Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît têkildarî bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji Medya Haber TV re axivî.
Temamiya nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ye:
“Beriya her tiştî hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikin û bi navê hevrêyan hemûyan hurmetên xwe radigihînim. Di şexsê heval Riza Altûn û heval Fûat de ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hate ragihandin şehîdan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê soza ku me dane wan careke din dubare dikim ku em ê pêk bînin.
Cejna Qurbanê li tevahiya gelê me pîroz dikim. Meha Hezîranê meha fedaiyan e. Di şexsê şehîda me ya mezin hevala Zîlan de fedaiyên PKK’ê hemûyan silav dikim, careke din şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim.
Kongreya 12’emîn a PKK’ê hate lidarxistin. PKK’ê ji kongreya xwe ya destpêkê û vir ve hemû civîn û kongreyên xwe li ser bingeha diyarkirina dîrokê lidar xist û ev yek xist pratîkê. Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji bo paşeroja gelê Kurdistanê, gelên herêmê û mirovahiyê xaleke diyarker a girîng e. Bi biryarên wergirtî re wê pêvajoya dema pêş diyar bike. Divê ev yek baş bê fêhmkirin. Em di vir de bi biryar in, naveroka biryarên me jî bi vî rengî ye.
Kongreya PKK’ê hîn tê nîqaşkirin. Di çarçoveya rapora polîtîk a Rêberê me de em hewl didin pêvajoya heyî fêhm bikin, biryarên wergirtine bi rengekî rast bixin pratîkê. Divê her kes bi rengekî rast nêzî Kongreya PKK’ê ya 12’êmîn û biryarên wê bibe û wateyeke rast bidin vê yekê.
Di vê çarçoveyê de gelek nîqaşên girîng hene. Her kes nîqaş dike ku pêvajo çawa gihîşt kongreyê, biryarên kongreyê çawa hatin wergirtin û wê bandora wan çi be. Dijberên me, alîgirên me, gelê me van pirsan dikin.
Tê zanîn bê pêvajoyê çawa destpê kir û çawa meşiya. Ji meha Cotmehê û vir ve em di nava pêvajoyeke gelekî berfireh de ne. Demeke welê ye ku gelek hest, gelek fikir di nava hev de ne. Biryardariyeke mezin a guherîn û veguherînê heye. PKK ku mohra xwe li dîroka 52 salan a Kurdistanê xist, dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî. Di bernameya xwe ya polîtîk û stratejiya xwe de guhertin kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Her kes hewl dide vê fêhm bike. Wê çawa bibe? Dost û dijmin jî hewl didin fêhm bikin.
Weke tevgereke ku di hevsengiyên Rojhilata Navîn de diyarker e, me tûglayek kişand. Her kes hewl dide li gorî vê yekê cihê xwe diyar bike, fêhm bike. Hinek hene ku bi rastî jî hewl didin fêhm bikin, hinek jî hewl didin bi zanebûn an jî nezantî berevajî bikin.
Yên ku hewl didin bi zanebûn berevajî bikin ew derdorên rantxur in ku hewl didin ji pêvajoyê bixwin. Hewl didin vê yekê weke neserketina PKK’ê nîşan bidin. Yên hewl didin fêhm bikin jî nîqaşa wê yekê dikin ku bi vê guhertina mezin re pêşketina demokratîk şoreşger wê encameke çawa ya bi kêrî gelan tê biafirîne.
Sala 1998’an dema ku Komploya Navneteweyî hate kirin dewleta Tirk ketibû nava hezeyaneke mezin. Ketin wê atmosferê ku digotin, ‘Me tengav kir, zor da wan, qedand, qediyan. Me Rêber Apo ji Şamê derxist, asê kir’. Halbûkî Rêber Apo, di nirxandinên xwe yên berî wê û piştî wê de digot: Ji sala 1992’an û pê ve di pêvajoyeke bendemayinê de bû. Têkoşîn gihîştibû astekê. Hebûna gelê Kurd li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatibû dîtin. Vejîna neteweyî, li ser bingeha demokratîk a neteweya Kurd avabûn pêk hatibû, lê belê di mijara bersivdayina li pirsgira azadiyê de kêmasî hebûn. Di çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd de pêşketin nehatibû afirandin.
Banga min li yên eleqedar, durust û ji dil ew e ku vê dîrokê lêkolîn bikin. Rêber Apo çawa gihîşt vê pêvajoyê, ev pêvajoyeke gelekî girîng a dîrokî ye. Qutbûna ji çareseriya dewletparêziyê wê demê destpê dike.
Nuqteya ku îro gihîştiye, encameke wê pêvajoya amadekariyê ye ku Rêbertî sala 1993’an destpê kir û piştî 2000’î li hemberî Komploya Navneteweyî kûr kir. Bi gotina ‘Ketin rewşeke welê ku êdî nema dikarin bikin’ a dijberan, ev pêvajo nikare bê ravekirin. Berevajî vê yekê gaveke gelekî mezin e ku bandora xwe heye. Pêngaveke welê ye ku hebûna Kurdan derxiste holê, veguherand aktorekî girîng. Pêngaveke ku bersivê dide pirsa jiyana bi hev re ya rastiya neteweyî ya Kurdan a bi gelên herêmê re. Biryarên di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin rêya vê yekê vedikin.
Dema dawî hema bibêje her kes li ser rastiya PKK û Kurdan siyasetê dikin. Li Sûriyeyê, li Îranê, li Iraqê, li Tirkiyeyê ev bi vî rengî ye. Hevsengiyên navxweyî yên Tirkiyeyê jî girêdayî sekna têkildarî pirsgirêka Kurd e. Kiryarên antî demokratîk ên navxweyî, faşîzma bilind bûye, zext û zordarî, krîza aborî û belavbûna civakî ya navxweyî jî pêwendiya xwe bi têkoşîna me û rêbaza wê re heye. Bi veguhertina vê yekê re em Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diguherînin. Çareseriya demokratîk a li Rojhilata navîn ji aliyê têkoşîna demokrasiyê ya cîhanê ve wê bibe pêngaveke mezin. Em di nava vê pêvajoyê de ne. Bi rastî jî cihê kelecanê ye, em di nava pêvajoyeke welê de ne ku rê dide nûbûnê.
Ev pêvajoya me ya guherîn û veguherînê em weke encama amadekariyeke mezin a Rêberê xwe ya 40 salan dinirxînin. Divê civak û rewşenbîrên Tirkiyeyê vê pêvajoyê baş fêhm bikin. Ev yek ne ji ber zehmetî û tengaviyê ye, berevajî vê yekê pêngaveke plankirî ye.
Eger ev neyê fêhmkirin wê neheqiyeke mezin bê kirin û pêvajo bikeve rewşeke zehmet. Rêber Apo jî, em jî ne di nava nêzîkatiyeke welê de ne ku ji dewletê tiştekî hêvî bikin. Rêber Apo vê yekê bi hişkî rexne dike. Civaka demokratîk divê xwe bi xwe bi rêxistin bike, bibe hêz, li ser bingeha siyaseta demokratîk pêşketinan biafirîne. Azadiya jinê, mafên nasnameyê jî bi vî rengî ne. Pêwendiya van hemûyan bi pêvajoya têkoşînê re heye. Em veguherîneke bi vî rengî dikin, di rêbaza xwe ya têkoşînê de guhertinan dikin. Divê ev yek bê fêhmkirin. Lê niha rewşeke wiha jî heye. Belê, me gavên pêwîst avêtin. Rêbertiya me bi cidiyeteke mezin nêzîkî banga Bahçelî dibe ya 23’yê Cotmehê kiribû. Wateyeke mezin dide vê û wisa nêzîk dibe. Li Tirkiyeyê aliyê ku herî dijberî me bû, temsîl dike. Ev alî piştî avakirina komarê ji bo netewebûna Tirk pêş bixîne hatiye avakirin. Dibêjin ku ew avakar û mîmarê netewebûna Tirkan e. Dema ku ji aliyekî wisa bangeke bi vî rengî were, di aliyê Tirkiyeyê de nuqteyeke cidî ya şikestinê ye. Rêbertî nirxeke mezin da wê. Me jî hewl da em fêhm bikin. Me di bernameyên berê de jî anîbû ziman. Gelo çi dibe? Lê belê gelekî girîng bû. Piştre behsa aştiya navbera Kurd û Tirkan kir û got, “Bêyî Kurdan Tirk, bêyî Tirkan jî Kurdan nabe.” Yanî me îfadekirina Kurdbûnê hêja dît. Rêbertiya me jî wisa dît. Û li gorî vê gavê me jî bi lezgînî gavên pêwîst avêt. Yanî gotina Bahçelî; bila bên siyastê bikin, Bila Ocalan were li Meclisê biaxive, ji mafê hêviyê sûdê wergire. Ev gotinên wî hîn jî li holê ne. Yanî pêvajo bi vê re destpê kir.
Di aliyê dewletê de bê bersiv ma. Weke bangewaziya Devlet Bahçelî ma. Hîn jî di aloyê mafê hêviyê de pêşketinek tuneye. Heta Wezîrê Edaletê derdikeve holê, nizane bê çi dibêje û nizane bê rê li ber çi veke, ji aşûbaş daxuyanî da. Li ser mewzuatê daxuyanî da û got, di mewzuata me de tuneye. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, helbet me gavên pêwîst avêtin. Mînak ne ku dev ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdaye, hema hema mîna wê gav hat avêtin. Niha qonaxa ku em hatinê, ji bo pêkanîna van tiştan me gav avêt. Xwezî her tişt li ser daxwaza me pêk were. Weke ku tê gotin, em berê her tiştî diyar nakin. Li hemberî me dewletek heye, îradeya wê heye, polîtîkaya wê heye. Heke di vana de guhertinek çênebe, pêkanîna biryarên me jî nepêkan e. Em heta sibê bibêjin em ê siyaseta demokratîk bikin. Heta ku rêya vê yekê neyê vekirin em ê çawa vê yekê bikin. Eger sererastkirinên qanûnî neyên kirin em ê çawa bi pêş ve biçin? Eger Rêber Apo hîn jî li Îmraliyê girtî bimîne, ev yek wê çawa pêk were? Mebest ne tenê Îmrali ye, sîstema Îmraliyê ye. Hîn jî hevdîtin li ser destûrê pêk tên. Yanî hevdîtin li ser her du lêvên wan in. Heke destûrê bide wê biçin, heke destûrê nede wê neçin. Me wisa gotibû, li ser bingeha ku Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne em ê van gavan bavêjin û davêjin.
Li ser bingeha azadiya fîzîkî. Heke beramberî vê yekê mafê hêviyê be, divê qanûn bên derxistin. Yanî nikarin wisa bibêjin. Niha atmosfera li Tirkiyeyê ne wisa ye. Aliyê dewletê, AKP-MHP ne di rewşa ku bibêje hêza me ji bo vê tuneye. Çi bixwazin dikarin biryara wê bigirin. Ez wisa jî nabêjim. Helbet aliyên cuda hene, beşên cuda hene. Lê belê desthilata Tirkiyeyê her tişt di destê xwe de digire. Heke di vî alî de gav nayên avêtin, ev ji nêt wan diqewime. Tişta ku em dibêjin nêt e. Divê ev were lêpirsînkirin.
Bi rastî jî di wê bangewaziyê de hin hewldanên Bahçelî çêbûn. Lê di gotinê de dimînin. Belê em wateyekê didinê. Li Tirkiyeyê piştî avabûna komarê hişmendiyeke wisa avakirin ku ji bo têkoşîna me ya 50 salan têk bibin şovenîzmeke kûr avakirin. Bi rastî li ser têkoşîna PKK û gelê Kurd di hişê civaka Tirkiyeyê derew ava kirin. Ji bo şikandina vê yekê daxuyaniyên hatin dayin, daxuyaniyên Devlet Bahçelî bi rastî jî watedar e. Hin tiştan dihejîne. Di şîroveyên dîrokê de jî wisa dibêjim. Di daxuyaniyên Devlet Bahçelî de ‘derbekê li nêl dixe, yekê li bizmêr dixe’. Dîsa jî ev gotina wî girîng e. Dibêje; ‘Bêyî Kurdan Tirk nabe, bêyî Tirkan jî Kurd nabe’. Ev rûrastiyê komarê bû digot; ‘Dewleta Tirkiyeyê ji Tirkan pêk tê’. Ev gotin tê wateya qebûlkirina hebûna Kurdan. Wê gavê divê mafên destûrî û qanûnî bûn dayin. Divê di destûra bingehîn de were naskirin. Vê bibêjim ku ev li ser gotinê ne. Her wisa avakirina komisyonê jî heye.
Ez vê yekê bibêjim, li Tirkiyeyê ji vê pirsgirêkê girantir pirsgirêkek din tuneye. Heke Meclis pê re eleqedar bibe divê bi vê pirsgirêkê re eleqedar bibe. Meclîs heta niha ewqasî bi mijarên pûç û vala mijûl bûye ku tu bandora wê nemaye. Ev yek bi zanbûn tê kirin an jî ji nezanî tê kirin dikare were nîqaşkirin. Em dizanin ku bi sîstema serokatiyê re bandora Meclisê lawaz bû. Dîsa jî Meclis heye û gelemperiya Tirkiyeyê temsîl dike. Pirsgirêka Kurd ku di ser patiyan re ye, çareseriya pirsgirêka Kurd û gavên bên avêtin divê tenê ji AKP û MHP’ê re neyê hiştin. Jixwe bi vî awayî çareserî nabe. Ev pirsgirêkeke gelemperî ya Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de divê Meclis bibe hevpar. Ji ber vê yekê ji serî ve Rêbertiya me û me pêşniyar kir ku divê bi lezgînî komisyonek were avakirin. Di vê mijarê wer xuyaye ku wê were avakirin lê di vê mijarê de jî mijûlkirin heye. Divê heta niha hatiba avakirin û heta niha bixebitiya. Li Tirkiyeyê gelek partî aligirê avakirina komisyonê ne. Daxuyaniyên wan wisa ne, dibe ku yek an jî dudu hebin. Vaye Îyî Partî û Partiya Zaferê li hemberî vê derdikevin.
Belê ji xwe zêde bandora wan tuneye. Di serî de partiya muxalefetê ya sereke CHP, jixwe DEM Partî di nav de ye, partiyên din dixwazin komisyom ava bibe û bixebite. Çima ev yek pêk nayê.
Em jî vê pirsê dikin. Çima nabe. Di vê mijarê de ji bo avakirina komisyonê daxuyaniyên zelal ên Bahçelî çêbûn. Di vê mijarê de tenê AKP maye. Demekê AKP naxwaze. Ez encama ku derdikeve holê dibêjim. Hinekî wekî hesabê matematîkê çêbû lê rastî vê yekê nîşan dide. Ne hemû AKP, aliyekî di nava AKP’ê de weke pêvajoyê naxwazin û dixwazin şer bidome. Di nava van 20 salên dawî de aliyek rantxur derket holê. Ji medyaya wan heta sermayedarên wan, di tabloya siyasî ya AKP’ê de ev tê dîtin. Di medyayê hin kes hene li ser vê zikê xwe têr dikin. Çêran li Kurdan, PKK’ê dikin û vê yekê wekî rantê bi kar tînin. Di serdema AKP’ê de sektora taybet bi pêş ket. Berê di destê artêşê debû, niha ketiye destê sektora taybet. Ez dikarim nav bêbêjim, Bayraktar. Bi kurtasî aliyek ku naxwazin şer raweste, bi rastî dixwazin PKK şer bike heye. Aliyek dixwaze şer bidome û xwe linser wê xwedî bikin heye. Dikarim bibêjim ku di komisyonê de tabloyeke wisa em dibînin. Wer xuyaye ku AKP wê nikaribe li ber zextên civakê û hem jî yên siyasî li ber xwe bide û wê komisyonekê ava bikin. Wê komisyon çi bike? Wê hemû qanûnên pêwîst derxîne. Ji bo çareseriyê wê nîqaşan bikin, pirsgirêkê bikin pirsgirêka civakî, wê bişopînin. Heke pêwîst bike wê komisyonên jêr ava bikin.
Yên ku bi hev re li dîrokê nenêrin nikarin bi hev re li siberojê binêrin. Yanî pênaseya me ya dîrokê û pênaseya Tirkiyeyê ne wekî hev e. Divê em bi hev re li dîrokê binêrin. Divê lêkolîna ji bo heqîqetê derxe holê hebe. Belê niha amûra bingehîn a AKP’ê çi ye? Dibêje; dema ku ev hatim desthilatê min hebûna Kurdan nas kir, hemû mafên Kurdan min da, di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de tişta ku em bikin nemaye. Vaye televîzyona wan heye, bi Kurdî weşanê dikin. Lê di destûra bingehîn de ev nehatine misogerkirin. Wisa dide nîşandan. Lê gelê Kurdan avakarê bingehîn ê komarê ne lê misogeriya qanûnî tuneye. Ji ber ku nêrîna wan a li dîrokê bi pirsgirêk e. Desthilatên Tirkiyeyê dîrokê wisa naxwînin. Lê divê em bi awayekî hevpar li dîrokê binêrin. Heta ku têkiliya civakan li ser têkilî û tifaqan çênebin, ev têkilî wê her tim ji xirabûnê re vekirî be. Ev ji bo dîroka dûr bû. Ji bo dîroka nêz jî ez dixwazim vê bibêjim, navê pêvajoyê kirine çi? Kirine “Tirkiyeya bê terorê”. Teqez em vê têgehê red dikin. Hûn zanin ji bo çi em red dikin. Ji ber ku PKK têkoşîna herî rewa ya gelê Kurd e. Heke têkoşîna 42 salan a gelê Kurd nebûya, îro tu kes wê behsa Kurdan nekira. Yanî divê ev jî derkevin holê. Derketina PKK’ê berteka li hemberî înkarkirina Kurdan e. Wekî ku ev hemû nehatine jiyîn, nizanim pêlîstoka DYE’yê, maşeya ber destê nizanim kê ne. Nabe ku ewqasî henekê xwe bi civaka Tirkiyeyê re bikin. Ewqasî heqaret nabe. Gelê Kurd heqîqetê dizane, rastiyê dizane. Lê civaka Tirkiyeyê ji ber ku hişmendiya wê hatiye berovajîkirin, mîna dînan lê kirine û nikare mafên xwe jî biparêze. Ji ber ku dîrokê nizane nikare mafên xwe biparêze. Bi kurtasî, divê teqez ew gotina “terorîst” were guhertin. Ji vê jî wêdetir, divê em bi hev re li paşerojê binêrin. Heke ev bibe wê demê xwişk û biratî wê pêk were. Berê digotin, “Pêvajoya millî ya bi hev re û biratiyê”. Niha di navbera Kurd û Tirkan de girêdana xwînê tuneye. Herdu gelên cuda ne. Wê demê xwişk û biratî wê li ser çi pêk were. Wê li ser hişmendiya bi hev re pêk were. Yanş heke di hişmendiyê de hevparbûn çê bibe wê xwişk û biratî pêk were. Kurd ji koka Aryenan e, Tirk jî Ûral-Altay in. Lê em dibêjin em dikarin bi hev re neteweyek hevpar ava bikin, li ser bingeha demokratîkbûnê siberoja xwe bi hev re ava bikin. Paşeroja me vê yekê nîşanî me dide. Berê Kurd û Tirk bi hev re qezenc kirine û bi hev re jiyan e. Em vê yekê dibînin. Ji ber vê yekê Rêbertî her tim behsa dîrokê dike, behsa Alparslan û Selçûkan dike. Ne hewceye ku vana berovajî bikin. Kurdan û Tirkan bi hev re qezenc kirin. Nabe ku bibêjin di 1071’an de me çima deriyê Anatolyayê ji wan re vekir, bi me dan windakirin. Ev ne rast e. Ev pêvajo bi modernîteya kapîtalîst pêla nîjadperestiyê re hariye avakirin. Divê komisyon ji van re çareseriyê bibîne. Komisyon ne tenê wê gavên pratîkî çawa bên avêtin, wê çareseriyê ji vê re bibîne. Di destpêka Komara Tirkiyeyê çi kirin hedef, wê nîjadperestiyeke hişk ava bikirana. Di vê de bi ser neketin. Niha jî vê yekê qebûl dikin. Dibêjin em bi ser neketin. Em 2’yemîn sedsala komarê bi hev re ava bikin. Em beşdarî vê dibin. Ev yek li ser bingeha neteweya demokratîk, hevparbûnê ava bibe.
Mijara danîna çekan pirsa herî bingehîn e. Ev pirsa zêrîn e ku her kes herî zêde vê meraq dike. Gavên pêwîst ên li ser banga 27’ê Sibatê ya Rêbertiyê hatin avêtin û kongreya me jî biryarên pêwîst da. Ya herî girîng bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bû. Ev biryar hatiye dayîn û tê bicîhanîn. Me piştî banga yekem agirbest ragihand, lê ji bo wê jî bersiv nedan. Tevgera Artêşa Tirk li gelek deveran li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Êrîşên li ser tunelan didomin, şehadet çêdibin.
Du roj berê HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek da. Rastiyeke artêşeke Tirk heye ku di şer de israr dike. Artêş bi tena serê xwe biryaran nade, ew helwesta îradeya siyasî nîşan dide. Ew nêzîkatiya rêveberiya Tirk nîşan dide. Ev rewş di her kesî de dibe sedema fikaran.
Bêyî ku gavên siyasî bavêjin, heta ku misogeriya qanûnî û hiqûqî pêk neyê, ferzkirina danîna çekan ferzkirina teslîmbûnê ye. Dewleta Tirk ewqas sal şer kir ma hîn jî PKK’ê nas nake? Ma nizani ku di PKK’ê de teslîmbûn tune ye? PKK li ser bingeha xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê hat damezrandin. Wan nikarîbû berxwedêrê zindanê teslîm bigirin; wan xwe perçe perçe helandin. Îro, hevalên me di gelek tunelan de bi îradeyek sermirovî têdikoşin. PKK û teslîmbûn nayên cem hev.
Tevî ku bê yekê dizanin jî çima vê yekê ferz dikin? Ger nas nakin ew pir bêkêr in, ger nas dikin wê gavê dixwazin sabote bikin.
Bi kedeke evqas mezin, di serî de pêvajoya ku bi keda mezin a Rêbertî pêş ketî, kelecan û bendewariya di civaka Tirkiye û Kurdistanê de û piştgiriyê dixwazin vale derbixin. Ji bo siberoja Tirkiyeyê em hewl didin ber bi demeke nû ve biçin, bi rêbazên salên 90’î hîna belavokan belav dikin, bangên teslîmbûnê dikin.
Berê F-16’an bombe diavêtin, niha belavokan diavêjin. Ev belavok fikara têkildarî pêvajoyê kûr dike, lêpirsînan zêde dike. Ji ber ku pêvajo pir bi lez pêş ket civaka Kurd bi fikar e. Kurdan nasname, rûmet û jixwebawerbûn bi vî şerî qezenc kirin. Îro eger li rûyê gelên din tê temaşekirin, ev bi saya şerê rûmetê ye.
Ti kes nikare bi vî rengî çekan bi me bide danîn. Bila ti kes vê yekê weke xwe vekişandin, fêm neke. Em bêjin şervanan çek berda, wê çi bibe? Ev mirovane xwedî îdeal in. Pêşniyarên ji sîstemê hatine red kirine, mirovên îdealîst ên ku dixwazin jiyan û cîhaneke nû ava bikin.
Heta ku evane neyên nîqaşkirin, şert û merc neyên avakirin, bila çek bên berdan, teslîmbûn, ketina girtîgehê û ferzkirinên bi vî rengî tê wateya sûc. Em ne sûcdar in. Em endamên tevgereke ku di dîrokê de têkoşîna herî mafdar dimeşîne. Ti kes nikare wiha nêzî endamek Apoyî û PKK’yî bibe.
Nêzîkatî û nîqaşên bi vî rengî bi tendurist nînin. Li şûna vê yekê, divê li Tirkiyeyê pêşxistina aştiya civakî, yên ku dixwazin Tirkiyeyek nû ava bikin çavkaniya pirsgirêkê û çareseriya wê nîqaş bikin. Em bêjin me çek berdan. Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, wê komên cuda derbikevin. Pirsgirêk çareseriya xwe ferz dike. Pirsgirêkên civakî her tim li çareseriya xwe digerin, derketinekê dibîne, teqînekê pêk tîne. Eger bixwazin dubare tiştên heman neqewimin, pêvajoyeke bi tendurist çêbibe, Tirkiye û Kurdistaneke nû çêbibe ev nêzîkatî girîng e.
Dema ez hatîm vê bernameyê komeke gerîlayên jin ên ciwan bi min re bû. Min ji wan pirs kir: “Gelo hûn ê çek berdin?” Gotin: “Em qet naberdin.” Gelo hûn ê kîjan şert û mercan qebûl bikin? Heval Diljîn wiha got: “Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were. Divê Rêbertiya me vê pêvajoyê bimeşîne.” Daxwaza wan a duyemîn, komisyona meclîsê ye. Tirkiye divê vê yekê nîqaş bike. Ya sêyem naskirina nasnameya Kurdî. Piştî ev qas têkoşînê divê nasnameya Kurdî bigihije ewlehiya qanûnî.
Îro bila rayedarên Tirkiyeyê ji hevalek me pirs bikin, dîsa wê heman bersivê bigirin.
Kêmasiya esas a zagonên bingehîn ên heta niha, ne demokratîkbûna wan bû. Piranî berhemên darbeyê bûn. Zagonên bingehîn ên ji jorê hatin xistin, ji gel qut. Eger zagoneke nû ya bingehîn were çêkirin, ev divê peymaneke civakî be û bi rengekî demokratîk şikil bigire. Divê bi tevlîbûna hemû beşên li Tirkiyeyê, di nava nîqaş û têkiliyê de were avakirin. Nexweşiya esas a zagonên bingehîn ên heta îro, çêkera li ser esasê netewbûna Tirk a li ser bakiyeya Osmanî hatî avakirin bû. Ev jî çavkaniya xwe ji ferzkirina bi zorê digirt.
Zagona Bingehîn a 1921’an jî xwedî cihekî xweser e. Ji ber ku ew zagona bingehîn di demeke welê de pêk hat ku Têkoşîna Rizgariyê, têkoşîna li Anadolûyê pir zindî bû û dînamîkên li Tirkiyeyê hîna pir xurt bûn. Eger ez şaş nebim, Mustafa Kemal weke wekîlê Qersê beşdarî Kongreya Erziromê dibe. Herêmeke Kurdan. Yanî nasnameya Kurd nehatiye redkirin, ji bo gelên din jî rastiyeke wiha heye. Çêkerên etnîk ên li Tirkiyeyê, çêkerên baweriyê zindî ne û xwedî li pêvajoya Zagona Bingehîn a 1921’an derdikevin. Lê belê ji Zagona Bingehîn a 1924’an heta îro, di hemû zagonên bingehîn de şopên darbekariyê tên dîtin.
Lewma zagona bingehîn ne ji jorê, divê bi rengekî ku ji tabanê pêş ketî were avakirin. Hin beş zagonên bingehîn weke belgeyên ku nayên guhertin, dibînin lê ev belge bi destê civakan, bi destê mirovan tên avakirin. Wê demê şert û merc cuda bûn, şert û mercên niha cuda ne. Belavbûna Osmanî, qutbûna gelan a li ser esasê netewperestiyê, feraseteke parêzvantiyê ya teng çêkiriye, ev jî bandora xwe li zagona bingehîn kiriye. Lê belê îro cîhan, herêm û mirovahî hatiye guhertin; ev dogmatizm paşketin e. Di rewşa heyî de israr, paşketin e.
Çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya zagoneke bingehîn û peymaneke civakî ye. Divê gelek beş bi rengekî tendurist tevlî bibin, xwedî lê derkevin, nîqaş bikin û bimeşînin. Bi komisyona 11 kesî ya ku ji aliyê AKP’ê ve hatî avakirin, zagona bingehîn çênabe. Ev komîsyon dibe taslakek çêbike lê divê çêkera civakî û polîtîk, rastî û dewlemendiya civaka Tirkiyeyê nîşan bide. Gelo 11 kes çiqasê Tirkiyeyê temsîl dikin? Ev jî nîşan dide ku hîna rejîmeke serokatiyê ya desthilatdar, bi bandor e. Ev jî nîşan dide ku zihniyeta îttîhatgeriyê bandora xwe ya li siyaseta Tirkiyeyê didomîne.
Dika siyasetê ya Tirkiyeyê ditehise. Tiştên diqewimin erênî nînin. Di pêvajoyeke wiha de ku em hewl didin demokratîkbûna Tirkiyeyê bikin rojev, operasyonên bi vî tarzî yên li dijî CHP’ê bi rengekî nerênî bandorê li pêvajoyê dikin. Em bêjin ku eger sûc yan jî nelirêtiyek hebe, helbet divê têkoşîn were kirin, lê tabloya li holê ji vê hîn wêdetir e. Li dijî CHP’ê êrîşeke tund û cidî heye. Ev bi rengekî nerênî bandorê li vê pêvajoyê dike.
Em lêpirsîn dikin: Gelo tê xwestin ku ev pêvajo were kontrolkirin? Di serî de CHP partiyên din têkildarî pêvajoyê helwestên xwe diyar kirin. Wê dengek hîn xurttir derketiba holê, dibe ku tê xwestin ku ev yek were astengkirin. Ev texmînek e, biryareke teqez nîne lê gumaneke wiha heye.
CHP heya niha di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de nexebitî. Her çendî ku pênaseya demokratîkbûnê bi kar bîne jî, îdîa kir ku ew partiya damezrîner e û ji polîtîkayên şer ên desthilatdariya heyî re bû angaje. Bû hêzeke ku AKP’ê li ser piyan dihêle. Ne tenê em, Erdogan jî vê yekê dibêje. Dibêje, “başe ku muxalefetek wiha heye.” Muxalefeta CHP’ê AKP xwedî kir.
Tişta îro diqewime, gelo têkoşîna demokrasiyê ye, yan şerê desthilatdariyê ye? Li aliyê CHP û muxalefetê şerekî li ser esasê demokratîkbûnê nîne. Di vê nuqteyê de jî ez divê vê yekê diyar bikim: gotinên weke Kurdan bi AKP’ê re li hev kiriye, derdikevin holê. DEM Partî wê bersiva vê yekê bide. Kurd wê tevlî Tifaqa Cûmhûr bibin, îdîayên wê li cem AKP’ê bisekine hene. Rewşeke wiha nîne.
Weke Tevgera Azadiya Kurd helwesta me zelal e: Bi rastî jî kî têkoşîna demokratîkbûnê bimeşîne, em ê li pişt wî/wê bisekinin. Mesele ev e. Stratejiya CHP’ê ji bo qezenckirina hilbijartinê ye. Helwesteke ku çareseriyê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bibîne, nîne.
Ji aliyê dîroka Tirkiyeyê ve em nuqteyeke şkestinê ya erênî de ne. Em hewl didin vê pêvajoyê erênî bikin. CHP’ê di vê pêvajoyê de dikarî bi rola xwe rabe. Weke partiyeke demokratîk a civakî ji bo hebûna Kurd bigihije ewlehiya zagona bingehîn, ji bo pirsgirêk li ser zemînê hiqûqî û siyasî were çareserkirin li gorî partiyên rast divê hîn li pêştir ba. Her wiha yek ji berpirsyarên dîrokî yên vê pirsgirêkê, CHP e.
Daxuyaniyên Ozgur Ozel ên têkildarî vê mijarê nerênî nînin. Dibêje ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê, dema maseyeke demokratîk hate danîn ew ê cih bigire. Evane bi nirx û bi wate ne. AKP hewl dide ji vê pêvajoyê berjwendî bi dest bixe. Dengên wî ketine, dixwaze car din Kurdan qezenc bike. Gelê Kurd azadîxwaz e û li nûbûnê digere. Dînamîzma netewa demokratîk ev e.
Ev meseleya Tirkiyeyê ye, ne ya partiyan e. Bi ti partiyan re jî peymaneke bi vî rengî nehatiye kirin. Meseleyeke ji partiyan wêdetir e. Yanî em behsa tişteke welê dikin ku qedera gelên Tirkiyeyê eleqeder dike, qedera çînên kedkar ên Tirkiyeyê eleqeder dike. Lewma pêwîstî bi nîqaşên bi vî rengî nake.
“Gelo Îmamoglû wê di hundir de be Ocalan wê ji derve be?”, ev nîqaşeke pir paşketî ye. Hetta mîna şantajekê ye. Her du tiştên cuda ne. Rastiya Îmamoglû cuda ye, rastiya Rêber Apo pir cuda ye. Rêber Apo lîderê gelekî ye. Rêberê azadiyê ye. Em behsa Rêbertiyeke ku 27 salên xwe di bin tecrîda mutlaq de derbas kiriye, dikin. Bi rastî nîqaşên ku pêvajoyê pir paş dixin, hene. Ji aliyê muxalefetê jî divê helwestek nîşanî van were dayîn.
Em di vê şerê desthilatdariyê de nabin aliyek, gelê me nabe. Derdê me cuda ye. Derdê me Tirkiyeya nû li ser bingehê netewa demokratîk avakirin, civaka demokratîk derxistina holê ye.
AKP JÎ CHP JÎ NE DI NAVA HEVGIRTINÊ DE NE
Eger em AKP’ê di nava hevgirtinekê de nabînin, em CHP’ê jî wisa nabînin. Divê her kes vê bizane. Di bunyeya CHP’ê de tecrubeyeke demokratîk a pir girîng heye. Bi rastî jî kesên ji demokrasiya Tirkiyeyê bawer dikin, demokratên lîberal hene. Beşeke ku dixwaze Tirkiye bigihije standartek diyar, heye. Lê beşeke netewperest, şoven û netewperest jî heye.
Em xeta Ozgur Ozel di vê mijarê de hinek din cuda dinirxînin. Di wê mijarê de herî kêm niha di dîtinê de wisa ye. Di rastiyê de kesên xeta CHP’ê ya klasîk a piştî Komarê şêwe girtî diparêzin, ew kesin ên ku naxwazin şer bidawî bibe. Di nava wan de bi rengekî heman sermayedar hene, komên berjewendiyê yên cuda hene. Yanî dixwazin tabloya li Tirkiyeyê ya heyî, tabloya netewperest bidome. Em dibêjin ku divê em bi vî rengî nêz nebin.
HIN DOGMATÎK HENE KU HER TIŞTÊ DI ÇARESERIYA DEWLETPARÊZ DE DIBÎNIN
Me timî bi beşên demokratîk, çep û sosyalîst re yên ku em bi wan re di nava têkiliyê de, li gorî derfetan ev nîqaş kir. Ji destpêka pêvajoyê ve me hewl da agahdar bikin. Me xwest nêrînên wan bigirin. Me xwest ku eger rexneyên wan hebin, bila yekser ji me re ragihînin.
Tevgera Kurd di bin êrîşeke şerê taybet a pir alî de ye. Girîng e ku em bi dostên xwe re bin. Em vê yekê girîng dibînin. Em xwedî xetekê ne û 52 sal in em vê xetê didomînin. Ev tê wateya hevrêtiya Mahiran, Denîzan û Îbrahîman. Me li çiyayên Kurdistanê timî ew xet nû kir û xwest li ser piyan bihêlin. Me timî ew al rakir. Timî di destê me de ew al hebû.
Em hêzeke sosyalîst in. Niha jî em sosyalîzma demokratîk diparêzin. Em ji bo pirsgirêka azadiyê li bersivê digerin û em bawer dikin ku ev wê bi sosyalîzmê pêk were. Dirûşmeya kongreya me çi bû? “Israra di mirovbûnê de, israra di sosyalîzmê de ye.”
Yanî di rastiyê de eger tu mirov bî, eger tu weke mirov bimînî divê tu bibî sosyalîst. Ev tê wateya bangeke di asta gerdûnî de. Di wê wateyê de tevgerên sosyalîst ên çep ên Tirkiyeyê, ji destpêka Komarê heya roja me gelek berdêlên mezin dan. Paşerojeke me ya çep heye, paşerojeke me ya têkoşîneke sosyalîst heye. Ev paşerojeke pir bi rumet e.
Rewşenbîrên Tirkiyeyê di vê rêyê de xwe feda kirin. Ev ne tecrubeyeke nirxên ku bên jibîrkirine. Tam berevajî, em dixwazin ev yek were zanîn. Eger pirsgirêk li ser rêya me hebin, em dixwazin van çareser bikin. Derketina sosyalîzma demokratîk ev e. Û rêya ku tê xwestin li Tirkiyeyê li ser bingehê banga aştî û civaka demokratîk were vekirin, dibe têkoşîna ji bo vekirina pêşiya têkoşîna sosyalîzm, têkoşîna kedkar û jinan. Em dixwazin bigihînin vê qonaxê. Weke we gotî, yên vê yekê fêm dikin hene. Kesên ku vê pêvajoyê weke kêliyeke guhertin û veguhertinê dibînin, hene. Bi rastî jî li Tirkiyeyê kesên ku dibêjin em dikarin bi hev re polîtîkayên zextê yên li ser sosyalîstên çep ên demokratîk parçe bikin, hene. Lê kesên dogmatîk, yên bi nêrîna reel sosyalîzmê nêz dibin, netew-dewletparêz, her tiştê di çareseriya dewletparêz de dibînin û lewma hewl didin bidarizînin, hene. Ez difikirim ku wê bi demê re hîn baştir were fêmkirin.
EGER PÊVAJOYA PÊŞ BIKEVE, DIVÊ MEDYA DEVÊ XWE BIŞÛ
Medya li Tirkiyeyê serbixwe nîne. Di rastiyê de li cîhanê medyaya serbixwe nîne. Ev tişteke girêdayî pratika sîstema kapîtalîst e. Em di serdema pere fermandar re derbas dibin. Hetta Rêbertiya me dibêje, “pere bûye îlah”. Medyaya li Tirkiyeyê jî bi wê wateyê di bin bunyeya desthilatdariyê de, şêwe digire û li ser wê esasê weşanê dike.
Em li zimanê medyayê dinêrin û semayên berjewendiyê yên polîtîkayên dewletê yên li Tirkiyeyê dikin. Patronên piranî ji wan û patronên bazirganên çek ên ku me gava din behs kirî, heman kes in. Bi rastî jî eger ev pêvajo pêş bikeve, divê medya devê xwe bişû.
Divê mirov rast baxive, li hemberî rastiyan rêzdar be û bi rastî jî li gorî berjewendiyên civak, gel û jinan tevbigere. Ez vê yekê pir hêvî nakim jî, yanî ez ewqasê bêjim. Lê herî kêm divê were asteke ku mirov li hemberî vê yekê rêzdar be.
Ev pênaseya “terorê”, ev pênaseyên ku ji bo xîtabkirina Rêber Apo tên bikaranîn, teqez em qebul nakin. Eger têkiliyeke rast were avakirin, ev wê bi pênaseyan were avakirin. Wê bi pênaseya zihniyete were avakirin. Tişta ku fikir diyar dike, pênase ne. Tu kîjan pênaseyan bi kar bînî, tu xwedî wê zihniyetê yî. Pêdiviya me bi zimanekî nû, pênaseyên nû hene.
Bila dest ji vê dubarebûnê berdin. Evqas ezber, dubare… Bila hinekê nûbûnê çêbikin, bila hinekê kelecan biafirînin, hinekê biguherin. Bi rastî jî di serî de divê medya were guhertin. Ez dikarim bi kurtî vê bêjim, bi vê zimanê medyayê Tirkiyeya nû ava nabe, zihniyeta nû ava nabe.
RÊBER APO NÛ DEST BI MEŞA XWE KIR
Divê karakterê têkoşîna ku em li Kurdistanê dimeşînin, pir baş were fêmkirin. Kurdistan… Hûn dibêjin ya ji xwecihî heta gerdûnê, gelo Kurdistan xwecihiyek çawa temsîl dike? Heta ku mirov vê fêm neke, bandora wê û bandora têkoşîna li vir tê meşandin jî fêm nake. Ev erdnîgarî, ev xak, ev mirov… Gelê destpêkê yê dîrokê… Civakbûn li van deran çêbûye, li vê erdnîgariyê çêbûye. Mirovahî li vir ji dayik bûye, landika mirovahiyê… Lewma bi rastî jî guhertin û veguhertina li vir diqewime, her fikrê ku ji vir derdikeve bandoreke mezin li cîhanê dike.
Belê, geşedanên din ên li cîhanê jî me bandor dikin, lê giştî Rojhilata Navîn, bi taybet erdnîgariya Mezopotamya ji aliyê mirovahiyê ve timî diyarker bûye. Niha em bandoreke wiha car din dibînin û ev di şexsê Rêber Apo de dibe derketineke cîhanê ya nû, dibe derketina cîhana azad. Asteke wê ev e; dîrokî… Yanî dema em diçin kokên dîrokê, divê ev were dîtin.
Ya duyem, cîhana modern di nava tengaviyê de ye. Modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke pir cidî de ye. Bi rastî jî mirovahî pirsgirêka wateyê dijî, krîza wateyê dijî. Bala xwe bidinê, Alain Baidou di nameya ji Rêbertî re nivîsandî de çi dibêje? Bandora ku lêgerîna ji bo azadî, edalet û heqîqetê di wî de ava kirî, vedibêje.
Ji ber ku modernîteya kapîtalîst hundirê her tiştê vale kiriye. Ji her tiştê dengê tenekeyê tê. Wate winda bû. Lewma di her mirovê xwedî wijdan, hestiyar û hinekê girêdayî kokê xwe de banga Rêbertî bersivê dibîne. Ji ber ku mirov bi wateyê mirov e.
Ez dikarim vê bêjim: Ev hîna destpêk e. Belê, we jî got “lûtke”, lê ev hîna lûtke nîne. Me nû destpê kir. Ev cîhana zihniyete ya Rêber Apo, nû dest bi meşa sîstema azadiyê kir.
Helbet amadekariyeke 52 salan li pişt heye. Ez dizanim ku ev xwedî hêzeke ku dikare cîhanê biguherîne ye. Ev fikir wê cîhanê biguherînin. Li ser vî esasî jî rojên bi kelecan li benda entelektuel, rewşenbîr, sosyalîst û demokratan e. Em di pêvajoyeke dîrokî ya pir girîng de ne.