Hevserokê Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûrî Ûlûs li ser pirsgirêkên li qada tenduristiyê ji ANF’ê re axivî. Ûlûs diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji sala 2002’an û vir ve hebûna xwe li ser reklama sîstema xwe ya tenduristiyê daniye rûniştandin û got, “Sîstema Veguherîna di Tenduristiyê de hilweşîna tenduristiyê bû. Di desthilatdariya AKP’ê de ku nêzî 20 sal in dewam dike, her roj tenduristî hîn bêhtir têk dike. Qala projeya nexweşxaneya bajêr tê kirin. Nexweşxaneya bajêr bi tena serê xwe avahiyek li ser hevkariya Cemawerî-Taybet e. Ji ber hevkariya Cemawerî-Tenduristiyê veguherî sîstemeke tenduristiyê ji bo 49 salan ji aliyê fîrmayekê bê meşandin. Sîstemeke welê ye ku bi temamî tenduristiyê pêşkêşî bazarê dike.
Weke kedkarên tenduristiyê me nerazîbûna li hemberî vê yekê nîşan dabû. Hikumeta AKP’ê di her platformê de têgihiştinek afirand û hebûna xwe bi vî rengî dewam kir. Got, di tenduristiyê de gavên girîng têne avêtin, lê belê me dît ku tenduristî bi paş dikeve. Me ev rewş di dema pandeniyê de hîn baştir dît. Di dema pandemiyê de em li qadê bûn. Wezareta Tenduristiyê dane eşkere dikir, lê belê dane ti carî li rastiyê nedihat. Desthilatdariyê hewl dida civakê bixapîne, sîstemeke welê ava kir ku hebûna xwe bi derewan dewam dikir. Me jî hewl didan van derewên desthilatdariyê raxin pêş çavan.”
JI BER GIRANIYA ŞERT Û MERCÊN KAR, KEDKARÊN TENDURISTIYÊ DEST JI KAR BERDIDIN
Ûlûs bal kişand ser pirsgirêkên têkildarî xizmeta tenduristiyê ya ji bo gel û got, “Pîvana tenduristiyê ya welatekî yan jî civakekê ew e ku nexweş nekeve, girîngiya xizmeta tenduristiyê ya parastinê ye. Eger civakek an jî gelek nexweş dikeve ev yek tê wateya hilweşîna sîstema tenduristiyê. Mixabin hejmara kedkarên tenduristiyê gelekî kêm e. Ji ber giraniya şert û mercên kar kedkarên tenduristiyê neçar dimînin ku dest ji kar berdin. Di nava kedkarên tenduristiyê de gelek bûyerên xwekuştinê rû dan. Em vê yekê dikarin têkildarî hevalên xwe yên kedkarên tenduristiyê yên li Amedê bînin ziman.
Di nava mehekê de sê xebatkarên tenduristiyê hewl dan xwe bikujin. Ev yek nîşaneya hilweşîna sîstema tenduristiyê û ji ber zexta rêveberiyê ye. Bi taybetî nexweş nikarin bi hêsanî randevûyê ji bo mûayeneyê werbigirin. Berê li pêşiya polîklînîkan rêz çêdibû, lê niha rêzên înternetê çêdibin. Peydakirina randevûyê êdî gelekî zehmet e. Ev yek bi tena serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Ji ber vê jî her roj hîn bêhtir zehmet dibe ku xizmetên tenduristiyê ji gel re bêne kirin. Sedema bingehîn a tundiya li qada tenduristiyê jî mixabin ev rewş e.”
DESTHILATDARÎ JI VÊ REWŞÊ BERPIRSYAR E
Ji bo sîstemeke tenduristiyê ya xurt û bi zimanê dayikê Ûlûs daneyên têkoşînê destnîşan kir û got, “Em dixwazin sîstemeke tenduristiyê bê avakirin ku ji bo her kesî bêpere ye. Em mafê tenduristiyê yê civakê diparêzin. Her roj sîstema kapîtalîst sektora tenduristiyê dike meta. Ne tenê li sektora taybet her wiha li cemaweriyê jî peydakirina xizmeta tenduristiyê bûye meta. Li nexweşxaneyên dewletê jî ji bo hûn emeliyat bibin divê hûn pere bidin. Pereyê we hebe xizmeta tenduristiyê heye, pere nebe hûn nikarin xizmeta tenduristiyê werbigirin. Feraseteke bi vî rengî heye. Bi taybetî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê mîna nexweşxaneyeke taybet dixebite. Ji mûayeneyê heta bi emeliyatê hûn neçar in ji bo her tiştî pere bidin. Sedema avabûna vê sîstemê desthilatdarî bi xwe ye. Eger sîstema tenduristiyê îro ketiye vê rewşê sedema yekane desthilatdarî ye.”