În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Festîvala Rojên Amara bi hezaran kes ber bi Xelfetî bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in
Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, ji bo serketina pêvajoyê qanûnên bêne derxistin diyar in û xwest, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û qanûnên serxistina pêvajoyê bêne derxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 41 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:

Dixwazim bi pirsê yekem destpê bikim. Wek tê zanîn Newroza îsal Newrozekî ku em dikarin bibêjin wekî wê nebû, ji ber ku Newroza îsal bi rihê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate pîrozkirin. Li her devera cîhanê bi milyonan Kurd beşdarê vê Newrozê bûn. Peyamên pir girîng derketin pêş, bi taybet peyama Rêber Apo hebû. Ji bo Newroza îsal hûn dixwazin çi bibêjin, li gor ve Newroza îsal Newrozekî çawa bû, peyamên ku hatin dayîn peyamên çawa bûn?

Ez destpêkê salvegera 79’emîn a darvekirina rêber û pêşengê Komara Mihabadê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, her wisa salvegera şehadeta 54’emîn a Mahîr Çayan û hevalên wî ku li Kizildereyê hatin qetilkirin bi bîr tînim. Her wiha Hefteya Lehengiyê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê ye, di şexsê rêheval Mazlûm Dogan û fermandarê Hêzên Parastina Gel rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) de, tevahî şehîdan bi rêzdarî hurmet û minet bi bîr tînim. Tevahî şehîdên gelan, şehîdên Kurdistanê, şehîdên ku di dîroka me de bi bîr tînin. Wekî Tevgera Azadiyê di pêşengtiya Rêber Apo de em hemû şehîdan wekî şehîdên têkoşîna xwe dibînin û Rêber Apo çawa têkoşîna lehengên wekî Mahîr Çayanan ji bo xwişk û biratiya gelan mezin bike û bi taybetî jî xeta sosyaslîst a çepgirî jiyankirin li ser bîranîna wan pêş xist, dîsa em jî bi vê munasebetê careke din didin diyarkirin ku em ê di vê têkoşînê de li ser bîranînên wan lehengan hewl bidin ku vê têkoşînê bigihînin armanca vê. Bi taybetî we jî da diyarkirin, bi rastî jî Newroza îsal mohra xwe li dîrokê xist. Bawer dikim ku wisa bê pênasekirin, pêngava bere Newroza 2026’an û pêngava piştî Newroza 2026’an dema ku wekî dîrok bê destgirtin, wê wisa were pênasekirin. Ev Newroz ji ber ku Newroza Rêber Apo bû, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû, bi vê munasebetê ez careke din Rêber Apo bi rêzdarî, hurmet, bêrîkirin û minetdarî silav dikim. Bi rastî jî Newrozekî girseyî çêbû, bi heybet bû, gelekî cihereng bû, hem di Kurdistanê de, hem jî li derveyî welat dîmenên gelekî balkêş derketin pêş. Milyonan kes herîkin Newrozê, ne deh hezar û sed hezaran, milyonan herîkin qadên Newrozê û hîna jî pîrozbahiyên Newrozê berdewam in. Ji bo vê bi taybetî dîmenên ku li bakurê Kurdistanê bi taybet li Amedê, li hemû navçe û qadan derketin, dîsa li Tirkiye, Stenbol bû Newroza gelan, bû qada xwişk û biratiyê, bû qada wekheviyê, bû qada demokrasiyê, bû qada careke din mîsogerkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Her wiha li Rojavayê Kursitanê, di serî de li Kobanêya berxwedêr, Qamişlo, Dêrik, li Başûrê Kurdistanê li bajaran hatibû qedexekirin, dîsa li Qendîl Newrozekî bi heybet bû gelê me di nava şert û mercê şiliyê de jî hatibûn û Newrozekî gelek girîng bû. Her wiha ê ku dîsa bal kişand ser xwe Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bû. Bi rastî di nava xwe de pîrozbahiyeke heybet çêkirin, rihê Newrozê zindî kirin, Mazlûm Dogan anîn roja îro, karografiya wî bi meşaleyan çêkirin. Ev bi taybetî pir balkêş û girîng bû. Ez bi taybetî wan silav dikim, destxweşiya wan dikim û wan pîroz dikim. Bi vê heybetê beşdarbûna wan ji bo Newroza Qendîlê jî hêja bû. Bêguman îsal şerekî giran li ser Rojhilatê Kurdistanê hebû, Newroz nehate pîrozkirin. Dîsa li derveyî welat jî hîna pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin, Newroza li Frankfurtê pir bi heybet bû. Ji bo vê bêguman yek bi yek tevahî qadan bijmêrin bername tere nake. Ez bi vê munasebetê careke din tevahî gelê me û gelên ku beşdar bûn, jinên ku beşdar bûn, ciwanên ku beşdar bûn, herî zede jin û ciwanên bal kişandin ser xwe û reng û rihê xwe dan Newrozê bi Newrozê re bûn yek, silav dikim. Ji xwe jin bi pîrozkirina 8’ê Adarê ve bi girseyî herikîn Newrozê. Newroz bi rengê jin û ciwanan hîn zêdetir dewlementir bû û gihîşt cewherê xwe. Ez careke din hemû kesên ku beşdar bûn, silav dikim, ez wan tevahî bi navê Tevgera me pîroz dikim. Helwestekî pir girîng û tevlîbûneke pir girîng raber kirin. Newroz cejna gelan e, cejna berxwedanê ye, cejna wekheviyê ye û cejna têkoşînê ye. Bi têkoşînê re heta roja îro hatiye û bi xwe jî rojekî ku encama têkoşînekî li hemberî zilmê ye û ji xwe re kiriye cejn. Ji bo vê jî di vê Newrozê de dîsa peyamênsiyasî, wekî paradigma, wekî yekîtî û wekheviyê pir derketin pêş. Mirov dikare çend peyaman bi rengekî kurt bîne ser ziman. Peyama yekemin; êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hemû qadan hate erêkirin. Wekî refarandûmekî bû, gelê me li hemû qadan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo na xwe wekî mijara sereke raber kirin û bi yek dengî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Ev gelekî girîng bû. Piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ser ziman ku ji 27’ê Sibata 2025’an ve berdewam dike. Û gele me peyamên Rêber Apo ku di vê Newrozê de jî hatibû, bi hemû awayê ji bo na xwe hilgirt û erê kir. Ev pir girîng bû. Peyamekî din ku di Newrozê de weke şîarekî bû, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratik bû. Çawa ku li hemû qadan, li hemû deran, ji hemû pêkhateyan di Newrozê de hatin gel hev û cejna xwe pîroz kirin, bi vî rengî yekîtiyekî demokratik jî sazkirin. Vê yekê di Newrozê de dan diyarkirin ku daxwazekî wan yê esasî jî ew bû ku yekîtiya xwe ya demokratik pêk bînin. Bingehek wê ya xurt hatiye avakirin. Dîsa peyama esasî ku jê derket, bêguman şerekî ku niha li heremê bi tundî tê meşandin heye, şerê cîhanê yê sêyemîn ku em bêjin hêzên hegemonîk êrîş dikin û dîsa hêzên statokparêz bi hev re di nava pêvçûnekî de ne, ê ku di nava vî şerî de wekî qurban tên hilbijartin xeta sêyemîn ya Aştî û Civaka Demokratîk, xeta gelan, xeta bi hev re jiyana azad e, bêhtirê xwe jî li ser vê bandoriyekî neyînî çêdike. Di Newrozê de li dijî vê jî rawestandinek çêbû. Em ne alîgirê tu şeran in, em bêhtirê xwe aştiyê dixwazin, demokrasiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin û em di wan qadan de careke din dengê xwe digihînin her kesekî ku hêza gelan ji hemû hêzên din xurtir e û dikare biçe encamekî. Di vê Newrozê de peyamekî wisa polîtîk û exlaqî jî derket holê. Yanî hem di milê polîtîk de helwesta xwe danîn holê, hem jî di milê exalaqî de jî divê çi were destgirtin û parastin, vê jî pêş xist. Ji bo na vî ez dikarim bibêjim ku Newroz bi hemû awayê gihiştiye armanca xwe, helwest û daxwazên xwe zelal daniye holê. Hêzên ku xwe ji ber vê bide alî û vê ji nedîtî ve bê, êdî nikare careke din pira navbera gelan ava bike. Divê her kes vê bibîne.

Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, ji ber ku li hemû qadan gel rabûne ser piyan û Newroz pîroz kirin û daxwazên xwe yên demokrasiyê anîn ziman. Daxwaza civaka demokratîk, komînal û pekvejiyanê kirin. Ji ber vê Newroza 2026’an tevî şert û mercên hewayê yên giran jî, gel bi biryardariyek mezin ew rih zindî jiyan û da jiyîn jî.

Weke Tevgera Azadiyê bi navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, me ji bo Newrozê daxuyanî da û Newroza gelê xwe pîroz kir. Em diyar dikin ku, em peyamên gel ê Newrozê ji bo xwe weke ferman dibînin û em ê li gorî wê jî tevbigerin.

Divê gelê me bi Newrozê ve xwe sînordar neke û xwe di her alî de birêxistin bike. Divê di komîn, meclîs û her beşên jiyanê de xwe birêxistin bike û biparêze. Bi rihê Newrozê dikare di nava her şert û mercî de li hember her cure xeterî têbikoşe û têk bibe.

Bi vê mijarê ve girêdayî tevlîbûna jin û ciwanan pir bi heybet û li pêş bûn. We jî şert û mercên hewayê bibîr xist, mînak gelek ciwan gotibûn ‘ger kevir jî bibare em ê cardin herin qada Newrozê’. Di vir de rola peyama Rêbertî çiye û hûn tevlîbûna jin û ciwanan çawa dinirxînin?

Bêguman me pêşî jî got Newroz, Newroza Rêber Apo bû. Beriya Newrozê bi rojek hatibû gotin ku wê peyama Rêber Apo bê dayîn. Yê ku coş, kelecana Newrozê xurtir kir peyama Rêber Apo bû. Gel li benda peyamek bi dîmen bûn. Heta di nava gel de gotegotên ku wê Rêber Apo bi rengekî zindî peyam bide an jî suprîzek çêbibe, hebû. Daxwaza gelê me yê esasî ev bû. Gelê me vê ne tenê weke daxwaz tîne ziman, her wiha weke armanca xwe ya esasî dibîne. Gelê me dixwaze bi Rêber Apo re bi rengekî azad Newroz pîroz bike û bijî.

Peyamê Rêber Apo li hemû qadên Newrozê hatin xwendin. Hem li qadê hem jî kesên li ber ekranan, bi baldariyeke mezin li benda peyama Rêber Apo bûn. Ji ber ku peyama Rêber Apo ya Newrozê bi qasî banga 27’ê Sibatê girîng, bi wate û bi nirx bû. Xwedî navarokeke dagirtî bû. Rêber Apo bi peyama Newrozê re nexşerêyek jî dabû diyarkirin. Ji ber vê yekê peyama Rêber Apo mohra xwe li Newroza îsal xist.

Jin û ciwan pêşengê têkoşîna azadiyê ne. Jin çawa ku di 8’ê Adarê de li hemû qadan pêşengiyê kirin, di qada Newrozê de jî ji 7 heta 70 salî bi rihê Newrozê û cil û bergên Kurdewarî rabûn ser piyan û Newroz pîroz kirin. Jin bi tevlîbûna xwe careke din ber bi azadiya xwe ve meşiyan. Ciwan jî bi rihê Mazlûman, Zekiyeyan û Rehşanan daketin qadan û bi çalakiyên curbecur li Wargeha Şehîd Rûstem, li Qendîlê, li Ewropa û hemû qadan pîroz kirin. Ev ne tenê weke pîrozbahî, her wiha weke asta têkoşîna ku gihaye nîşan da. Ciwan, bi fikra çawa dikare vê têkoşînê mayînde bike derket rê û vê helwesta xwe bi çalakiyên xwe nîşan da. Divê jin, ciwan, zarok, extiyar û tevahiya gel, ji hev neyê cuda kirin. Ji ber ku Newroz her kes zindî kiribû. Gotin di cih de be, ew coş mirî ji goran derxistibû. Ewqas rihê biharê û Newrozê bibû yek. Ya jinê jî bi dema jinê re bû yek. Dema jinê dema azadiyê ye. Azadî jî helbet bi berxwedan, têkoşîn, hevgirtin û pêkve jiyanê dibe. Ev jî ji xwe armanca esasî ya Newrozê bû.

Hûn pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çawa dinirxînin? Pêvajo niha di kîjan qonaxê de ye? Em dibînin tevî hemû nebesiyan jî Rêber Apo di tevahiya salê de nava hewldaneke pir mezin de ye ku gelê Kurd û Tirk ji çiraveyekê derxe. Lê siyasetek pir mezin a mijûlkirinê heye. Jixwe êrîş û bûyerên ku piştî Newrozê derketin holê jî encama vê siyasetê ye. Hûn rêveçûna pêvajoyê çawa şirove dikin?

Beriya bernameyê bi demeke kurt, peyama dawî ya hevdîtina 27’ê Adarê ya Rêber Apo û DEM Partî hat parvekirin. Hat gotin ku heyeta dewletê jî tevlî vê hevdîtinê bûye. Hevdîtin di navbera Rêber Apo, heyeta DEM Partî û heyeta dewletê de pêk hatiye. Peyam tenê ya Rêber Apo dayî hat parvekirin. Bêguman em navaroka yên din nizanin, ji ber têkildarê wê de tiştek nehat parvekirin.

Mijarê ku bê şirovekirin ev e. Pêvajo ji hêla Rêber Apo ve berdewam dike. Rêber Apo di peyama xwe ya Newrozê de jî behsa rapora komîsyona meclîsê û girîngiya qanûnên bên amadekirin, kiribû. Di peyama îro de jî xuya dibe ku, mirov nikare bêje pêvajo xitimiye ango nameşe. Ne di wê astê de ye. Lê em nikarin bêjin ku di vê pêvajoyê de gavên şênber hatine avêtin. Bi taybetî piştî şerê Îsraîl-Emerîka ya li dijî Îranê ku em weke şerê cîhanê ya 3’yemîn binav dikin, weke sedemek li pêşiya pêvajoyê tê nîşandan û giraniyek çêbûye.

Me ev yek di peyamên rayedarên dewletê de jî dîtin. Mînak Serokê MHP’ê di hemû daxuyaniyên xwe de behsa girîngiya lezkirina xurtkirina eniya hundirîn dikir û digot ‘li hember pêşketinên li herêmên derdora me, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û vê pêvajoyê pêş bixînin’. Ya rast jî diviya wisa ba û pêş biketa. Lê helwstên ku piştî daxwaza gel û peyamê Rêber Apo ya Newrozê ya li ser pêkhatine entegrasyonê, têkoşîna berfireh bûyî û piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji her deverê derketin holê, nakokî di mejiyê her kesî de çêkir.

Piştî Newrozê her kes çav li rêbû ku rayedar di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan derkevin û daxuyaniyek bidana. Pêvajoyek tê meşandin, bi mîlyonan gelê Kurd û dostên wan hem li Tirkiyeyê û hem jî li derve Newroz pîroz kirin. Diviya helwesta gel a ji bo aştî, yekîtî û azadiyê teqdîr kiribana. Devlet Bahçelî jî wisa diviya bi heman rengî Newroza gel pîroz bikira. Diviya bersivek dabana banga gel a li qadan.

Lê berevajî mîna salên berê îsal jî bi hinceta ‘çima wêneyên Rêber Apo û al’ tên rakirin, meş tên lidar xistin û dirûşme tên berzkirin binçavkirin çêbûn û vê jî weke provakasyon binav kirin. Ev helwest ne li gorî rihê demê ye û nayê qebûlkirin jî. Ev helwest bi xwe re nakokiyek pir mezin çêdike. Saleke bi Rêbertî re ev pêvajo tê meşandin, îro jî ev pêvajo didome. Tiştek veşartî nîne. Wêne bi erêkirina wan hatiye parvekirin. Ji bo pêvajoya çekberdanê Rêber Apo bi dîmen peyam şand. Ji bo pêvajoyê piştgirî çiqas xurt bibe, hikûmet dikare ewqas gavan biavêje. Hikûmet bi vê helwesta xwe pirsek wisa bi mirovan re çêdike, ‘gelo ev hikûmet naxwaze gel piştgirî bide pêvajoyê? Çima ji îradeya azad ditirsin? Çima ji piştgiriya demê ditirsin? Çima gumanan dijîn?

Piştî wê Devlet Bahçelî, daxuyaniyek da û ji bo pêvajoyê dibêje lezginiya derxistina qanûnan nîne. Îro jî daxuyaniyek dide û dibêje ku divê qanûn derkevin, armanc çibe bigihê serî. Rojane ziman guhertin, bi xwe re nakokî çêkirin, tenê bi van gotegotan dem derbaskirin ne rast e, ne dema vê ye. Ev ne tişteke ku mirov qebûl bike.

Hevdîtina ku herî dawî bi Rêbertî re hatî pêkanîn jî, mijarên ku hatine destgirtin gelek car hatiye ser ziman, divê gav bên avêtin. Mînak Rêber Apo bi rengekî zelal tîne ser ziman û dibêje ‘Tu pirsgirêka Kurdan a bi komarê re nîne.’ Lê komar nedemokratîk e. Tu pirsgirêka Kurdan bi hêzek ango peçekirina wan re nîne. Lê divê ev welat mafê gelê Kurd bide ku bikaribe pê re bijî. Divê qanûnan ji bo wê derxîne. Muzekerevanê vê pêvajoyê û yê ku bi rêve dibe Rêber Apo ye. Xwedî vê paradîgmayê, îdeolojî û xetê Rêber Apo ye. Lê Rêber Apo hê di bin tecrîdê de ye. Kes nikare bêje tecrîd nîne. Mînak Rêber Apo hê nekarî bi dîmen peyamê xwe bişîne Newrozê.

Tiştek ku berjewendiya wan tê de hebe, dengê xwe nekin lê dema ne li gorî berjewendiyên wan bin yekser asteng dikin. Bi vî rengî nabe. Her kes vê rastiyê dibîne. Di vir de guman ava dikin. Rojane daxuyanî têne danîn. Beriya destpêkirina pêvajoyê Devlet Bahçelî daxuyanî da û gotibû ‘Bila fermana çekdanînê bide û partî xwe fesix bike’ wê demê were li meclîsê biaxive. Lê ev saleke nehatiye. Ew sozê ku hat dayîn li kur ma. Nehatî bi cih anîn Beriya vê jî gotibû çûkek bi baskek tenê nikare bifire. Lê Rêber Apo her tişt ji aliyê xwe ve kir.

Niha jî li ser cihê ku li Îmraliyê hatiye avakirin nîqaş tên kirin. Agahiya me jî heye. Lê tu dibêjî qey tiştekî pir cuda hatiye çêkirin. Medyaya navendî çêkirina cihek ji bo Rêbertî wekî tawîz û gav avêtinê nirxandine. Bi van têgihînan dixwazin şerê taybet bidin meşandin. Rêber Apo heta niha derbasî cihê tê behskirin nebûye. Çima? Ji ber ku hê statûya wî diyar nebûye. Bahçelî beriya vê gotibû divê statûya wî bê diyarkirin. Çima statûya Rêber Apo nehat diyarkirin? Divê Rêber Apo azad be. Divê dengê Rêber Apo bigihêje tevahiya gelan. Ji bo ku bandora Rêber Apo xurtir bibe, dengê xwe bigihîne derve û pêvajoyê bi rehetî bipêşve bibe statûya wî bê naskirin. Lê van gavan navêjin. Mîna ku her tişt kirine radibin û rûdinên dibêjin bila provakasyon nebin, bila kes bi sebra me nizanim çi nekin. Ev helwest nayên qebûlkirin.

Divê her kes vê yekê bizanibe, qanûnên bên derxistin diyar in. Qanûnek dibêje mustaqîl, qanûnek bi tevahî, qanûna azadiyê, qanûna entegrasyona demokratîk û qanûna azadiya Rêber Apo û statûya wî zelal kirin. Ev qanûn divê rojek beriya rojek din bikevin meriyetê. Lê li dewsa vê hê beriya çend rojan girtiyek nexweş şehîd bû. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Bi sedan dosyeyên girtiyên nexweş ku nikarin li girtîgehê bimînin hene û heta niha nehatine berdan.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de li şûna demokrasî pêş bikeve, li dijî hemû muxalefetan operasyon tên kirin. Ev jî li milek din sabote kirina pêvajoyê ye. Negav avêtin, êrîş û zextên li ser muxalefetan û xwe ferzkirin, bi xwe sabotekirine. Ji ber vê rapora komîsyonê divê rojek beriya rojek bêyî were kategorîze kirin, bi qanûnî bibe. Divê azadiya Rêber Apo û statûya wî bê naskirin. Divê qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo pêvajoyê bên misogerkirin. Bêguman pêvajo dê li ser vê esasê berdewam bike û em di vê mijarê de bibiryardar in. Rêber Apo jî di peyama xwe de dubare kir û dibêje me şerê çekdarî bidawî kir û careke din veger lê nîne. Pirsgirêkek me bi komarê re nîne. Peyamên pir girîng û tejî bawerî da. Em jî vêya berdewam bikin.

Divê raya giştî tev zanibe, gelê Tirkiyeyê û gelê herêmê jî vê rastiyê dibîne. Çareseriya pirsgirêkê li Tirkiyeyê wê di serî de bandorê li welatên cîran û li ser tevahiya herêmê bike. Her wiha wê nehêle hêzên desthilatdar, hegomonîk û statûkuperest gel bike qurbanê berjewendiya xwe. Ji ber vê yekê divê gel mafên xwe bidest bixin û ji van şeran parastî bin.

Di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya gelê Kurd peyamên girîng hatin dayîn. We jî behsa şerê heyî kir û bêguman ev şer bandor li ser gelê Kurd jî dike. Gelê Kurd hem niha li Rojhilata Navîn hêza serekeye û hem jî ji çar aliyê Kurdistanê polîtîkayek cuda li hember Kurdan tê meşandin. Ji bo ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze, bikaribe statûya xwe bidest bixe, divê yekîtiyek çawa ava bike? Behsa yekîtiyê tê kirin, lê yekîtî bi kîjan ferasetê divê bê avakirin?

Pirsek girîng e, me behsa peyamên Newrozê kiribû. Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê di ferqa vê xeteriyê ye. Li dijî Başûrê Kurdistanê êrîş hene, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî gel êrîş didome ev mehek. Gel li hember pergala statûkuperest jî li ber xwe dide. Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Me qala Bakurê Kurdistanê kir jixwe, peyama giştî yê gelê Kurd di Newrozê de hat dayîn. Mirov dikare Newroz weke konferansa demokrasiyê binav bike.

Gelê me bi peyamên xwe biryara yekîtiyê dan. Li hember hemû cure êrîşan yekbin. Ev yek ji bo tevahiya partiyên siyasî jî derbasdar e. Yekîtiya gel di qadên têkoşînê de hatiye avakirin. Di qadên Newroz, serhildan û li dijî zilm û zorê hatiye avakirin. Di dema êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, dirûşmeya “Yek, yek, yeke gelê Kurd yeke” hat berzkirin. Ev rastî derket pêş. Vê dawiyê li Başûrê Kurdistanê bêhtirî dused kesên welatparêz, welatperwer, rewşenbîr û ji beşên civakê yên curbecur hatin ba hev, deklerasyonek weşandin. Gotin divê rojek beriya rojek yekîtiya gelê Kurd bê avakirin. Weke KCK’ê me daxuyanî da û piştgiriya vê kir. Têkoşîna me hemû, têkoşîna yekîtiya Kurd e. Ger îro ev rih di tevahiya Kurdistanê de zindî bûye, ev yek bi saya paradîgma û pêşengiya tevgera azadiyê ye. Rêber Apo mîmara vê yekîtiyê ye. Ji tevahiya beşê Kurdistanê bi hezaran şehîd hene

Li ser hemû xaka Kurdistanê ev yek ava kiriye. Ev yekîtî, ava kiriye. Lê belê bêguman divê em wisa negirin dest ku çend partiyên siyasî neyên ba hevûdu yekîtiya gelê Kurd çênabe. Ne bi tenê ew e. Lê belê ew jî tê xwestin. Ji ber wê yekê jî tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê bi rastî jî pir girîng e, stratejîk e, di wextê xwe de ye û divê dereng nemîne.  Divê êdî ji berjewendiyên partî, hizbî, beşan, binemalan, derdoran tenezul neyê kirin. Ji ber ku berjewendiya mezin azadî ye. Gelê li herêmê hemûyê hêviya xwe bi yekîtiya demokratîk a gelê Kurd ve girê daye. Yanî yekîtiya demokratîk a gelê Kurd, li Rojhilata Navîn dibe bingeha yekîtiya tevahiya gelan. Em jî bi vê boneyê cardin bang li her kesî dikin. Di serî de jî aliyê ku dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe û bi rastî jî bibe encam jin û ciwan in. Ji bo yekîtiyeke demokratîk û neteweyî divê jin û ciwan di têkoşînê de serkêşiyê bikin. Divê êdî jin, ciwan, partiyên siyasî, rêxistin, akademîsyen, hunermend û hemû beşên civakê bi erkê xwe rabin û zextê li ser aliyên ku berê xwe nadin vê yekîtiyê bikin.  Ger ev yek hate kirin em dikarin encamkê bi dest bixin û ev yek pir girîng e. Rêber Apo beriya niha li ser  parastina hevbeş, rêvebirina hevbeş, dîplosiya hevbeş ên ku dikarin di heqû qadan de li gorî berjewendiyên gelê Kurd were meşandin, gelek şîrove kirine. Tam jî dema wê ye û zirara vê yekê nagihîje tu kesî. Ne li hemberî dewletan e ku berovajî wê dikare bi vê yekê neteweya demokratîk û yekîtiya demokratîk ava bikin. Em jî weke Tevger ji tişta ku dikeve ser milên me re amade ne. Çawa ku beriya niha em bi erkê rabûne em a niha jî amade ne ku bi erkê xwe rabin. Wê hemû hewldanên me li ser vî esasî bin ku yekîtiya demokratîk a Kurdistanê were avakirin. Li ku derê dibe bila bibe, li kîjan beşa Kurdistanê dibe bila bibe ger êrîşek li ser gelê me çêbibe em weke Tevgera Azadiyê bi gelê xwe re ne. Me ev daxuyanî jî dan. Tevgera me li hemberî êrîşên li ser Başûr jî helwesta xwe nîşan da. Rojhilatê Kurdistanê jî ku a niha di bin rewşeke giran de ye û li hemberî wê yekê jî helwest, sekn û paradîgmaya me diyar e. Lê belê ger li ser gelê me jî xeteriyek çêbibe em ê li rex gelê xwe bin û em ê hewl bidin ku gelê xwe jî biparêzin. Weke Tevgera Azadiyê em ê li tevahiya Kurdistanê têkoşîna vê yekîtiyê pêş bixin û vê pêvajo û derfeta dîrokî bigihînin serkeftinê.

Di vê pêvajoyê de yek ji mijara girîng ew e ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist.  Ji nav bigirin heya gelek mijarên girîng di vê kongreyê de bûne biryar ku bandorê li civaka Êzidî û gelên ku li herêma Şengalê dijîn, bike. Hûn di pêvajoyeke wiha de xebatên bi vî rengî çawa şîrove dikin?

Bi rastî kongreyeke girîng bû. Me jî li ser çapemeniyê şopand. Dema pêkhatina wê gelekî girîng e ku li Rojhilata Navîn li ser civakan xeteriyên pir mezin hene. Civaka me ya Êzidî li Şengalê bi îradeya xwe, bi beşdarbûna ew qasî delegasyon, mêvan û gelek partiyên rêzdar û navdar kongreyek li dar xist. Em gelekî bi qîmet dibînin û girîng e. Ez wê kongreyê û îradeya ku derketiye holê silav dikim. Ez hêvîdar im ku ew nirxanên ku hatine pêşxistin, biryarên hatine girtin û rêveberiya nû ya hate hilbijartin bikevin meriyetê.  Ez di wê baweriyê de me ku ew hêz, bawerî û zanebûn çêbûne. Ez vê kongreyê bi taybetî li tevahiya gelê me, civaka me ya Êzidî û gelê Iraqê ez pîroz dikim. Ez ê zêde li ser kongreyê neaxivim. Ji ber ku îradeya xwe nîqaş kirine û biryarên xwe girtine. Encamnameya kongreyê li ser çapemeniyê jî hate weşandin ku kongreyê xwe ji bo entegrasyoneke demokratîk amade kiriye. Li gel entegrasyoneke demokratîk dikare çawa li gel Iraqê hebûna xwe misoger bike.  Ji bo ku bi fermaman re rû bi rû nemîne hebûna xwe misoger bike, bikaribe danûstandinên xwe bike û nehêle li ser êrîşên cuda çêbibin. Li ser rêya danûstandin û diyalogê nîqaş hatine kirin. Em van yekan girîng dibînin. Biryarên xwebirêxistinkirin û komunan hatine girtin.  Civaka Êzidî ne civakeke desthilatdar e ku dewletan, neteweyan û tiştên ji xwe re esas bigire û berê xwe bide desthilatdariyan. Civakeke exlaqî-polîtîk e. Xwedî bawerî, çand, nasname û dîrok e. Ji ber vê yekê jî civakeke komunal û xwezayî ye. Biryarên ku girtine jî li gorî entegrasyona demokratîk in. Bi rastî jî ev yek hevûdu temam dikin. Yanî bo nimûne her komelgehek komunek e. Ji aliyê çandî, hunerî, aborî, ol û baweriya xwe, jin û xizmetguzarî  ve civakeke wisa ye ku bi sed salan e hebûna xwe domandiye. Kesê jêre negotiye ku tu komuneke demokratîk î lê belê bi vî rengî hatiye roja me ya îroyîn. Ez di wê baweriyê de wê vê pêvajoyê hîn zêdetir aliyên xwe yên zanistê, parastinê, siyasî û polîtîk esas bigire. Di asteke bilind de ye û hêja ye. Cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e. 11 salan beriya niha demu meclîsa yekemîn hate avakirin, min jî di nav de cih girt. Meclîsa Avaker ya Şengalê. Di pêşengtiya rêheval Seîd Hesen, Dijwar, Zerdeşt û Bêrîvanê de. Van hevalan wê demê pêşengtî dikirin. A niha ev hemû jî şehîd in. Her wiha dîsa keda Dilşêran, Egîdan, Berfînan û Nîjînan pir mezin bû. Meclîsa yekemîn bi derfet û hejmareke pir kêm hate avakirin lê belê wê demê jî hêviyên wan pir mezin bûn. Bi baweriyeke mezin ava kirin. Di nava van 10 salên derbas bûyî de jî ku kete sala xwe 11’an û vê carê jî kongreyeke wisa xwebawer, xwedî biryar, xwedî zanist û êdî dikare pirsgirêkên xwe çareser bike hate lidarxistin. Ez girîng dibînim. Jixwe xwebirêxistinkirin parastin e. Û komunên xwe li ser vî esasî ava kirin. Ez vê îradeya ku derketiye holê silav dikim û serkeftinê dixwazim.

Weke tê zanîn em ber bi rojbûna Rêber Apo ve diçin. 4’ê Nîsanê li pêşiya me ye.  Ezdixwazim têkildarî vê mijarê nêrînên we bigirim. Rêber Apo, zayînê pir cuda şîrove dike û rojbûna Rêbertî jî nêzîk dibe. Peyamên we yên têkildarî vê yekê çi ne? Hûn bi xwe çawa li nêzî vê rojê dibin? Ku ev rojbûna me hemûyan e û divê gel vê rojbûnê çawa pêşwazî bike? Bi taybet bang hene ku gel berê xwe bide Amarayê. Hûn dixwazin têkildarî vê yekê çi bibêjin?

Rojbûna Rêber Apo, rojbûna tevahiya gerdûn û mirovahiyê ye. Em weke ku bes rojbûna Rêber Apo ya jidayîkbûnê ye nagirin dest. Di serî de ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim. Dubare bi rêzdarî Rêber Apo silav û pîroz dikim. Bi rastî Rêber Apo di 77 salan de gelek zanînên mezin pêk anîne. Rêber Apo dibêje ku min 7 saliya xwe serhildana xwe ya yekemîn pêk anî û heya a bi ber bi azadiyê ya entegrasyona demokratîk ve. Ev 70 sal in Rêber Apo têdikoşe.  Ji 7 heft saliya xwe di nava malbatê de dest bi têkoşîna azadiyê dike. Ev yek di bîranîn û jiyana Rêber Apo de cih digirin ku em van dixwînin, ji nêz ve dişopînin û dizanin. Rêber Apo hê wê demê li hemberî nakokiyên di nava malbat, civak, lîstikên ku di zarokatiya xwe de dilîstin de serhildana xweya yekemîn pêk tîne. Ev pir binirx û pîroz e. Weke ku me beriya niha jî anî ziman em rojbûna Rêber Apo weke bi tenê rojekê jî nagirin dest. Lê belê bêguman ji bo ku ev roj were pîrozkirin û weke sembolîk jî xwegihandina gundê Rêber Apo, wê xaka pîroz û li wê derê bêhn bikin û di dilê xwe de zêdetir hîs bikin têkoşîneke mezin jî hatiye dayîn. Beriya her tiştî şehîd hatine dayîn.  Bi vê boneyê ez şehîdên sala 2009’an Mehsûm Karaoglan û Mistefa Dag ku di rêya Amarayê de şehîd bûn, van her du lehengan bi rêzdarî bi bi bîr tînim. Bila dilê wan xweş be ku roja îroyîn ji her demekê zêdetir êdî bi awayekî azad rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Û em nêzîkî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne.  Em Rêber Apo di nava jiyana xwe de weke çêbûnên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi nav dikin. Çêbûna duyemîn, fikra azadiya, fikra PKK’ê, pêşxistina têkoşîna dehan salan  pêk tê ku Rêber Apo jêre dibêje misogerkirina hebûnê û bûyîna dema azadiyê. Temakirina pêvajoya negatîf bû. Çêbûna sêyemîn jî weke erkên pozîtîf tê binavirin. Êdî em ber bi avakirina civakeke demokratîk ve diçin. Ber bi pêvajoyeke avakirina zêdetir ve diçin. Ji ber vê yekê jî ev yek weke zayîna sêyemîn tê qebûlkirin. Çêbûna sêyemîn e. Rêber Apo tim li gel xwe guhertinan pêk tîne. Her roj di şexsê de xwe de jidayîkbûyîneke nû çêdike. Em vê salê bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk a ku xwe dispêre xeta azadiya jinan û dîsa Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya entegrasyona demokratîk pêşwazî dikin. 77’mîn rojbûna Rêber Apo êdî bi vê armancê tê pîrozkirin û dîsa bi rojan e gelê me dest bi pîrozbahiya vê yekê jî kiriye. Li Kurdistanê di nava gelê Kurd û dostên wê de tu tişt bi rojekê re sînordar nîne. Ne 8’ê Adarê, ne Cejna Newrozê, ne rojbûna Rêber Apo û ne jî rojeke din wisa bi rojekê re sînordar nînin. Hemû rojên têkoşîn, berxwedan, çêkirin û avakirinê ne. Ji ber vê yekê jî a niha gelek meş, pîrozbahî û çalakiyên cuda dest pê kirine. Bo nimûne li Bakurê Kurdistanê Tevgera Azadiya Jinan (TJA) çalakiyeke ji 1’ê Nîsanê heya 192ê Nîsanê a ji Amarê heya ber bi Gemlikê ve daye destpêkirin. Ciwan bi rojan e pîroz dikin. Li ser çapemeniyê me dît ku ciwanên enternasyonal çûbûn Amarayê û seredana mala Rêber Apo kiribûn. Pîrozbahiyên bi vî rengî jî hene. Ji bo me pîrozbahiya esas ew e ku em di zûtirîn demê de Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û em vê rojê li gel Rêber Apo pîroz bikin. Ev yek êdî bes ne daxwazek. Ev yek êdî erkê me ye. Erkê vê pêvajoyê ev e. Çêbûna sêyemîn êdî ev e. Yanî pêkanîna vê yekê li me ferz dike. Ji ber vê yekê em vê rojê gelekî bi nirx û watedar dibînin. Ji ber vê yekê jî divê jin, ciwan, gelê me, dostên me û enternasyonal vê rojê wisa bigirin dest. Rêber Apo, ji bo tevahiya mirovahiyê şensekî mezin e. Xwedî fikriyateke mezin e. Mirovahî li gel jiyaneke azad ya li gel Apo zêdetir di ewlehiyê de ye, zêdetir parastiye û zêdetir dikare di nava aramiyê de bijî.  Rêber Apo ew xençera ku hêzên desthilatdar ên kujerên kastîk li dil û pişta civakê dane, derdixe û êdî cîhaneke aram, azad û wekhev pêşkêşî tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêber Apo, rojbûna me hemûyan e. Rojbûna hemû kesên azadîxwaz e. Bi vê boneyê ez vê rojbûnê dîsa li tevahiya dayîkan, jin, zarok, ciwan û tevahiya gelê me û tevahiya gelan pîroz dikim.  Rojbûna wan e jî. Rêber Apo pêşeng, dost û rêberê civaka demokratîk e. Ji lawirekî bigirin heya keskahiyekê, darekê û gulekê Rêber Apo bi hemûyan re mijûl e. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêber Apo cejna biharê ye, cejna wan e jî. Ji ber ku Rêber Apo li mafê wan jî xwedî derdikeve, wan zindî dike û jiyanê dide wan.  Ji ber vê yekê ez dibêjim ku mirov dikare weke cejneke tevahiya mirovahiyê û biharê bigire dest. Li ser vî esasî ez bang li tevahiya jinên ciwan û ciwanan û tevahiya gelê me dikim ku di vê rojbûnê de li hemû cihan daran deynin.  Bila zarok li bexçeyan û li hemû deran daran deynin û pîrozbahiyan li dar bixin. Divê hemû ciwan zêdetir Rêber Apo bixwînin. Gelê me zêdetir paradîgmaya Rêber Apo bixwîne. Di serdemeke bi vî rengî de em zêdetir Rêber Apo fêm bikin. Bi rastî jî Rêber Apo kî ye û a niha ji bo mirovahiyê çi dike û dixwaze çi pêş bixe? Divê em zêdetir di fikr, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo de kûr bibin, fêm bikin û bidin fêmkirin. Li ser vî esasî ez careke din vê rojê li kesên ku vê bernameyê temaşe dikin, li we, ekîba we û tevahiya guhdarvanan pîroz dikim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê
Nûçeya Pişt re Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku yek ji endamên Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan (Aram Merdanî)…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyva Sor a Kurd:Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûdê hatin derxistin

Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê piştgirî dan Gizingî Berbeyan

Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê girtina Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyan şermezar kirin. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?