Sêşem, 8 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Têkiliya navbera berxwedêriya Hezîranê û berxwedana Îmraliyê divê baş bê danîn’
Rojane

‘Têkiliya navbera berxwedêriya Hezîranê û berxwedana Îmraliyê divê baş bê danîn’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku berxwedana meha Hezîranê pêwendiya xwe yekser bi berxwedana Îmraliyê re heye û got, "Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk berxwedanên civakî yên meha Hezîranê û pêwendiya van berxwedana bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê ji ANF’ê re nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û destnîşan kir ku Ocalan bi berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê rê nîşanî bindestan, mezlûman û berxwedêran dide.

Cemal Şerîk anî ziman ku meha Hezîranê mehek ji berxwedanê ye û diyar kir ku di vê mehê de li gel şehadetên mezin berxwedanên mezin pêk hatin, berxwedanan heta roja dawî jî mohra xwe li meha Hezîranê xistin.

Şerîk bi bîr xist ku di meha Hezîranê de çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û got, “Çalakiyên girseyî yên mezin ên kedkar, şoreşger, demokrat û sosyalîstan pêk hatin. Ji xwepêşandanan wêdetir pêngavên şoreşgerî û çalakiyên pêşeng ên têkoşînê hatin lidarxistin. Di vir de ya ku dixwazin balê bikişînim ser Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê ye. Her wiha berxwedana Parka Gezî ya ku 28’ê Gulana 2013’an bi rengekî bi heybet destpê kir, di meha Hezîranê de dewam kir.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku encamên berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û berxwedêriya meha Hezîranê hevdu temam dikin û got, “Ji ber ku berxwedana Rêber Apo di heman demê de temsîliyeta asta herî bilind a berxwedana meha Hezîranê ye, xwedîderketina li wê ye, di heman demê de temsîliyeta şehadetên di meha Hezîranê de ye, bersiva herî bi wate ya li bîranîna wan e. Berpirsyarî û wezîfeya me hemûyan e ku berxwedanên bi heybet ên meha Hezîranê di nava hevgirtineke bi vî rengî de binirxînin û xwedî lê derkevin.”

Cemal Şerîk anî ziman ku her berxwedan, liv û tevgera civakî, têkoşîna civakî qala pêvajoya xwegihandina armancên wê têkoşînê dikin û diyar kir ku berxwedana Gezî jî, pêvajoya 15-16’ê Hezîranê jî xwedî heman wateyê ne.

Şerîk got, “Di pêvajoyeke bi vî rengî de bêguman divê ev berxwedan bi rengekî rast bê pênasekirin û xwedîderketin. Divê bê zanîn bê ev yek ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê tê çi wateyê û li gorî vê yekê xwedî lê bê derketin. Ev yek di vê pêvajoyê de pêwîstiya herî girîng e. Ji ber ku rejîma şerê taybet ne tenê êrişî demokrat, sosyalîstên şoreşger an jî pêşengên têkoşînê dike. Êrişî tevahiya civakê dike

TÊKILIYA NAVBERA BERXWEDANÊN CIVAKÎ Û BERXWEDANA ÎMRALIYÊ NIKARE BÊ QUTKIRIN

Têkoşîna li hemberî vê jî têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî rejîma şerê taybet e. Nuqteya esasî ya ku divê di vir de bê dîtin ev e. Divê têkiliya vê yekê ya yekser a bi berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê bê dîtin. Eger em nikaribin têkiliya berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê bi berxwedanên civakî re dînin, hingî encamên têne xwestin ji wan berxwedanan wê bi têrkerî neyê bidestxistin. Serdemek qewimî, bandora wê tenê bi wê serdemê re maye. Lê belê derbasî serdemên din nehatiye kirin. Lê berxwedana Parka Gezî di demekê de ku berxwedana Îmraliyê hebû rû da. Di demekê de ku li Kurdistanê têkoşîna civakî gihîşt astekê rû da. Û rastiyeke welê îfade dikir ku wê temam dike. Niha jî berxwedana Îmraliyê vê taybetmendiyê diparêze û di asta herî bilind de wê berxwedanê temsîl dike. Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî. Veguheriye têkoşînekê ku azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas. Ev têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo di heman demê de veguherî berxwedanekê ku gelên cîhanê, demokratên şoreşger û sosyalîst piştgiriyê didin, xwedî lê derdikevin. Di nava rastiyeke bi vî rengî ya berxwedanê de xwedîderketina li berxwedana Gezî tenê bi temsîlkirina rast a navneteweyîbûna berxwedana Rêber Apo dibe, ev yek jî bi têkoşîneke rast a gelên Tirkiye û Kurdistanê dibe.

Li Kurdistanê heta astekê xwedîderketin heye, li Tirkiyeyê di nava hêzên demokrat şoreşger de xwedîderketinek heye. Lê belê ev xwedîderketin ji vê jî dibihure. Çawa ku têkoşînên civakî gelan digihîne hev, di vir de jî xwedîderketina li Rêber Apo xwedî heman wateyê ye. Lewma bi vê têgihiştinê divê hewldan bê kirin. Eger ev bê kirin û bicihanîn, hingî xwedîderketina berxwedana gelan wê ewqasî jî bi cih bê anîn.”

Cemal Şerîk bi bîr xist ku komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, “Lewma têkiliya navbera berxwedana Rêber Apo û berxwedana Gezî divê rast bê nirxandin. Her wiha têkiliya navbera tevgerên civakî yên li Kurdistanê, rabûnên girseyî û berxwedana Rêber Apo divê rast bê nirxandin. Eger ev rast neyê nirxandin, têkiliyeke rast neyê danîn hingî wê ew berxwedan tenê bi xwe sînorkirî hatibe nirxandin. Ji ber vê jî wê tenê bandorê li ser serdema xwe bike. Wê nikaribe derbasî serdemên din bê kirin.

Berxwedanên ku bûne malê dîrokê, bandoreke mezin li serdema xwe kirine û pêşketinên mezin afirandine divê timî bê dewamkirin. Ev yek jî bi xwedîderketina li wan berxwedanan dibe. Ji bo xwedîderketinê jî divê bê zanîn bê koka xwe çi ye, têkiliya xwe çi ye. Di vir de jî em li berxwedana Rêber Apo rast tên. Rêber Apo di asteke ku bibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re li ber xwe dide. Di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Her roj gef li ser jiyana wî heye. Lê belê ev yek ji êrişa fîzîkî wêdetir tê wateyekê. Rêbe Apo bi fikir, nêrîna xwe bandorê li tevahiya mirovahiya cîhanê dike.

EM BERXWEDANA ÎMRALIYÊ BI RENGEKÎ RAST TEMSÎL BIKIN

Lewma îzolasyona li ser Rêber Apo di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye. Çawa ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de şênber bû, xwestin li ser vê bingehê hin encaman bi dest bixin; hêzên sermayeyê yên navneteweyî jî niha dixwazin heman encamê bi dest bixin. Berxwedana Rêber Apo jî tê wateya li dijî vê yekê. Ev yek jî xwedîderketinê bi xwe re tîne. Lê belê xwedîderketina li wî bi temsîlkirineke rast a wê berxwedanê dibe. Ji bo her kesî bûye wezîfeyek ku bi vê têgihiştinê tevbigerin û xwedî li wê berxwedanê derkevin. Eger xwedîderketin li wê wezîfeyê neyê kirin, xwedîderketin li berxwedanê jî nabe. Dibe ku bê bîranîn, dibe ku weke bûyereke di demeke dîrokê de bê dîtin, lê belê ji wê wêdetir naçe. Lê belê dem ew dem e ku em wê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Ev yek jî bi temsîlkirin û parastina wan taybetmendiyên berxwedanê dibe. Di destpêka wê de jî berxwedana Rêber Apo tê.

Niha di asta navneteweyî de xwedî li berxwedana Rêber Apo tê derketin. Ev yek veguherî xwedîerketineke navneteweyî. Di nava vê xwedîderketina navneteweyî de pêngava azadî ji Rêbertî û çareserî ji pirsgirêka Kurd re bi rê ve diçe. Ev pêngav pêngava herî bi girîng e ku di asta navneteweyî de xwedîderketin lê dibe Ev yek di asta navneteweyî de xwedî bandoreke mezin e. Ev bandor ne tenê bi azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd bi sînor dimîne. Derfetên wê yekê dide hêzên demokrasiyê yên şoreşger û hêzên dijberê sîstemê yên li qada navneteweyî ku xwe îfade bikin, bi rêxistin bikin û di qadeke hîn berfireh de bibin xwedî bandor. Ji ber vê jî gavê bi pêş ve dide avêtin.”

Cemal Şerîk ragihand ku çawa berxwedana Parka Gezî hêza bandorê zêde kir, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi heman rengî derfetê dide şoreşger û demokratên Tirkiyeyî ku hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin û got, “Ev yek di heman demê de tê wateya destpêkirina pêngaveke girîng ji bo rizgariya hevpar a gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Wê demê divê şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî xwedî li pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Ji rojnamevan Karakoç peyama spasiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-DEM’ê ji bo çareseriya krîza aboriyê bang kir

TEV-DEM'ê bal kişand ser xizaniya zêdebûyî, buhayê giran ê sotemeniyê, kêmasiya xizmetguzariyên bingehîn û bêkariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-B’yê ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ û meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) ragihand ku ew xwedî li kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xweparastinê bi rêxistinbûna jinê re xurt kirin

Romedîna Beşîr a ku ji 14 saliya xwe û vir ve di nava Têkoşîna Azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?