Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên dozê di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ve li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê tên darvekirin. 99 sal bi ser darvekirinê re derbas bûn. Komeleya Pewerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd daxuyanî da û bernameya bîranînê lidar xist. Rêveberên Komeleyê, rêveberên DEM Partî, DBP, OHD, Baroya Amedê, MED TUHAD-FED’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya komeleyê bûn. Piştî daxuyaniyê girse ji avahiya komeleyê heta cihê bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî meşiya.
Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku yek ji rojên herî tarî yên Kurdistanê 29’ê Hezîranê ye û wiha got: “Sêx Seîd efendî li dijî mêtingeriyê serhildan û berxwedanek mezin da destpêkirin. Di meclisa komarê ya sala 1924’an de biryar derxistin û gotin; kurd, Kurdistan li vî welatî tune ye û li vî welatî her kes tirk e û zimanê wan tirkî ye. Viya bi awayek fermî kirin qanûn û kurdan înkar kirin. Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî biryara dewletê serî rakirin û gotin, ‘Em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me Kurdistan e’. Bi vî awayî di 13’ê Sibata 1925’an de li navçeya Pîranê dest bi serhildanê kirin.”
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî axivî û anî ziman ku Şêx Seîd ji bo gelê Kurdistanê xwedî nirxek gelek giranbiha ye û got ku 99 sal in dewlet şûna cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî vedişêre û dewletê arşîva qeydên xwe venekiriye. Ozdemîr diyar kir ku ew ê bi heqîqeta ku Şêx Seîd efendî ji bo kurdan û Kurdistanê nirxek pir hêja ye dê ji bo dîtina cenazeyên wan têkoşîna xwe bidomînin.
Paşê rêveberê Komeleya Şêx Seîd Mordem Zel bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî metna daxuyaniyê xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Îro 29’ê Hezîrana 2024’an, 99’emîn salvegera şehadeta şehîdên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ye ku ji bo bawerî û azadiya gelê me canê xwe feda kirine. Ji sedsaliya vê têkoşîna pîroz re ma salekî. Em hêvîdar in ku ew ê sala 2025’an bibe sala Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî. Em li ber bîranîna şehîdên xwe rêz digirin û em careke din balê dikişînin ser têkoşîn û fedakariya wan.
Li dijî komara ku li ser îmha û înkara gelê Kurd hatiye avakirin, Şêx Seîd Efendî û rêhevalên xwe û hemû beşên civakê, bi mal, milk û canê xwe têkoşîna heq, edalet û azadiyê dane.
Şêx Seîd Efendî û rêhevalên xwe, ji bo vîn, azadî û mafê azadiya gelê Kurd, bi wêrekiyeke mezin û bi berdêleke bêhempa ked û têkoşîn dane.
Têkoşîna wan li dijî zilm û bê edaletiyê nîşaneya wesfê serhildanê ye. Ev lehengên ku di oxira vê doza pîroz de bê teredut canê xwe feda kirine, ew ê di dilê gelê xwe de heta hetayê bijîn.
Bîranîna Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû kesên li welat dijîn belgeyeke nimûneyî ye. Ji bo em ji rûpelên êşê yên dîrokê ders derxînin û êşên wekhev dîsa nejîn, divê em têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê bidomînin. Di heman demê de em hemû pêkhateyên civakê yên ku dixwazin wan bê hafize bihêlin vedixwînin ku di vê mijarê de bi biryar û haydar tevbigerin.
Bi vê munasebetê em careke din bîranînên wan ên bi qedr bi bîr dixin û ji bo zindîbûna mîrate û têkoşîna wan bidin domandin, biryardariya xwe dubare diyar dikin. Erkê me yê sereke ew e ku em ê parastina yekîtî û wekheviya gelê xwe bikin û em ê têkoşîna wan a ji bo azadî û edaletê bigînin siberojê.
Dema Şêx Seîd Efendî ber bi sê darê ve dimeşe, van gotinan dike: ‘Dibe ku dawî li jiyana bê, lê di rêya gelê xwe û baweriya xwe de xwefedakirin ne cihê poşmaniyê ye. Li dû me negirîn û kêfa zaliman li me neynin. Serhildana me baş fêm bikin û ji nifşên dû me re baş behs bikin. Bila serê we bilind be. Rast e, me anîn ber sê darê; lê tu carî me serî netewand! Me çok neda erdê. Bila baş bê zanîn ku em bi serê bilind çûn ber sê darê’.
Bila rihê şehîdên me şa, cihê wan bihûşt, bereket di axa wan de be. Ew ê fedakariya wan ji bo siberojeke azad û adil rêya me ronî bike.
Şehîd Namirin!”
Piştî daxuyaniyê girseyê heta Qada Deriyê Çiyê ango Qada Şêx Seîd meş lidar xistin. Li vir dua hatin kirin û çalakî bi dawî bû.