Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xizmên windayan ji bo kesên li Dîgorê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo kesên li Dîgorê hatine qetilkirin, hatin ba hev

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amedê ji bo 17 kesên ku li navçeya Dîgorê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. Li Êlihê aqûbeta Ahmet Er hate pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 809’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” domandin. Malbatan û parastvanên mafên mirovan, hatin li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyoluyê ya li navçeya Rezanê û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hevdteyê de faîlên 6’ê wan zarok  17 kesên di 14’ê tîrmeha 1993’yan de, li dijî ferzkirina cerdevantiyê, ambargoya xurekan û serdagirtinên malan meş lli dar xistine û di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dane, hatin pirsîn.

Endama Lijneya Rêberiyê ya ÎHD’Ê Berfîn Elçî metna daxuyaniyê xwed û bi bîr xist ku hezaran kes ji bo protestoyê bikin ber bi Dîgorê ve meş li dar xistin. Elçî diyar kir ku hêj 2 kîlometre ji Digorê re mabûn, polîsên tîmên taybet pêşiya girseyê girtin û bêyî hişyariyê bikin, welatiyan gulebaran kirin û wiha got: “Di encama gulebaranê de 6’ê wan zarok 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Derbarê 8 polîsên tîma taybet de doz hate vekirin û polîsan di parastinên xwe de îdia kirin ku di nava girseyê de bi roket û demanceyan êriş li wan hatiye kirin. Piştî komkujiyê ji kovikên xalî yên guleyên çekên polîsan bêhtir tiştek peyda nebû. Di biryara derbarê polîsan ya sala 2006’an de hat gotin ku polîs di çarçoveya ‘mafê xweparastinê de tevgeriyane’ û ji bo wan biryara beraetê hate dayîn. malbata 7 kesên jiyana xwe ji dest dane bi sedemên “Binpêkirina mafê jiyanê”, “Nemeşandina lêpirsînekî bibandor”, “Darizandina demdirêj” dozê birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’yê Tirkiyeyê mehkûmî tezmînata madî û manewî kir. Darizandina kesên di komkujiyê de birîndar bûne li DMME’yê hêj jî didome.” Elçî destnîşan kir ku heya faîlên komkujiyê tên darizandin ew ê çalakiyê xwe bidomînin.  

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di 645’êmîn hefteya çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîn werin darizandin” hate vekirn. Tevî gelek parastvanên mafên mirovan, reveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA) tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de aqûbeta Haci Ahmet Er ê di 15’ê tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye revandin û careke din agahî jê nehatiye girtîn hate pirsîn.  

Çîroka Er endamê ÎHD’ê parêzer Sînan Îslam Gegîn xwend. Çîroka Er ê hatiye windakirin wiha ye: “Haci Ahmet Er li gundê Kuruderê dijiya. Di navbera leşkerên di 15’ê tebaxê li gund operasyon dane destpêkirin û PKK’iyan de pevçûn derdikeve. Fermandarê leşkerî ji gundiyan dixwaze ku demldest gund vala bikin nexwe ew ê fermanê lêdanê (gule) bidin leşkeran û gefê li gundiyan dixwin. Piştî demekî leşker bi ser gund digirin. Kurê Haci Ahmet Er, Adnan Er ji bo tiştên xwe bar bikin diçe li gundê rex Blêcanê da ku hestiran bîne. Dema Adnan diçe di navbera her du gundan de dengên guleyan tê bihîstin. Bi ser vê yekê malbat ji bo Adnan dikeve gumanan.

Haci Ahmet Er û birayê wî Haci Mîrap Er li pey Adnan diçin gundê Blêcanê. Leşkerên derketine operasyonê birayên Er binçav dikin û dibin Qereqola gundê Serêsêvê. Haci Mîrap Er ê piştî çend rojan ji êşkenceyên giran derbas bûye, bi şertê terikandina gundê xwe tê berdan. Lê belê careke din ji Haci Ahmet Er agahî nayê girtin. Çend sal şûn de ji bo aqûbeta Er were dîtin doz tê vekirin lê belê ji vê hewldanê jî tu encam dernakeve. Haci Ahmet Er ev 27 sal in winda ye û aqûbeta wî hêj jî nayê zanîn.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye
Nûçeya Pişt re Li dijî gundiyên Muglayê êrîş pêk hat: 7 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Atalay: Em destê Rêber Apo xurt bikin

Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay got, "Em ê li Kolnê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ’ê Cûdî Zagros bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê Cûdî Zagros bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji rojnamevan Karakoç peyama spasiyê

Rojnamevan Serdar Karakoç ku li ser daxwaza îadeyê ya Elmanyayê hate binçavkirin û piştre bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Cansiz hate entubekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?