Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebrû Gunay: Pêwîstî bi helwesteke hîn bi biryar û wêrek heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin
Çand û Hûner

Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

Berhevkar Bêrîvan Matyar li gundan serdana jinan kir û stran, gotinên pêşiyan û biwêj berhev kir. Bêrîvan Matyar anî ziman ku bi rêya vî karî wê xwestiye xwedî li mîrateya çandî derkeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bêrîvan Matyar weke rêbazeke têkoşînê ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û tepisandinê, stranên ku jin bi zimanê xwe yê dayikê dibêjin berhev kir û hişek afirand. Bêrîvan Matyar li Pasûr, Êlih û Farqînê bi dehan jinan re rûnişt; stran, gotinên pêşiyan û biwêj hem bi rengekî nivîskî hem jî bi nota û qeyda deng kir belge.

Bi vê berhevkariyê re Bêrîvan Matyar pirtûka ‘Stranên Dawetan’ amade kir.

Bêrîvan Matyar anî ziman ku armanca wê ji vê berhevkariyê ew bû ku zimanê xwe yê dayikê biparêze, hişekî çandî ji nû ve ava bike û got, “Ez dixwazim çanda zimanê dayikê biafirînim, zindî bikim û zimanê xwe yê dayikê biparêzim.”

Berhevkar Bêrîvan Matyar sala 2016’an stranên gelêrî yên ji dayik û xaltîkên xwe bihîstî qeyd kir û di encama karê 9 salan de 150 stranên Kurdî, gelek gotinên pêşiyan û biwêjên li ber tinebûnê rizgar kir.

Bêrîvan Matyar bi rêya pirtûka ‘Stranên Dawetan’ hewl dide mîrateya çandî ya gel hem bi nivîskî hem jî bi rengê deng bigihîne nifşên nû.

DA PEY ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ

Bêrîvan Matyar bal kişand ser huner û rabirdûya çandî ya dewlemend a gelê Kurd û got, “Gelê Kurd hem bi hunera xwe hem jî bi çanda xwe xwedî rabirdûyeke dewlemend e. Lê belê ez nizanim bê em di kîjan astê de vê çandê nas dikin. Gelek dengbêj û hunera me ya devkî heye. Min meraq kir bê ev li ku ne û ji aliyê kê ve hatiye gotin. Min da pey van pirsan, li nava gundan geriyam û ev pirtûk amade kir.”

Bêrîvan Matyar nêzî 50 stranên ji malbata xwe kir nota, veguherand pirtûkê û got, “Min bi dayika xwe dest bi vê rêwîtiyê kir.”

Bêrîvan Matyar anî ziman ku li gel stranan wê her wiha stranên gelêrî yên li dawetan têne gotin, gotinên pêşiyan û biwêj jî komî ser hev kiriye.

‘MIN XWEST HIŞÊ CIVAKÎ BIPARÊZIM’

Bêrîvan Matyar li Êlih, Farqîn û Pasûrê bi 12 hunermendan re li 143 stranan guhdarî kir, veguherand notayê û di pirtûka xwe de ev stran hem bi nivîskî hem jî bi rengê deng û notayê berhev kir.

Berhevkar Bêrîvan Matyar got, “Ev pirtûk ne tenê karekî çandî ye, di heman demê de hewldanek ji bo parastina hişê zimanê dayikê ye. Min xwest mîrateya çandî û zimanî qeyd bikim. Me xwest, çand û folklora li qadê bi şênberî raxin ber çavan. Ji bo kêmasiyên li vê qadê hinekî ji holê rake, me ev kar kir. Hem bi dehan mirovî re em axivîn hem jî me gelek stranên li ber tinebûnê kir belge û pêşî li windabûna wan girt.”

‘XWEDÎ PEYAMÊN CIVAKÎ Û ÇANDÎ NE’

Yek ji detayên girîng ên di pirtûkê de cih girt, stranek li ser Pira Kemukê ye ku beriya bi salan ji ber bendava li Farqînê di binê avê de maye. Bêrîvan Matyar got, “Ev stran hîn jî di stranên gel de tê jiyîn. Eger me ev stran winda bikira, haya me wê ji hebûna wê pirê jî nebûya. Zimanê ku li bajaran nayê axaftin, me li stranan bi cih kir. Stran di vê mijarê de xwedî peyamên dîrokî, civakî û çandî ne. Stran ne tenê hişê civakî ye, di heman demê de hişekî ekolojîk û dîrokî ye.”

Bêrîvan Matyar got, “Ev kar ne tenê rabûna li ber asîmîlasyonê ye, her wiha li hemberî afetên xwezayî û talana ekolojîk hewldanek ji bo parastina hişê gel e. Ji bo dıtina şopa çand û zimanê windabûyî min ev gav avêt.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî
Nûçeya Pişt re ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîroka xwe bi xwe nivîsî: Siyajîn

Weke jineke ciwan berê xwe da çiyê. Destpêkê navek li xwe kir û bû dilxwaza…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK: Komên terorîst li derdora Kerkûk û Germiyan bi cih bûne

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Salar Mehmûd hişyarî kir ku li derdora Kerkûk û Germiyan “komên terorîst”…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?