamevanek sax nemîne. Ji ber vê divê peymanên navneteweyî bên bi cih anîn.”

‘ROJNAMEVANÊN KURD JI BO CÎHANÊ MÎNAK IN’

Domînîqûe Pradaliê, anî ziman ku divê kesên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetilkirine bêne darizandin û wiha dewam kir, “Li welat û cihên ku lêpirsîneke cidî derbarê qetilkirina rojnamevanan de nebe, divê lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî ya ji pisporên hiqûqê pêk tê bê destpêkirin. Em ji hempîşeyên xwe yên Kurd ên li herêmê dixebitin re dibêjin ji ber karê ku we kirî em we pîroz dikin. Hûn lehengên rastî ne. Tevî ku hûn dizanin xetere ye jî, hûn ji bo pêkanîna pîşeyê xwe têdikoşin. Hûn ji bo tevahiya cîhanê mînak in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin
Nûçeya Pişt re HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Qoser a Mêrdînê bi meşekê dest bi çalakiyên 8'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li Êlihê didome: Yên vîna me nas nakin em jî wan nas nakin

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM’ê Rûştû Tiryakî di çalakiyê de axivî û got, “Yên vîna…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

Ji Sakîne Cansiz heta Emma Goldman, çîrokên rastîn ên jinên wêrek ku li dijî neheqiyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?