Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevî endamên Şandeya Îmraliyê, bi wesîleya salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê di 27’ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar bixin. Civîn dê li Enqereyê saet di 11:00’an de dest pê bike û dê peyama nû ya Rêber Apo der barê pêvajoyê were xwendin.
Hate diyarkirin ku dê di bernameyê de pêvajoya salekê û mijara “tiştên ku divê di qonaxa duyemîn de werin kirin” ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de qal kiribû, bê nirxandin.
Herwiha tê payîn ku dê ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbît, nivîskar û rojnamegeran gelek vexwendî beşdarî vê daxuyaniyê bibin.

