Yekemîn Konferansa Komeleya Gaziyên Şedadê 27’ê Cotmehê bi beşdariya gelek delege û mêvanan bi dirûşma “Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re, jiyaneke azad û wekhev ava bikin” li Şedadê hat lidarxistin. Salona konferansê bi wêneyên şehîdan, gaziyên gihiştine şehadetê û yên Rêber Apo hat xemilandin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê destpêkir. Axaftina vekirinê ji aliyê yek ji beşdarên konferansê Şîlan Kobanê ve hat kirin. Kobanê, ewil êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta dagirker ew ê ti carî negihêje armanca xwe. Şîlan Kobanê got, “Gelên herêmê wê bi yekîtiya xwe û bi hêza xwe bi ser bikev in.”
Piştî axaftina vekirinê, konferans bi xwendina nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, peyama Tevgera Giştî û Tevgera Jinan a ji bo gaziyên şer dewam kir. Her wiha nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Giştî û PYD’ê jî bi peyamên xwe konferans pîroz kirin.
Piştre dîwan hat hilbijartin û rêzkname hat xwendin. Li dû nîqaş û gûftûgoyan rêzikname hate qebûlkirin.
Beşdarên konferansê derbarê mijarên mîna pergala rêxistinî, perwerdeya gaziyan û hwd. de nirxandinên girîng kirin. Piştre jî rêveberiya komeleyê, meclîsa wê û desteyên girêdayî wê hatin hilbijartin.
Di dawiyê de ji beşdaran Laleş Êzidî jî, bal kişand ser berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û wiha axivî, “Piştî 4 salan di encama têkoşîna gelên me de dewleta Tirk a faşîst a ketiye rewşeke zehmet destûr da ku biraziyê Rêbertiyê ku hevdîtinê bike. Ji bo em karibin tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê bi temamî ji holê rakin, divê em berxwedan û têkoşînê xurttir bikin. Bi wesîleya vê konferansê jî em diyar dikin ku weke gaziyên şer ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û pêşxistina paradîgmaya Rêbertiyê em ê têkoşînê hê zêdetir pêş bixin. Ji bo em karibin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv bi hêza vê konferansê em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”
Konferans bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bi xwîn û can em bi te re ne ey Serok”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.