Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ têkildarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê daxuyanî da
Jin

TAJÊ têkildarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê daxuyanî da

TAJÊ têkildarî hebûna sûcdarên di rêveberiya Şamê de daxuyanî da û got, “Em cih girtina Ebû Hatim di hikûmeta nû de, şermezar dikin. Nabe ev kesên terorîst di hikûmeta nû de cih bigirin. Divê hêz û saziyên navnetewî dawî li vê rûreşiyê bînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Îro li nahiya Sinûnê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî cih girtina gelek kujerên jinan û gelan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bi taybet li dijî hebûna kujerê Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, helwesta xwe eşkere kir û bang li saziyên navnetewî û hêzên navnetewî yên rola wan di avakirina hikûmeta demkî de heye kir.

 

Di daxuyaniyê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û şervana YPJ’ê şehîd Barîn hatin rakirin. Jinên di nava Meclîsên Gel ên Şengalê de û hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate dayîn.

Riham Hico da zanîn ku axaftinên rayedarên HTŞ’ê û kiryarên wan ji hev nagirin û got: “Piştî rejîma Baas’ê hilweşiya û hikûmeta demkî ya bi pêşengiya HTŞ’ê hate avakirin şûn ve, herkes li bendê bû ka wê çi pêşketinek anjî paşketinek çêbibe. Lê ji destpêkê ve heya niha jî axaftinên HTŞ’ê û bi taybet jî yên serokê HTŞ’ê Ehmed Şera (Colanî) û kiryarên wan ji hev nedigirtin. Dema hikûmet hate şekilandin, hinek kesên çûn qesra serokkomariyê û peyamên pîrozbahiyê dan, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heya niha destê wan di reşkûjiyan û xwîna Kurd, Mesîhî û Êzidiyan de hebûn. Di êrişên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de cih girtin. Di qirkirina jin û dagirkirina Sûriyeyê de cih girtin.”

‘HEVRÎN JI BO SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK HÊVIYEK DA AVAKIRIN’

Li ser hedefgirtina Hevrîn Xelef û xelatkirina kujerê wê jî Riham Hico wiha axivî: “Weke nimûne Ebû Hatim rasterast destê wî di kuştina Hevrîn Xelef de hebû. Hevrîn Xelef jinekî xwedî îrade û pêşeng, weke pêşengek Sûriyeyê bû, ji bo Sûriyeyeke demokratîk têkoşîn dikir. Ji bo hemû pêkhate û jin li Sûriyeyê bigihijin heqê xwe û weke her gelek azad bijîn têdikoşiya. Kesek sivîl û bêçek bû. Lê rastî hovîtiyeke mezin hat û ji aliyê Hatim Ebû Şakra ve hate qetilkirin. Cih girtina kesên wisa di nava hikûmeta nû de metirsiyeke mezine ji bo hemû Rojhilata Navîn. Evê îro çi bikin û çi nekin ne diyare. Her wiha Ebû Emşa ew jî endamekî MİT’a Tirk e. Endamekî operasyonên dewleta Tirk e ku nîvê axa Sûriyeyê dagir kiriye. Li dagirkirina Efrîn û Girê Spî de cih girtiye û destê wî di xwîna Kurdan û Mesîhiyan de heye.”

Riham Hico da zanîn kesên terorîst xistine rêveberiya nû ya Sûriyeyê de û wiha pêde çû: ‘Bêyî ku hesap were xwestin, di hikûmetê de bicîh kirin. Ev kesên terorîst in. Destê wan di xwîna jin, zarok û gelan de heye. Ev kesane îrade û nasnameya jinan nas nakin, dixwazin Afganîstanê bikin weke dewleteke Îslamî ya tundrew. Weke jinên Êzidî me jî gelek êş ji destê wan xwariye. Lewma em cih girtina wan a di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de şermezar dikin.”

‘DAWÎ LI VÊ RÛREŞIYÊ BÎNIN’

Daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Riham Hico ve hate dayîn, bi vê bangawaziyê bi dawî bû: “Em careke din piştgirî didin jinên Rojava û dibêjin, em ê li ser şopa Hevrîn Xelef û şehîd Barîn bin. Em bang li hikûmeta Sûriyeyê û hêzên navnetewî dikin vê rûreşiyê bidin sekinandin. Îro yên terorîst hikûmetê rêve dibin. Em bang li saziyên navnetewî û rêxistinên jinan dikin, vê rûreşiyê bidin sekinandin.”

Daxuyanî bi dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hebûna sûcdaran a di rêveberiya Şamê de, hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Li Qamişlo û Reqayê protesto: Em kujerên jinan qebûl nakin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî bertek nîşanî ‘baregen dagirkeriyê’ da

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a bal kişand ser polîtîkayên dagirkeriyê û got, “Li Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa Îsraîlê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê de 10 kesan jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir

KCK'ê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a gelê Êzidî peyamek weşand û bi hêviya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?