Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane dane destpêkirin, di roja 24’an de dewam dike. Gelek sazî û Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe tevlî nobetê bû.
Hevserokê Navçeya Umraniye yê DEM Partiyê Halîs Yakut diyar kir ku dewlet di tevahiya dîrokê de li dijî gelê Kurd polîtîkayên komkujiyê pêk aniye û got: “Pergal timî li dijî gelê Kurd zilmê dike. Darvekirin û hovîtiya ku li Şêx Seîd hat kirin, îro tenê şêweya xwe guhertiye. Gelê Kurd jî tim li ber xwe daye.”
Aysel Koca a ji Colemêrgê hat got: “Qeyûm derbe ye. Ji bo ku em ji derbeyê re bibêjin na em li virin. Em ê heta dawî nobeta xwe bidomînin.”
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Stenbolê Serhat Çakmak jî anî ziman ku desthilatdarî hiqûqê weke amûrekî bikar tîne û wiha got: “Armanca me pêkanîna maf û edaletê ye.”
Herî dawî Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî axivî û wiha got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û hevrebûyînê bişkînin. Em vê zîhniyeta qeyûm û derbeker qebûl nakin. Em vê biryarê qebûl nakin. Şaredarî ne yên kesên hatine tayînkirin, şaredarî ya gel e. Tu hêz nikare vê biryarê biguherîne. Em li qadan in, em ê dev jê bernedin û ew ê nikaribin me bêdeng bikin.”
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.