Rêber Apo bi “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re” rexne li reel sosyalîzmê kir û nêrîneke cuda pêşkêşî sosyalîzmê kir. Nîqaşên li ser vê yekê dewam dikin. Nivîskar Mûsa Şanak li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘SOSYALÎZMA APOYÎ CIVAKA KOMÎNAL A DEMOKRATÎK JI XWE RE DIKE ESAS’
Şanak diyar kir ku sosyalîzma Apoyî avakirina civaka demokratîk ji xwe re dike esas û got, “Lewma sosyalîzma Apoyî sosyalîzmeke welê ye ku çareseriya modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk ji xwe re dike bingeh. Di vir de nêzîkatiyeke welê heye ku cihêrengiya bawerî, koka etnîkî, ziman û çandê li ser bingeheke azad û wekhev dike esas.
Berê dema ku qala sosyalîzmê dihate kirin, pêwendiya wê bi dewletê yan jî netewe dewletê re dihate danîn. Bi jihevketina reel sosyalîzmê re ev pirs kete rojevê; ‘Modeleke rêxistinbûna civakî û avakirinê ya li gorî Sosyalîzmê dikare bê afirandin?’
Eger çareserî ne nêzîkatiya netewe dewletê be, wê demê modeleke çawa pêwîst e? Ji bo vê jî pêwîstî bi wê yekê hebû ku dîroka têkoşîna civakî ji dema avabûna civakê heta bi roja îro jinûve bê xwendin û nirxandin. Dawiya dawî li şûna feraseta dewletperestiyê-netewe dewletê feraseteke sosyalîst a demokratîk hate afirandin ku civaka exlaqî û polîtîk, yanî civaka komînal a demokratîk ji xwe re dike esas.
Sosyalîzma Apoyî taybetmendiyên polîtîk û exlaqî yên pêşketina civakî yên weke klan, kabîle û eşîrê ji xwe re dike esas û rêbazeke siyaset û avakirinê ye ku vê yekê li gorî ‘ruhê demê’ formule dike.”
‘YA KU NAYÊ QEBÛLKIRIN NÊZÎKATIYA NETEWE-DEWLETPERESTÎ YE’
Şanak destnîşan kir ku feraseta sosyalîzma Apoyî xeyalî nîne, lê feraseteke ku xwedî bingeh e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Civaka bê dewlet bêguman dibe; lê belê avakirina civakeke bê dewlet a di nava mercên îro de ji bo demeke kurt nabe, ev yek xeyalî ye. Divê were dîtin ku kodên dewletê yên 5 hezar salî ji nişka ve ji holê nikare bê rakirin, ji bo vê pêwîstî bi têkoşîneke dibe ku bi sedan salî hebe. Ji ber vê yekê jî formula ‘dewleta nêzî demokrasiyê’ hate afirandin.
Ya ku bi esasî nayê qebûlkirin nêzîkatiya netewe-dewletperestiyê ye. Ji ber ku netewe dewlet ji aliyê îdeolojîk ve neteweperest e, olperest e, zayendîperest e û pozîtîvîst e; xwedî avaniyeke nêr-baviksalar e. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka 400 salên dawî, dibîne ku xwedî rabirdûyeke welê ye ku bûye sedema qirkirinên çandî û fîzîkî.
Di bingeha pêvajoyên şer û trajîk ên serdema niha de jî karakterê faşîzan, asîmîlekar û yektîpkirinê yê netewe dewletê heye. Tevgerên çep û çepgir berê li hemberî vê sîstemê têkoşîn meşandin; lê belê ji aliyê îdeolojîk ve nekarîn alternatîfa wê biafirînin û weke ‘versiyona çep’ a sîstemê tevgeriyan.
Hûn nikarin bi amûreke (bi dewletê) çavkaniya pirsgirêkê çareseriyê ji pirsgirêkê re bibînin. Ji bo serketinê pêwîstî bi modelên rêxistinbûn û amûrên li gorî perspetkîfa sosyalîzma bingehîn heye.”
‘KOMÎN BINGEHA FERASETA SOSYALÎZMA RÊBER APO YE’
Şanak diyar kir ku rêxistiniya komînê ya ku bingeha feraseta sosyalîzma Rêber Apo ye, rêxistinbûneke civakî ya li gorî jiyana sosyalîst e û got, “Komîn ji destpêka tevgerê ve pênaseyeke ku di lîteratura me de heye; nû nîne. Lê belê di manîfestoya nû de ‘rola sereke’ ji komînê re hatiye dayin.
Komîn ‘şaneya bingehîn’ an jî yekeya bingehîn a rêxistinbûna civakî ye, li gorî jiyana sosyalîst e. Em dikarin bibêjin rêxistinbûneke ‘klan a modern’ e ku xwedî wan taybetmendiyên klanê yê qonaxa destpêkê ya civakîbûnê ye.
Lewma ne tiştekî welê ye ku ji tinebûnê hatiye afirandin; modernîzekirina ya kevneşop e. Mînak, di salên 60’î û 70’yî de li gundên ku kapîtalîzm û kevneşopiya dewletê hîn bandor li wan nekiribû, şêweyê jiyanê komînal bû.
Bi taybetî li nava civaka Elewî ev nirxên jiyana komînal li pêş çavan bû. Dema ku yek nexweş diket gund bi temamî seferber dibû, dema ku hinek dizewicî bi hev re mal jê re ava dikir, seywan jê re dihate dayin û tevkarî li debara wan dikir. Ev yek piştevaniyeke kolektîf bû. Em dixwazin vî ruhê piştevaniyê jinûve derxînin holê.
Em zanin ku mirov kurmê mirov nîne, ev rewş bi hewldaneke çêkirî hatiye afirandin. Weke ku Rêbertî dibêje, ‘dîrok niha ye’ yanî her tiştên ku em niha di nav de ne daneheviyeke dîrokê ye. Divê em aliyên xwe yên neyînî weke nexweşiyekê binirxînin û çareseriyê hilberînin.
Komîn weke ‘tedawiya şaneya esasî’ ya civakî ye. Li navenda kapîtalîzmê, mînak li Stenbolê bi avakirina giravên (komînên) azadî û wekheviyê em dikarin vê qadê berfireh bikin.”
Şanak di dawiya aaftina xwe de 1’ê Gulanê li kedkarên azadiyê pîroz kir.
Mûsa Şanak kî ye?
Mûsa Şanak di sala 1993’an de hate binçavkirin û ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM9 ve bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate cezakirin. Di sala 2023’an de di 59 saliya xwe de hate berdan. Şanak xwedî du pirtûkên helbestan ên bi Kurdî ye ku navê wan Kenbaz û Nosên Tenêtiyê ye.

