Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Hîna me gav û îradeyeke hêjayî bangê nedîtiye
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Hîna me gav û îradeyeke hêjayî bangê nedîtiye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî 2 meh li ser banga Rêber Apo derbas bûne jî, hîna wan “gav û îradeyeke hêjayî bangê” nedîtiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclîsê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn û got ku rageşiyên ji ber bazirganiyê rû didin, veguherîne “şerên bazirganiyê” û ev yek xetereyeke cidî ya şerê herêmê bi xwe re tîne.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku zemîna şer û pevçûnên gelek mezintir li Rojhilata Navîn tê amadekirin û got: “Li navenda vî wêneyî jî Îran heye. Mirov dikare bibêje ku şer ber bi Îranê ve berfireh dibe. Îran a ku li Iraq, Yemen û Sûriyeyê bibandor, divê teqez guh bide daxwazên gelan. Îran, bi înkarkirina Kurdan, Belucan û jinan nikare encamekî bi dest bixe.”

Tulay Hatîmogûllari, got ku li Sûriyeyê gel û bawerî tune tên hesibandin û di destûra bingehîn a nû de ne Kurd, ne Elewî ne jî jin hene. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê didome, ji cih û warên xwe tên kirin û bang li hikûmeta Tirkiye û hemû hikûmetan kir ku ji bo bidawîkirina vê komkujiyê bikevin nava tevgerê.

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û got ku îktîdarê li dijî bangê rola xwe baş bi cih neanî. Tulay Hatîmogûllari wiha domand: “Ev banga dîrokî, banga ji bo jiyaneke demokratîk û adilane ya 85 milyon hemwelatiyan bû. Her wiha ev bang vexwendina civaka demokratîk bû. Lê her ku îktîdar ruhê vê bangê tune dihesibîne û heke gavên pêwîst neavêje, dê rêya civaka demokratîk jî venebe. Ti polîtîkayên ku maf û hiqûqê tune dihesibîne rewa nînin û zirarê didin civak û aştiyê. Ji bo aştiyeke mayinde, hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye. Aştî, bi demokrasiyê dibe. Di vê pêvajoyê de gavên girîng hene ku divê bên avêtin. Yek ji wan a herî girîng jî ew e ku berpirsyartî dikeve ser milê dewlet û îktîdarê. Ya din jî dikeve ser milê me tevan. Heke em destê xwe deynin bin kevir, em ê bikarin li vî welatî guherîn û veguherîneke mezin pêk bînin.

Jinên hêja, aştî ji bo me gelek girîng e. Yek ji rojevên me yên sereke ye. Em jin, li dijî zîhniyeta mêrê serdest ê şeran derdixîne, di aştiyê de israr dikin. Tundî, tecawiz, xizanî, bêkarî û kedxwariya şer gi xwe re tîne herî zêde bandorê li me jinan dike. Jinên Êzidî yên ji hêla çeteyan ve hatine revandin, zarokên keç ên Êzidî çawa hatin revandin û firotin, me hemûyan dît. Heta li naverasta Enqereyê hatin firotin. Heman tişt îro li dijî jinên Elewî yên Ereb tên kirin. Di sedsala 21’emîn de zarokên keç û jin li bazaran tên firotin. Li dijî van, em jin dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî heta dawiyê têbikoşin.

Bi ser pêvajoya aştî û demokratîk ku di meha Cotmehê de dest pê kir û di 27’ê Sibatê de bi banga dîrokî ya birêz Ocalan re tacîdar bû, 6 meh derbas bûn. Di van 6 mehan de me ji Asyayê heta Okyanusyayê, ji Ewropayê heta her devera cîhanê em geriyan û şandeyên me welatên cuda agahdarkirin. Şandeyên me ev pêvajo vegotin û nîqaş kirin. Em li her çar aliyên Tirkiyeyê jî geriyan û bi nêzî 100 hezar kesan re me hevdîtin kir, em axivîn û me pêvajo vegot. Em niha jî bi beşdariya deh hezaran dilxwazan re mal bi mal digerin. Dê ji cihên me nekarî xwe bigihînin re bi milyonan nameyan bişînin û civînên online li dar bixin.

Di encama van xebatan hemûyan de em gihiştin wê qenaetê ku civak aştiyê dixwaze. Her kes ji vê re amade ye. Dixwazin tavilê aştî bibe. Her kes ji dil û can piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Herî dawî birêz Erdogan û şandeya me hevdîtin kir. Hevdîtin erênî derbas bû. Bendewariya me ew e ku ev hevdîtin ji bo bilezûbezbûna pêvajoyê aştiyê û ji bo çareseriyê bibe wesîle. Di destê me de firsendekî mezin ê dîrokî heye.

Lê divê em bi aşkerayî biaxivin, bi ser re 2 meh derbas bûn lê me hêj jî gav û îradeyekî hêjayî bangê nedîtiye. Civak bi zelalî diaxive û dibêje îktîdar çima gavan naavêje. Dibêje çima ev pêvajo yekalî didome û hwd. Em jî ji îktîdarê dipirsin; di rewşeke tecrîd didome, yek gava şênber nayê avêtin, sepanên dij-demokratîk di meriyetê de û tayînkirina qeyûman didome de em çi bersivê bidin gel? Bi avakirina şert û mercên xebatê û azadiya têkilîdanînê yên birêz Ocalan re, bi derxistina qanûneke ji Meclisê ya ji bo bêçekkirinê re, bi pêşkeşkirina pêşniyarqanûna veguherîna demokratîk re dibe.

Muxalefet îro piştgiriyê dide pêvajoyê û bi çareseriyê re ye. Ev yek, tiştekî dîrokî ye. Cara ewil e li Tirkiyeyê ji bo aştî û çareseriyê piştgiriyeke wiha mezin tê dayin. Banga min ji bo partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din e; aştî, meseleya hevpar a Tirkiyeyê ye. Çi dibe bila bibe divê em dev ji aştî û çareseriyê bernedin. Ya din jî ez dixwazim vê bibêjim; ji ber ku em li ser çareserî û aştiyê diaxivin, bila kesek nebêje me sepanên qeyûman ji bîr kirine. Ji bo Wanê dipirsim; qeyûm çima zarokan digire?”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê AKP’ê ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî pêşnûme qanûn pêşkêş kir
Nûçeya Pişt re ‘Mijara esasî yê hevdîtina bi Wezareta Edaletê re, demokratîkbûn e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Roja Azadiya Çapemeniyê: Rojnamegerî ne suç e, darizandina wan sucê mezin e!

DFG, MKG û DÎSK Basîn Îş têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Bozan Tekîn: Ruhê Apoyî wê dewam bike

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Bozan Tekîn bal kişand ser girîngiya rêxistiniya nû ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

Bi dronên xwekuj êrişî Çiyayê Benî Herîr ya li sînorê Hewlêrê hat kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?