Di daxuyaniya YCWK’ê de hate gotin, “Di çarçoveya pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin’ li Parka Eşref Bîtlîs a li Kocaelî-Gebzeyê agir bi 5 otobusên fîrma tûrîzmê ya faşîstan hate xistin. Divê her kes zanibe, bersiva ji her êrişa li ser gelê me wê qat bi qat bê dayin. Em bang li ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku tevlî nava refên YCWK’ê bibin.”
YCWK’ê diyar kir ku di çarçoveya heman pêngavê de êvara 5’ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê li dijî biryara qeyûm çalakî kirine û got, “Di çalakiyan de yekîneyên me bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Li dijî her cûre êrişên li ser gelê Kurd em ê li qadan bin, em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li kolanan li ber xwe bidin.”