Duşem, 22 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî cezayê hucreyê û ragihandê yê li girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî hatî birîn nerazîbûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatibûn qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bîranîna rast pêşxistina têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêwîstiya hiqûqî ya pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê bi lîderên CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêveberên DEM Partiyê Yaşar Demîr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê ku di bin dorpêçê de ne, ji bo mafên xwe meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Yilmaz teziye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zindanên rejîma Îranê girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qirkirina jinên bê gor hatin hiştin: Komkujiya Mereşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya ku jê re nehate dayin ‘sûc’ hate nîşandan: Berdana wê 22 mehan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê: Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêbertî heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li Efrînê qetilkirina jina ciwan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sirri Sureyya Onder tê oxirkirin
Rojane

Sirri Sureyya Onder tê oxirkirin

Ji bo birêkirina Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder merasîm tê lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin
13:01

 

12:58

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em êrîşa li dijî Ozgur Ozel şermezar dikin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan têkildarî êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bi tundî şermezar dikin ku di merasîma cenazeyê hevrêyê me Sirri Sureyya Onder de hate kirin. Ev êrîş ne tenê li hemberî kesekî ye, êrîş li dijî nirxên piştevanî, aştî û jiyana hevpar e ku Sirri Sureyya Onder di tevahiya jiyana xwe de parast. Êrîş provokasyoneke. Di kêliyekê de ku êşa me herî giran bû, ev êrîşa nemerdane li hembreî şîna hevpar a gelan hate kirin. Em tarîtiya li pişt êrîşê nas dikin. Mirovên bi rûmet ên vî welatî wê teslîmî van senaryoyên qirêj nebin. Me telefonî Birêz Ozgur Ozel kir û jê re daxwaza derbasbûnê kir. Em ji vê derê careke din li pêşberî raya gitşî dibêjin bila derbasî be, em banga xwe dubare dikin ku kiryarê vê êrîşê û mejiyê li pişt êrîşê bê ronîkirin.”

12:35

Peyama ji Rêveberiya Xweser a Şengalê

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin, “Me bi xemgîniyek mezin xebera wefata Sirri Sureyya Onder bihîst. Ew têkoşerek mezin û dengeke azad bû. Her wiha Siri Sureyya Onder di pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de kesayetek çalak û bi bandor bû.”

Di dewama peyamê de hate gotin, “Em sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî yên partiyê, hemû gelê Kurd û Tirk re dixwazin.”

12:33

Ji bo Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê yê ji DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajar û navçeyan li avahiyên partiyê şîn hate danîn. Di serî de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek kesî serdana DEM Partiyê kirin. Li ber wêneyên Onder find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn. Şîna li avahiyên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan wê 3 rojan dewam bike.

 

12:24

Bi hezaran kes bi dirûşman meşiyan

Serokwekîlê Meclîsê yê ji DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder tê oxirkirin. Girseya gel ku li merasîma li Navenda Çandê ya Ataturk (AKM) li hev kom bû, ber bi Dolmabahçe ya Beşîktaşê meşiya.

Li refên pêş ên meşê Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM Patriyê Kezban Konûkçû bi wêneyê Sirri Sureyya Onder, parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlû, Sirri Sakik û bi hezaran kes bi dirûşman meşiyan.

Di meşê de tim û tim dirûşmên ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Şehîd namirin’, ‘Na ji şer re, aştî niha’, ‘Em soz didin Sirri, aştî wê pêk were’ hatin qîrîn.

Meş li Dolmabahçeyê bi dawî bû û girseya gel ji bo merasîma cenaze berê xwe da Mizgefta Barbaros a li Leventê.

12:10

 

12:07

DEM Partî: Em êrîşa li dijî Ozgur Ozel şermezar dikin

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşa li hemberî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel weke ‘êrîşeke nemerdane’ pênase kir û şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev êrîş bi esasî provokasyonek li hemberî lêgerîna civaka demokratîk û aştiyê ya Sirri Sureyya Onder e; êrîşek li hemberî beşdarên merasîma cenaze û polîtîkayên xwişk, biratî û aştiyê yên partiya me ye.

Em dixwazin ev provokasyon tavilê eşkere bibe. Her wiha ji Birêz Ozgur Ozel re dibêjin derbasî be ku bi rengekî hevgirtî piştgiriyê dide lêgerîna li civaka demokratîk û aştiyê.”

11:58

Piştî merasîmê êrîş li dijî Ozgur Ozel hate kirin

Piştî bidawîbûna merasîma li AKM’ê ya ji bo Sirri Sureyya Onder êrîşek li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel hate kirin. Hate ragihandin ku êrîşkar gotiye ‘Ez neviyê Osmanî me’. Hate gotin, êrîşkar bi ambûlansê hatiye revandin.

11:57

Gel ber bi Dolmabahçeyê ve dimeşe

Ji bo oxirkirina Sirri Sureyya Onder girseya gel li ber AKM’ê li hev kom bû û ber bi Dolmabahçeyê bi rê ket ku wê nimêj lê bê kirin.

11:37

Cenazeyê Onder ber bi Mizgefta Barbarosê ve hat birin

Di merasîma li AKM’ê de Dayika Aştiyê Rewşan Doner sersaxî ji tevahiya gelan û malbata Onder re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna aştiyê da.

Piştre peyama Serokê YNK’ê Bafil Talabanî hat xwendin.

Keça Onder Ceren Onder Kandemîr li salonê strana “Alli Tûrnam” a ku Onder gelek jê hez dikir vekir. Piştî rêzgirtinê cenazeyê Onder birin Mizgefta Barbarosê.

11:33

Ji KOMAW’ê peyama sersaxiyê

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyay Onder peyameke sersaxiyê weşand. KOMAW’ê got, “Ji ber windahiya giran a wijdanê hevpar ê gelan û yek ji kesayetên nîşaneya têkoşîna aştiyê Sirri Sureyya Onder em xemgîn in. Di peyamê de Sirri Sureyya Onder bi hezkirin, hurmet û minetdarî hate bîranîn, sersaxî ji malbat, xizm û gel re hate xwestin û hate gotin, “Têkoşîna te têkoşîna me ye. Xwedîderketina li bîranîna temenê ku xwe ji bo aştiyê kir feda, berpirsyariya me hemûyan e.”

11:30

 

11:30

Ji Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ peyama sersaxiyê

‘Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê’ ji ber wefata Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek da.

Di peyamê de hate diyarkirin ku Sirri Sureyya Onder êşa her azadîxwaz û aştîxwaz bû û wiha hate ragihandin: “Mirina vî lehengê aştiyê divê her kesî teşwîqî pêkanîna xewnên parêzvanên pêvajoya aştî û banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bike. Wek Komîteya ‘Azadî ji bo Ocalan’ ya Başûrê Kurdistanê, em sersaxiyê ji malbata Sirri Sureyya Onder û hevalên wê yên DEM Partiyê re dixwazin.”

11:28

Ji Tevgera Goran peyam

Tevgera Goran ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Piştgiriya Onder ya ji bo doza rewa ya Gelê Kurd û têkoşîna wî ya ji bo demokrasî û azadiyê we kir ku bibe mînaka heskirin û aştîparêziyê. Wê nifşê nu û yê piştî wê jî wî bi kêfxweşî bibîr bînin. Onder hemû jiyana xwe ji bo aramî û aştiya rast ya di nava Tirkiyeyê de xerc kir. Wê nawê wî hertim di laperên xebatê yên gelan û jiyana hevbeş ya gelên Tirkiyeyê de bimîne.”

11:26

Ji bo Sirri Sureyya Onder li Qamişloyê konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê sersaxiyê hate danîn. Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan li pêşberî Stadyûma 12’ê Adarê konê sersaxiyê hate vedan û gelek kesî serdana kon kirin. Li pêşiya kon wêneyê Sirri Sureyya Onder û Rêber Apo û pankarta bi nivîsa “Şehîdê aştî û demokrasiyê’ hate daliqandin.

11:24

Pervîn Bûldan: Niha dor hatiye aştiya mezin

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan got, “Xatirxwestina ji te Sirri gelekî zehmet e. Gotina oxir be ji te re gelekî zehmet e Sirri. Ez ê ji te re nebêjim oxir be. Tu hevrêyê min, hevalê min ê rê, kekê min, her tiştê min bû Sirri. Di vê rêwîtiyê de te ez bi tenê hişt, te em bi tenê hişt dostê qedîm ê Kurdan Sirri. Xatirxwestina ji te gelekî zehmet e. Tu ne tenê Sirri Sureyya Onder bû, tu Tirk bû, Kurd bû, Elewî bû, dara li Parka Gezî bû, kulîlk bû. 18 rojan li nexweşxaneyê li çavdêriya awarte bi dilê xwe yê birîndar razayî. Lê tu zane bê çi bû Sirri; te aştiya civakî pêk anî, te aştiya civakî pêk anî. Niha dora aştiya mezin e.”

11:07

 

11:04

Bakirhan: Sirri nîşaneya aştiyê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan metnek ji bo Onder xwend û got, “Sirri nîşaneya aştiyê ye.”

Tûncer Bakirhan got, “Ji bo mirovekî bi tenê jî neêşe te xwe ji bo aştiyê feda kir. Em soz didin te, ava çemê Firatê wê biherike Marmarayê. Em soz didin te, aştî wê bi ser bikeve. Em ê bêriya wî dilê te yê bedew bikin.”

11:02

Tulay Hatîmogûllari: Em ê te ti carî ji bîr nekin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî li merasîmê axivî û got, “Çîroka te çîroka jinan, çîroka xizanên li vê cografyayê bû. Ji ber vê yekê dilê dişewite. Te karîbû her êşê derbas bike. Me digot, tu yê vê jî derbas bike, lê nebû. Te gelekî li ber xwe da, lê belê nebû. Nexweşiya te jî civak kir yek. Çi dibe bila bibe te di aştiyê de israr kir. Ji bo Tirkan, ji bo Kurdan, ji bo Ereban, ji bo hevrêyên xwe yên li sirgûnê. Ji bo rondikên dayikên Kurd û Tirk nebarin te gelekî hewl da. Ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk te gelekî hewl da. Baweriya te ya ji bo aştiyê zindî ye. Te di vê têkoşînê de gelekî berdêl da. Di serî de li pêşberî te li pêşberî hemû hevrêyên me yên di vê têkoşînê de berdêl dan, bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.” Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku wê Sirri Sureyya Onder ti carî ji bîr nekin.

10:57

Peyama Selahattîn Demîrtaş

Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê dîl tê girtin, ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder peyamek parve kir. Di peyamê de ku li ser hesabê medya dîjîtal a Demîrtaş hate parvekirin hate gotin, “Gorek te nîne, ji ber ku tu yê di dilê bi dehan milyon mirovî de bê veşartin. Ez serdana kîjan ji wan bikim kekê min. Biçe, bila rêya te vekirî be, tu yê her tim ji bo me hêja be. Ne ken bû, ne jî simbêl bû ku li te bê; mirin li te nehat kekê min.”

10:55

Ceren Onder Kandemîr: Ez têrî dostaniya te nebûm

Keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemîr ji bo bîranîna bavê xwe axaftineke kurt kir û got, “Ez têrî dostaniya te nebûm.”

10:45

Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrîn

Piştî peyama Rêber Apo hate xwendin, li salonê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrîn.

10:40

 

10:30

Di merasîmê de peyama Rêber Apo hate xwendin. Peyam bi vî rengî ye:

“Koça dawî ya siyasetmedarê me yê hêja Sirri Sureyya Onder dilê me xemgîn kir. Ew mirovekî pir hêja bû, kurekî rastîn yê gel bû. Kevneşopiya Anatoloyê û Tirkmenan zarokekî mezin winda kir, hemû civak û gelên erdnîgariya me hevrêyekî mezin winda kir. Ez rêzdariyeke mezin ji bo bîranîna wî digirim. Di 27’ê Sibatê de, di hevdîtina me ya dawî de, wî hevoka dawî ya ku me li bangê zêde kiribû nivîsandibû û dixwest ku wê bi xwe bixwîne. Ji bo hevjiyana aştiyane xwedî xîret û kedeke bêhempa bû. Ew xwedî jêhatîbûneke hostayî bû ku hemû aliyên neyînî vediguherîne aliyên erênî. Ew nasnameyeke rastîn a aştiyê û çandeke aştiyê bû.

Wî pir baş dizanibû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê ji bo me hemûyan sûdmend be û ev hesreta wî ya mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvî nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng ewe ku em vî ruhî derbazî aştiyê bikin û bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.

Careke din ez dilsoziya xwe ya bêdawî ji bo bîranîna wî diyar dikim; Ez sersaxiyê ji malbat, heval, dost û hemû gelên me yên hêja re dixwazim.

Serê me hemûyan sax be.

Abdullah Ocalan

3’yê Gulana 2025’an”

10:20
Sînevîzyona li ser jiyana Sirri Sureyya Onder hate nîşandan.

10:19
Ji salonê tim û tim dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye’, ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Em soz didin te Sirri wê aştî pêk were’ bilind dibe.

10:18
Li gel kesayetên ji civata hunerê û siyasetê ji gelek beşên civakê tevlî merasîmê bûn. Salona AKM’ê di demeke kurt de tijî bû û gelek kes li derve man.

Darbesta ji cenazeyê Onder ji aliyê malbat û xizmên wê ve hate hilgirtin û li dika salonê hate bicihkirin. Darbest bi qurnefîlên sor hate xemilandin û çarikek spî bi ser ve hate kirin. Bi hezaran kesî bi deqeyan jê re li çepikan xistin.

10:18
Serokwekîlê Meclîsê yê DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder tê oxirkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo oxirkirina Sirri Sureyya Onder girseya gel tê AKM’ê
Nûçeya Pişt re Salvegera 88’an a Terteleya Dersimê: Çerag hate pêxistin, meşa bi bêdengî pêk hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zekî Menan ji ber êşa demdirêj a êşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Zekî Menan Fayiq, ji ber lêdan û êşkenceyê dewleta Tirk û çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Idlibê teqîna mezin

Li herêma bejahî ya Kefer Tixarîm a Idlibê teqîneke mezin rû da.

Ji aliyê Stêrk TV

3 sal cezayê girtîgehê dan rojnamevan Silêman Ehmed

Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li dijî cezayê hucreyê û ragihandê yê li girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî hatî birîn nerazîbûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatibûn qetilkirin hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Bîranîna rast pêşxistina têkoşînê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêwîstiya hiqûqî ya pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?