Duşem, 8 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di qezaya li Iraqê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dihokê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar gotinên Rahmî Koç şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê jinan polîtîkayên ‘şerê taybet’ protesto kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Wanê jinan nerazîbûn nîşanî gotinên Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa sîber a li ser NûJINHA’yê: Nûçeyên bi gelek zimanan hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 16 jin hatin kuştin, 25 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Sûzan Îşbîlen: Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan êdî cihekî ewle nîne
Jin

Sûzan Îşbîlen: Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan êdî cihekî ewle nîne

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştina kujeran bûye sedem ku hejmara kuştina jinan zêde bibe û got, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan cihekî ewle nîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Jinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê li nava malê û kolanan bi tirsa mirinê ne. Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP’ê, tundiya li dijî jinê bi rêk û pêk dewam dike Kuştina jinan jî her roj zêde dibe.

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen têkildarî kuştina jinan ji ANF’ê re axivî û got, “Di bingeha kuştina jinan de ku zêde dibe, pirsgirêka jinê heye ku nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka jinê mixabin pirsgirêkeke gerdûnî ye. Dema dawî kuştina jinê û tundiya li jinê êdî li kolanan jî tê kirin. Li Rojhilata Navîn ji ber pirsgirêka jinê tevlîheviyeke mezin heye. Pirsgirêka jinê ne pirsgirêka vê demê ye, ya rabirdû ye. Jin êdî mejiyê serwer ê mêr qebûl nakin, lewma têdikoşin.”

‘DIVÊ JIN PARASTINA XWE BIKIN’

Sûzan Îşbîlen bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn û got, “Îro li Efganistanê pêvajoyeke Talîbanê heye. Talîban hewl dide desthilatdariya xwe bi temamî li ser înkarkirina jinan ava bike. Em bala xwe didin ser Îranê; heta sala 1979’an jiyaneke normal a jinan hebû, lê belê piştî sala 1979’an ku rejîm hate guhertin û feraseta desthilatdariya tundrew bû desthilatdar, pirsgirêka jinê kete rojevê. Di şexsê Jîna Emînî de berxwedanek hate kirin. Eger ne ji berxwedana Jîna bûya ti ji me wê nizanîbûya ku Jîna ji ber ku porê wê vekirî bû hate kuştin.

Jin ji bo karibin xwe ji tundiya mêr biparêzin, êdî parastina xwe dikin. Bi rengekî cidî Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî ji bo jinan ne cihekî ewle ye. Ji her alî ve tundî li jinan tê kirin. Dema ku em bala xwe didin ser bûyerên kuştina jinan ên dema dawî, tê dîtin ku piraniya jinên hatin kuştin li ber cihêbûnê bûn. Xweparastina herî mezin a jinan a li hemberî tundiyê, rêxistinî ye. Divê jin êdî serî li ber tundiya mêr netewînin û parastina xwe pêk bînin.”

‘JI BER POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINA KIRYARAN KUŞTINA JINAN ZÊDE DIBE’

Sûzan Îşbîlen diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştina kiryaran kuştina jinan her roj hinekî din zêde dibe û got, “Polîtîkaya bêcezahiştinê yek ji sedeman e. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê tundiya li dijî jinan zêde dibe. Hefteyên derbasbûyî tenê di rojekê de 4 jin hatin kuştin. Du ji van jinan hîn zarok bûn. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a li Tirkiyeyê, di nava rojekê de herî kêm du jin têne kuştin. Ji bo tundî û kuştina li jinan bi dawî bibe, em dixwazin ku desthilatdarî sererastkirinên qanûnî yên rasteqîn bike. Bi gelek rê û rêbazan tundî li jinan tê kirin û divê pêşî li vê yekê bê girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Xeta Bêrîtan serhildana li dijî xiyanetkaran e’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Ereb ê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re, meşeke girseyî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Fuzeyek ji Yemenê hate avêtin li Îsraîlê ket

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fuzeyek ji Yemenê hate avêtin, roja Yekşemê li herêmeke Îsraîlê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Îştar gotinên Rahmî Koç şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dersimê jinan polîtîkayên ‘şerê taybet’ protesto kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?