Di van salên dawiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çand û zimanê Kurdî gelekî zêde bûne. Veysî Toprak ê lêkolîner ku bi salan e li ser mijarên weke govendên gelêrî yên Kurdî û muzîka Kurdî dixebite, dibêje; ‘’Rêya tunekirina gelekî, bi tunekirina nirxên madî û manewî yên aîdî wî gelî ye. Ji bo gelê Kurd jî ev yek di sedsala dawî de wiha bûye.’’ Lêkolîner Veysî Toprak têkildarî polîtîka û zextên li dijî çanda Kurdî ji ANF’ê re axivî.
Veysî Toprak da zanîn ku wêrankariya li Kurdistanê polîtîkayeke dewletê ye û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Rûxandina nirxên madî, hiştina di binê avê de û dizîn û birina wan, bûyeke yekem hedefa serwaran ku ev yek weke polîtîkayeke dewletê, ji aliyê dewletê ve hatine sepandin. Nirxên çandî yên manewî yên weke Heskîf û bendava wê, jîngeh Qenterayê, Bendava Ataturkê, Girkê Heciya, Xirabreşk (Girê Mirazan) û kolandinên Wan Ûrartûyan folklora wî gelî ye. Yanî nîşaneyên têkildarî jiyana hemû hebûnan in. Hêmanên vê yên sereke muzîk, ziman û govend in. Bûye yekem armanca serweran ku van nirxên gelê Kurd ji holê rakin. Bi taybetî jî li erdnigariya Bakurê Kurdistanê ev polîtîkayên tunekirin û talankirinê di sedsala dawî de zêde hatine sepandin û hê jî ji aliyê dewletê ve tên sepandin.’’
Toprak destnîşan kir ku çar hêmanên sereke yên muzîka Kurdî hene û da zanîn ku ev, xemgînî, govend, şer û kar in. Veysî axaftina wiha berdewam kir: ‘’ Li seranserê cîhanê hêmanên hemû gelan yên ku struktûra ahenga muzîkê dewlemend dikin, weke hev in. Lê belê ev hêman li gorî terzejiyan û rewşa civakî ya gelan diguherin. Çar hêmanên ku struktûra ahenga muzîka Kurdî ava dikin û diyar dikin jî; xemgînî, govend, kar û xebat in.
Pergala dengî ya muzîka Kurdî ji 17 navberên neyeksan yên oktavekê pêk tê. Di vê pergalê de sê navberên hemû dengên tam hene û navber ji 4, 3 û 2 henaseyan pêk tên. (Ev pergal bi sed salan e, heye. Bo nimûne, di lêkolîna 36 kevirên ku serdema Hûriyan de li derdora Efrînê li Ras Şamayê (Ûgarît) hatine dîtîn, ku du kevir ji aliyê prefesorê Zanîngeha Kalîforniyayê Anne Draffkorn Kilmer û Dumbril ve hatine deşîfrekirin. Her wiha di salên 1935-36’an de bilûra ku li derdora Rihayê hatî dîtin jî di sala 1937’an de ji aliyê Françis Galpin ve hatiye deşîfrekirin û hatiye îspatkirin ku pergala perdeyê ya vê bilûrê û kîtabeyan weke hev in.)
Ji ber taybetmendiyên kirtikên qirikê ku bi keys û fonetîka zimanî ya herêmî pêk tê, dema ku mirov li awazan dinêre fêm dike ku ew awaz xwedî ruhekî Kurdî ye.’’
HÊZÊN SERDEST ZILMA HERÎ MEZIN LI ZIMAN Û MUZÎKÊ DIKIN
Veysî Toprak di berdewaniya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e polîtîkayên tunekirina çandê li dijî gelê Kurd dide meşandin û got: ‘’Polîtîkaya zilmê ya herî mezin û dijwar ya hêzên serdest li hemberî gelên bindest disepîne, polîtîkayên li ser ziman û çandê ne. Çimkî ev ziman û muzîk, hêmanên sereke yên çandî ne û em dizanin ku tişta ku hebûna mirovan îspat dike, çand bi xwe ye. Her wiha avakarên çandê jî însan bi xwe ye. Însanên ku çanda wan tê dagirkirin, bi demê re dev ji axaftin, nivîsandin û muzîka bi zimanê xwe berdidin. Bi zimanê serdestên xwe stranan distrên, helbestan dinivîsin û ji axaftina zimanê dagirkeran kêfxweş dibin. Mixabin ku ev rewş a niha bi awayekî zêde di nav gelê me de heye. Li Tirkiyeyê ev polîtîka bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin. Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin, serokên komarê bi gotina; ‘Divê êdî her tişt bi Tirkî be, jiyan bi Tirkî xweş e û yekîtî wê bes bi Tirkî pêk were’’ tev digeriyan. Van polîtîkayên rûxîner bandoreke mezin li gelê Kurd kir. Di dîrokê de bi sedan hunermend û zanyarên navdar weke Tirk, Ereb û Ecem hatin pênasekirin. Ku mînakên wan gelek in. Bo nimûne; Di salên B.Z 154-222’yan de di serdema Qral Avger (Abger) de hunermend û zanyar Bardaysan ku navdartirîn hunermendê Minbicê ye, berhemên muzîkê yên Sasaniyan yên di navbera salên P.Z 224-642’yan de, di sala 743’yan de Îbrahîm Mehdî Mûsilî, di sala 765’an de Yûnûs Al Katîp, di sala 767’an de Îshaq Mûsilî, di navbera salên 801-873’yan de Îshaq Yaqûb ( Alkindi), Hammad Mûsilî, Ziryab, di sala 856’an de Yehya Elî, Muhammed’ul Katîb Arbîlî, di sala 923’yan de Muhammed Riza, diroknasê muzîkê Îsfahanî (897-976), Allahî, Ahmed Serahsî, Şukrullah Beg Arapgîrî ( 1388-1464), di sala 1642’yan de Yûsûf Nabî, Bedrî Şivanî, Bedrî Dilşad, Safîûddîne Ûrmîyeyî, Abdulqadirê Mergeverî (1360-1435) Şukrullah (1216- 1294) Abdulazîz Çelebî, Mehmet Çelebî û neviyê Abdulqadir Mergeverî, Mahmûd Çelebî. Van kesan li qesrên Bexda, Herat û Osmangazîyê xebatên muzîkê kirine û li vir pergala muzîka Kurdî û yên Osmanî, Farisî û Erebî anîne li ba hev. Îro deme ku em li struktîra meqamî ya Muzîka Hunerî ya Tirkî ku ev gotineke şaş û sosret e, dinêrin, bi tenê navê meqameke ku bingeha wê Tirkî ye, tune ye. Bingeha hemûyan bi Kurdî ye. Navên bi Kurdî piştre bi navên bi Erebî û Farisî re hatine guhertin. Bo mînak; Zîrefken û Saba bi du navên cuda hatiye binavkirin.
DI BINGEHA POLÎTÎKAYÊN MÊTINKARIYÊ DE ASÎMÎLASYON HEYE
Toprak diyar kir ku polîtîkayên zîhniyetên mêtinkar xwe dispêrin asîmîlasyonê ku ev yek ji bo dewleta Tirk jî derbasdar e û lê belê vê zîhniyetê nekariye di nava civaka Kurd de vê yekê bi awayekî tam bi dest bixe û ev yek anîn ziman: ‘’ Gotina Konfuşyûs a; ‘Ger tu bixwazî gelekî tune bikî, destpêkê tu yê muzîka wî gelî û piştre jî zimanê wî gelî tune bikî’ gelekî girîng e. Zîhniyetên dagirker yên ev gotin esas girtine, ji bo hemû gelan heman polîtîka meşandine. Beriya ku Komara Tirkiyeyê were avakirin jî ev zîhniyet serdest bû lê belê ji ber ku çanda Kurdî gelekî xurt bû, nekarî vê yekê zêde pêk bîne. Di sala 1930’an de bi giştînameyekê walî hatin wezîfedarkirin û xwestin ku polîtîkayên asîmîlasyonê zêdetir bilezînin. Naveroka beşeke vê giştînameyê bi vî rengî ye; ‘Divê neyê jibîrkirin ku hin hêmanên weke cilûberg, awaz, lîstik, dawet û kevneşopiyên civakan hisîyatên netewî û nijadî tim zindî digirin. Ji ber vê yekê divê li gel zaraveyan divê ev hêmanên dijber weke hêmanên zirardêr werin dîtin û navên kesên ku bi wan zaravayan diaxivin bo Tirkî werin guhertin, navên di nifûsê de werin sererastkirin. Her wiha giştîname bi vê xalê bi dawî dibe; ‘Bi kurtasî Tirkîkirina van hêmanan, wezîfeyeke netewî û girîn ya her Tirkekî ye.’
MUZÎKA KURDÎ BI DESTÊ KURDAN HATE ASÎMÎLEKIRIN
Toprak baş kişand ser meyldariya gelê Kurd ya ji bo muzîkê û polîtîkayên asîmîlasyonê û got: ‘’ Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin, bi destê hin kesên Kurd hate sepandin. Li gelek bajaraên Kurdan, hin Kurdên ku awazên bi Kurdî ji bo Tirkî wergerandin, derketin holê. Yek ji van kesan jî Celal Guzelses ê ji Amedê bû ku Guzelses bi salan bi Hesen Cizîrî û M. Arif Cizîrî re hevaltî kiriye û vî kesî hem ji herêmê û hem jî ji van her du hunermendan bi dehan awazên ku bihîstine, bo zimanê Tirkî wergerandine. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya niha kesên weke; Celal Guzelses, Mûkîm Tahir, Kel Hamza, Cemîl Cankûrt, Abdulvahît Kûzecîoglû, Mahmut Guzelgoz, Kazanci Bedîh, Nûrî Sesîguzel, Îzzet Altinmeşe, Bedrî Ayselî, Atakan Çelîk, Mûazzez Turung, Guler Dûman, Mehmet Ozbek, Recep Kaymak, Mehmet Erenler, Beşîr Kaya, Mahsûm Kirmizigul, Emrahê Biçûk, Ozcan Denîz, Guler Işik, Şeymûs Kaya, Emîn Tûrgay, Bekçî Bako, Kazanci Bedîh, Selahattîn Erorhan, Mukerrem Kemertaş, Nerîman Altindag Tufenkçî, Abdûrahman Kizilay, Ayşe Şan, Nîzamettîn Arîç, Salîh Dalgin, Silvanli Ahmet, Selahattîn Alpay, Celal Yarici û Bûrhan Çaçan di serî de li Amed, Riha, Mûş, Mêrdîn, Erzirom, Meletî, Dîlok, Mereş, Semsûr, Wan, Dersîm, Sêwas, Agirî, Qers, Elezîz û Kerkûkê bi hezaran awazên Kurdî wergerandine Tirkî, xwendine û tomar kirine. Her wiha hem di TRT’yê de hem jî di saziyên din de hatine diyarkirin ku awaz aîdî kijan herêmê ne û ev talan û asîmîlasyon hê jî berdewam dike.’’
850 AWAZÊN KURDÎ BO TIRKÎ HATIN WERGERANDIN
Toprak da zanîn ku li Tirkiyeyê yekem xebatên berhevkirinê di sala 1916’an de dest pêkiriye û di encama van xebatan de ku navenda wan Stenbol e, 850 awazên Kurdî bo Tirkî hatine wergerandin û axaftina wiha berdewam kir: ‘’ Yekem xebata berhevkirinê di sala 1916’an de ji aliyê Darûl Elham a (Konservatûar) li Stenbolê ve hatiye kirin û di vê xebatê de li bajarên Kurdistanê 850 awaz hatine berhevkirin. Piştî salên 1980’yî jî êdî hewceyî bi xebatên berhevkirinê nema û hema bibêjin li hemû bajarên kesên ku ev yek di çarçoveya berjewendiyên xwe yên şexsî de dikirin, derketin holê. Em dikarin weke mînak navên weke; Beşîr Kaya, Celal Yarici, Salîh Dalgin û Sîlvanli Ahmet bidin. Her wiha kesên weke Ruhî Sû û Ferruh Arsûnar jî di bin navê Enstitûyên Gundan de gelek awazên Kurdî berhev kirine. Hin awaz ji aliyê van kesan ve û hin awaz jî ji aliyê Wezareta Çandê ve hatine deşîfrekirin û bo Tirkî hatine wergerandin û tomarkirin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GOVENDAN
Toprak destnîşan kir ku divê were zanîn ku di bingeha êrîşên li dijî govendê yên vê dawiyê de ruhê govendê heye û da zanîn ku govend ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û divê pênaseya govendê baş were kirin û wiha pêde çû: ‘’ Di demên dawî de li dijî govendên Kurdî êrîşek heye. gelo sedema van êrîşan çi ye? Hewceyî bi bersivdayîna vê pirsê nine ku mirov bizanibe ku govend ruhê xwe ji ku distîne, wê bizanibe ku sedema van êrîşan çi ye. Em dikarin govendê weke; ‘Tevgerên birêkûpêk û bipîvan yên ji aliyê kesekî yan jî komekê ve bi amûreke muzîkê yan jî bi devkî nîşandana bûyer, kêfxweşî û xemgîniya nirxên çandî yên civakê ye’ pênase bikin.’’
GOVEND HESTÊN NETEWÎ NÎŞAN DIDIN
Tu bûyerên çandî nikare bi qasî govend û lîstikên gelêrî hemû keneşopiyan weke gilokekê bîne ba hev û girêdanekê di navbera wan de ava bike. Di tevahiya dîrokê de ferasetên olî, bûyerên weke çarenûs, fikrên têkildarî gerdûnê, daxwaz, hez, evîn, hestên lehengî, hesreta cudabûnê, bereket, xemgînî û afetê tim bi rêya govend û lîstikên gelêrî hatine watedarkirin.
QONAXÊN GOVENDÊ
Veysî Toprak da zanîn ku di nava gelê Kurd de aliyên cuda yên govendê hene û hemû gevend ne weke hev in û cudahiyên di navbera govendan de bi vî awayî pênase kir:
‘’Govendên Şerî: Ew govend in ku îro li bajarên weke Amed, Bedlîs, Çewlîg û derdora wan tê lîstin.
Govendên Evînî: Ew cure govend e ku li hemû deverên Kurdistanê bi navên cuda tê gerandin û xwedî terz û pîvanên cuda ye. Bo nimûne; Pêşbûk, Şemamê, Şewko û hwd.
Govendên Olî: Ew govend in ku bi taybetî di mezhebên Êzidî û Elewîyan de di merasîmên olî de tên lîstin. Ev govend di nava civakên Cihû de jî tê gerandin. Di mezhebên Sunî de jî weke îbadetên zikrî bi awayên cuda derdikevin pêşiya me.
Govendên Hilberîn û Çandiniyê: Lîstikên weke Pale, Têşî û Bêrî yên nîvteatral in.
Piştî van pênaseyan miron pê derdixîne ku hêzên desthilatdar çima êrîşî li govendên me dikin. Çimkî ziman û nav biguhere jî peyamên ku govend didin naguherin û nikarin werin guhertin jî. Ji ber vê yekê polîtîkayên serweran ên dejenere û deformasyonê li hemberî govendan bê bandor in. Weke tekane çareserî serî li qedexekirina didin wê ji van qedexekirinan jî encama ku hêvî dikin, bi dest nexin.’’