Li hola Serdem a bajarê Hesekê civîneke girseyî bi beşdariya Şêx Murşid Xeznewî hat lidarxistin. Di civînê de geşedanên dawîn êm herêmê û girîngiya pêkanîna yekitiya partiyên siyasî yên Kurdî hatin nîqaşkirin.
Di civînê de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Di serî de Şêx Murşid Xeznewî li ser zehmetiyên ku gelê Kurd kişandine û karesetên ku hatine serê wî, axivî.
Şêx Murşid got: “Erkê min ê nîştîmanî bû ku ez xwe berpirs bibînim, werim Rojavayê Kurdistanê û di nêzîkkirina hemû aliyên Kurdî de alîkar bim.”
Şêx Murşid bang li hemû aliyên Kurdî kir ku di vê dema hestiyar de dev ji berjewendiyên partîtî berdin, destketiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”