Dewleta Tirk a dagirker derengiya şevê gundê Um Hermelê yê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bombebaran kiribû û di encamê de komkujiyek pêk hat.
Yekitiya Mamosteyn a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di bombebaranê de endamê wan mamoste Hesen Ebdulezîz Ebdullah, birayê wî û zarokê wî şehîd bûne.
Yekitiya Mamosteyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefkirina sivîlan bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bîne.
Yekitiyê got ji şehîdan re dilovanî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.