Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di van 9 salên dawî qirkirin û wêrankirina ekolojiyê de tu rêgez û pîvanan nas nake.
Di serdema desthilata AKP’ê de li Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi çêkirina kaleqol, qereqol û bendavan ekolojiyê wêran dike. Van projeyan weke parçeyeke polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê bêwarî, xizanî û zilm li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Dewleta Tirk a ku dagirkeriya Kurdistanê têr nabîne, di nava dagirkeriyê de dagirkerî, koçberî û guhertina demografîk ferz dike.
Dewleta Tirk a dagirker hem li ser xwezaya Kurdistanê hem jî gelê Kurdistanê terorîzmê dimeşîne. Di salên dawî de daristanên li Cûdî, Gabar, Besta û herêmên din ên Botanê tên tên birîn û wêrankirin û bi qedexekirinan re qadên jiyanê û debara gel xera kir. Şîrketên petrolê dikevin dewsa wan.
BI MILYON DAR HATIN BIRÎN, BI SEDAN GUND HATIN VALAKIRIN
Her êrîşên ji çiyê heta kevirên Kurdistanê li gorî polîtîkayên şerê taybet û şer tên kirin. Dewleta Tirk qirkirna ekolojîiyê weke qirkirina civakî û stratejiya şer li Bakurê Kurdistanê xist dewrê, li Başûrê Kurdistanê jî bi heman rengî pêk tîne. Tenê di sala 2022’yan de ji bo rê ji hêzên dagirker ên dewleta Tirk bê çêkirin, herî kêm 4 milyon dar hatin qetilkirin. Ev wêranî di sala 2023’yan de di asteke bilind de rû da û bi sedan gund hatin valakirin.
BI ÊRÎŞAN HERÊMÊ BÊ MIROV DIHÊLIN
Weke li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî bi êrîşên piralî herêmê bê mirov dihêlin. Bi şev û roj li dijî gerîlayan êrîşên kîmyewî û bomberbaranan didomînin, li dijî xweza û gel jî êrîş tên kirin. Artêşa Tirk a ku hemû herêman bombebaran dike, axa Başûrê Kurdistanê jehrî dike.