Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Xemla deşt û çiyê: Zozan
Jin

Xemla deşt û çiyê: Zozan

Dema ku em jî weke yekîneyekê dixwazin wesifkirina keça lêheng a ji herêma Efrînê, Zozanê bikin, ji nav dîtin û bihîstinên bedewiya sirûştî ya herêma Efrînê nikarin dûr bikevin. Lewra mirov di jiyan, xislet û têkoşîna Zozanê de bedewiya Efrînê didît.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pirî caran mirov bi sekin, raman, jiyan û tevgera xwe dibe neynika pênaseya xisletên xwe. Lewra herêm, erdnîgarî, civak û çand bi xwe jî bandorê li vê yekê dikin. Dema ku em jî weke yekîneyekê dixwazin wesifkirina keça lêheng a ji herêma Efrînê, Zozanê bikin, ji nav dîtin û bihîstinên bedewiya sirûştî ya herêma Efrînê nikarin dûr bikevin. Lewra mirov di jiyan, xislet û têkoşîna Zozanê de bedewiya Efrînê didît.

Her wiha ew hevrêyên ku em dikirin mêvanên rûpelên dîrokê, danehevên rabirduyê, bîranînên hevaltiyê û kêliyên parvekirina têkoşîna Zozanê, em dibirin ser çiyayên Hawar, Lêlûn û Kurmênc digerandin. Ji wir jî ber bi sînorên rêzeçiyayên heta Toros û Amanosan bihost bi bihost em dimeşandin. Di her bihosta wê xaka pîroz de bîranînek û rûpelek ji dîroka keça ciwan di nav wan çavên biriqok de zindî dibû. Zozan di van çirkên demjimêrê de mîna kaniyeke veşartî, vînek ji pola û ronahiyek di şeva tarî de xuya dikir.

Hevrêyên wê Narîn, Peyman û Raperîn dema ku qala wê dikirin, mîna senfoniya xwezaya Efrînê û çemekî ku ber bi azadiyê ve diherike, dipekinîn. Di dengê wan de hem şahiya bihara çiyayan, hem jî hesreta hevaltiyeke şaxberdayî ya di xaka pîroz de hebû. Li aliyekî gerîla Narîn pênaseya sûra wê ya bîrdozî dikir, li aliyê din hevrê Peyman li ser lûleyên teng ên perwerdeyê destana vîna wê dinivîsand. Li Efrînê, di bîranîna şoreşger Raperîn de, Zozan dibû dayikeke ruhî, mamosteyeke ku tiliyên zarokan ji şeveqa sibehê re amade dikir.

Belê; em bi xemla deşt û çiya digeriyan di nav bîranîn û serpehatiyên gerîla Zozan de. Di hemû wêne û vegotina hevrêyên xwe de fîzîka wê ya hûr û bejna wê ya piçûk eşkere diyar dibû. Weke ku dibêjin; zêrê piçûk e lê bi nirx û buha ye. Mîna pelek ji darê be, sivik û nermik, lê ewqas jî pirreng, xweşik û spartina xakê be. Ji ber ku pela ji darê diweşe, dibe hêza parastina koka darê û xemla payizê. Dema ku me li cîhana Zozan a hundirîn dinêrî, me didît ku wan çiyayên herî bilind di nava ruhê xwe de hewandine.

Gerîla Narîn dema ku dest bi vegotina rapora lêhenga Efrînê Zozan dikir, dîroka tevgera azadiyê, hêza têkoşîn û berxwedanê û di heman demê de girêdanbûna doz û hevaltiyê ku mîraseke afirandî ye, nîşan dida ku roja îro em deyndarê wan dimînin. Gerîla Narîn digot: “Ew xeta Rêber Apo wekî ‘Sûra Hundirîn’ pênase dike.” Wê di rapora xwe ya ku rasterast ji bo Rêber Apo nivîsandibû de, wiha digot:

“Serokê min, ev kesên ku feraseta çetewarî dimeşînin, ji bo ku me di hundirê dozê de bêbawer bikin û vîna me bişêwînin, bi mehan e ku li ser me zextan dimeşînin û xwê li ser birînên hevalan qut dikin. Halbûkî, gelê vê derê (gelê welatparêz) di her warî de bi dildarî dibe alîkarê me. Lê ev feraseta çetewarî êdî nake ku lingên hevalan bişixûlin, dixwazin di nava rêxistinê de bêbaweriyeke wisa mezin çêbikin da ku her kes bêje ‘gerîlatî nabe’ û bi vî awayî xet û keda te ya pîroz vala derxin. Lê belê, tevî van hemû zextan jî, hevalên ku li ber destê te perwerde dîtine, îradeyeke pir mezin û berxwedaniyeke pîroz nîşan didin.”

ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir
Nûçeya Pişt re Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Îmraliyê bi Davûtoglû re civiya

Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî em hesabê 6-7’ê Îlonê bipirsin

HBDH'ê di salvegera Komkujiya 6-7'ê Îlonê de daxuyaniyek da û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê dewama vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dema peywirê ya qeyimê Mêrdînê hate dirêjkirin

Hat diyarkirin ku dema pewyirê ya Walî Tûncay Akkoyûn ê ku wekî qeyim tayînî şûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Dirbêsiyê xwendekar ji bo zimanê Kurdî li qadan bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Balafira diçû Tel Avîvê bi lezgînî daket Erebistana Siûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?