Hilbijartina namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh pêk hat. Di dengdayîna ku duh hat kirin de yek ji jinan Serra Bucak ji sedî 50+1 derbas kir û bû namzeta hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Lijneya Hilbijartinê ya Pêşhilbijartinê namzediya Bucak piştrast kir.
Di nav mêran de namzetek ku ji sedî 50+1 zêdetir bigirta tune bû. Wê sibe li 17 navçeyan ji bo namzetiya Dogan Hatûn û Garîp Kandemîr dengdayîn bê kirin.